Hejmara 505’an a kovara Serxwebûn derket. Di hejmara nû ya kovarê de, nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi sernavê “Divê rûyê hundir ê Komploya Asronê çawa bê fêmkirin” û “Ez li cihê ku tê gotin tiştek nabe têkoşîna hebûn û azadiyê didomînim” cih girt.
Di hejmarê de nirxandina Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi sernavê “Li ser hilbijartina herêmî yên 31’ê Adarê”, nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi sernavê “Şerê rêyan a Modernîteya Kapîtalîst û polîtîkayê qirkirinê ya ku li hemberî Kurdan naguhere” û nivîsa Pîro Dersîm a bi sernavê “Li ser nêzîkatiya li hemberî pêvajoya pêngavê” hate weşandin.
Di hejmarê de her wiha daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya bi sernavê “Em ê têkoşîna xwe li her qadê pêş bixin” a bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê hat weşandin û di beşa duyemîn de jî nirxandina Cemal Şerîk a li ser “Em wek şerê taybet ê şerê cîhanê yê sêyemîn” cih girt.
Ji fermandarên NPG’ê Bahoz Erdal ji bo Serxwebûn gotareke bi sernavê “Şerê Îsraîl-Hamas ya li pişt perdê û erkên me yên şoreşgerî” nivîsand.
Di vê hejmara Serxwebûn de nirxandinên Ferze Dersîm ên bi sernavê “Tenê bi têkoşînê dikare qirkirina sîstemê ya li ser bingeha Elewîtiyê were şikandin” jî cih girt.