Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên xwe li dijî gundewarê rojavayê Kobanê fireh kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wêe bi çekên giran Mezra Ehmed Munîr, gundên Girê Ibrê, Îlcax, Şêxler, Zormezar, Qere Mezre û Til Xezal ên gundewarê rojavayê Kobanê tên topbarankirin.
Her wiha gundê Îbrahîm Kurdo yê Girê Spî bi obîsan hate topbarankirin.