Polîsan di 18’ê Mijdarê de avêt ser avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenyûrta Stenbolê. Piştî lêgerînê Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ji bo îfadeyê çûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Her du hevserok li vir hatin binçavkirin û li malen wan lêgerîn hat kirin.
Hevserok îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her du hevserokê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî bi îdiaya “propaxandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” her du hevserok girtin.