Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan di 22’yê Mijdarê de qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin û piştî hat binçavkirin cezaya hepsa malê lê hatibû birîn. Hevşaredar Bîrsen Orhan careke din li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê hat binçavkirin.
Bîrsen Orhan li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtalê got, ”Ez têm binçavkirin.”
Hate hînbûn ku dê Bîrsen Orhan bibin Dersimê.
Hat diyarkirin ku Bîrsen Orhan bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşan” û “Berxwedana li dijî polîsan” hatiye binçavkirin.