- Hebûn û Xwebûn du diyardene ku him hevûdû xwedî dikin û him jî di hêla wateyê de, wate li ser hev bar dikin.
Di kurdî-kurmancî de navlêkirinên gelekî nêzî hev lê di cewherê xwe de jî gelekî ji hev cuda hene. Destpêkê di hêla wateyê de weke hev diyar in lê dema hur û kur awirek bi hizir diçe ser, tê dîtin ku ji hev cudabûnên bingehîn hene. Yek ji wan jî derbarê wateyên peyvên HEBÛN û XWEBÛN de ye. Hebûn û Xwebûn du diyardene ku him hevûdû xwedî dikin û him jî di hêla wateyê de, wate li ser hev bar dikin. Hebûna ku şênbere û dibe formê wateyê heke nebe nabe ye. Berçave, bi sehekan dikare bê pênasekirin, formê xwe girtiye, redkirin an go înkarkirina hebûnê dijderketineke dûrî zanistê û jiyanê ye. Bi kurtahî şênberbûne. Lê Xwebûn ji vê pênaseya hebûnê cuda ye. Xwebûn wategirtina hebûnê ye. Wate û enerjiya formê şênbere. Di heman demê de watedayîna sehekên şênbere. Xwebûn ferqa herî mezin û bingehîn a hebûnê ye ku ev yek di mirov de pêş ketiye. Ev hizra bi wate kiriye ku em mirov ne tenê berdewamiya hebûna xwe bifikirin, di heman demê de kiriye ku em li pey wateya hebûna xwe bin û bi vê yekê jî bi destê xwe bibin avakarê Xwebûna xwe jî. Ji ber vê jî dikare bê gotin ku erkê mirov ê sereke ne tenê jiyaneke li ser esasê hebûne ye, ji vê bêtir û kurtir avakirina hebûneke ya bi Xwebûnê ye. Jiyankirin di warê hebûnê de lê çawa jiyankirin di warê xwebûnê de xwe pênase dike.
Di roja me ya îro de bi heman diyalektîka peywendiyê, watedayîn û fahmkirina banga dîrokî ya Rêber APO ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ grînge. Her ew peywendiya di navbera hebûn û xwebûnê de, weke xwe temamkirina van her du diyardeyan di têkoşîna bi dehan salan de derdikeve pêşberî me. Red, înkar û imhaya bi sedan salan li ser hebûna gele Kurd bû. Hebûn di bin xeteriya man û nemanê de bû. Rûmeta hebûnê li erdê bû û weke Rêber APO di paraznameyên xwe de tîne ser ziman, ‘heke me serî ranekira wê bêrûmetiya herî mezin buna.’ Ev helwêst, xîret û hilbijardeya dîrokî di encama têkoşan û bedêlên giranbûha bi dehan salan berdewam kir. Hebûna ku tune dihate hesibandin ji destê qirkirinê rizgar bibû. Lê helbet ji destpêkê ve lêgerîna Xwebûna vê hebûnê ji hêla Rêber APO ve pêş diket. Beriya Îmrali jî ev lêgerîn hebû. ‘Çawa jiyan bikin?’ pirsa herî bingehîn bû. Ev pirs havênê xwe li Îmrali gihande lutkeyê. Û bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ vê havênê ragihand.
Xwebûna gelê Kurd, gelên din ên azadîxwaz, ên li pey wateyê êdî xwedî rênîşaneyekê ne. Hebûn pêk hat êdî dora Xwebûna gelan e. Û di heman demê de çi şanaziyeke ku ev bi pêşengtiya rêber û gelê Kurd ve pêk tê. Jiyan bi vî hawî xwe digihîne kokên xwe yên dîrokî. Ev kêliyên heqîqetê jî ne ji kêliyên rêzê ne. Dîrokî, hebûnî, avaker û bi hêvî dagirtîne. Li ber destê me fersenda avakirina Xwebûna mirovahiyê heye. Tişta ji me tê xwestin bêtir xwedî derketin, bêtir ked û bêtir hevgirtine.