Çarşem, 25 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya: Nêzîkatiya hikumetê ya li pêvajoyê têrker nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    40 Filistîniyên din jî ku li Xezeyê benda alîkariyê bûn, hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê teqez bê avakirin: Li benda pêşniyazên partiyên siyasî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna bi rojeva ‘Komîsyon’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê bi rojeva ‘komîsyon’ civîna ewil hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Em dikarin nehêlin ku pêvajo li ber destê desthilatdariyê bibe amûrek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk bi obusan gundê Dêreşê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsên Iraqê avêtin ser gundêki Xurmatûyê û 5 ciwan binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çileya Havînê ya Êzidiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Yekane civaka ku dikare pêşengiyê ji guhertinê re bike Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA, DBP û DEM Partî serdana şîna Gulîzar Yildiz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera ‘Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:

“Di 27’ê Adara 2018’an de li herêma Samandagî ya Hatayê di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de pevçûnek dijwar qewimîn. Hevrêyên me Demhat û Andok di vê pevçûnê de derbên giran li dijmin xistin, bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Demhat û Andok ên ku li her qada ku lê bûn temsîla fedaîtiya Apoyî kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî wan bi bîr tînin.

Hevrêyên me Demhat û Andok li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, di heman salê biryara tevlî nava refên gerîla dan. Demhat û Andok li herêmên cuda yên çiyayên Kurdistanê gerîlatî kirin. Ji ber bi çavkaniya azadiya Rêber Apo ve xwe têr û tijî kirin, li hemberî komkujiyên ser gelê me heman bertek nîşan dan û derbasî qada Şengalê bûn. Hevrêyên me li vir di eniyên cuda de lê bi heman armancê şer kirin, weke çarenûseke hevpar di heman salê de pêşniyara derbasbûna li Bakurê Kurdistanê kirin. Li ser vê bingehê hevrêyên me Demhat û Andok ku bi hev re derbasî Amanosê bûn, di koma Samandagî de cih girtin û ji bo têkoşîna azadiya gelê me bigihînin serkeftinê bi rê ketin.

Hevrêyên me Demhat û Andok ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Şengalê û ji wir jî heta Amanosê di rêyên hêviyê de bi hev re meşiyan, bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat û Andok ên ku bûne ruhê cêwî, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Demhat Rêzan

Nav û paşnav: Îsmaîl Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Fatim – Osman

Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos

 

Nasnav: Andok Bagok

Nav û paşnav: Delîl Goktaş

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Zeynê – Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos

DEMHAT RÊZAN

 

Hevrêyê me Demhat li Cizîra Botan a kevnar a ku yek ji cihên ku welatparêzî herî zêde li Kurdistanê tê jiyîn hatiye dinê. Hevrêyê me yê ku ji ber ku malbata wî ya bi qîmet û hawirdora wî ya welatparêz bû, şansê naskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû bi dest xist, bi çanda welatparêziyê mezin bû. Mîna her zarokê Kurd ê li Kurdistanê dijî, rastiya dijmin jî dibîne; Hevrê me yê ku bi zilm, êşkence, zext û zilmê nas kir, li hember dijmin hêrseke mezin di dilê wî de çêbû. Ev hêrsa hevrêyê Demhat roj bi roj mezin dibû û hişt ku weke ciwanekî şoreşger beşdarî çalakiyan bibe. Hevrêyê me yê ku ewil di nava xebatên ciwanên herêmê de cih girt, piştre li zanîngehê bi awayekî çalak çalakiyên xwe domand. Hevrêyê me Demhat ê ku di nava xebatên ciwanan de di pêşengiya Rêber Apo de fersend dît ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me Demhat ji bo ciwanên Kurd rastiya dijmin nas bike û tevlî nava refên têkoşînê bibe, di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û kedeke mezin da. Hevrê Demhat bi tevlîbûna xebatan ji aliyê hemû hevalên xwe ve weke mînak hate girtin. Hevrêyê me di serî de xebatên çapemeniyê di gelek xebatan de keda wî heye û aramanca wî serkeftin bû. Hevrêyê me yê ku ji germahiya têkoşîna fedaî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a dagirker bandor li çiyayên Kurdistanê kir ku ev têkoşîna azadiyê lê dihat meşandin û ev yek weke armanceke ku wê bi dest bixin. Hevrê Demhat ji ber zêdebûna êrîşên dijmin ên li ser gelê me û ji ber ku gelek xizmên wî û kesên derdora wî tevlî nava refên gerîla bûn û li dijî vê rastiya dijmin dest bi berxwedaneke aktîf kir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku êdî diyar kiriye ku divê ew jî têkoşîna xwe berfireh bike, dev ji zanîngehê berda, di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Demhat ku ji Katoyê tevlî nava refên gerîla bû, heyranê heybeta Kato bû û ev şahiya xwe bi hevalên xwe re parve kir. Ji hevaltiya koma gerîla ya yekemîn bi bandor bû, kêliyên ku bi van hevalan re jiya di tevahiya jiyana xwe de weke kêliyên herî watedar bi bîr anî. Hevrêyê me Demhat ku piştre çû Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo şervanên nû perwerde dît. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya bîrdozî û jiyanî dît, xwe di ber lêpirsînên kûr derbas kir û ji vê pêvajoya perwerdeyê dersên girîng girt. Hevrêyê me yê ku giranî da naskirina rastiya dijmin û helwesta wî ya li hemberî vê rastiyê di lêpirsînê de derbes kir û asta hişmendiya xwe gihandiye bû bingeha jiyana wî ya şoreşgerî. Hevrêyê me ji bo têgihiştina rastiya Rêber Apo kete nava lêhûrbûnekê. Ji bo rastiya tekoşîna ku Rêber Apo ji tunebûnê afirandiye re bibe yek û di şert û mercên herî dijwar de sekna xwe ya şoreşgerî domand. Hevrêyê me Demhat ê ku di dawiya pêvajoya perwerdeyê de bû gerîlayekî azadiyê yê jêhatî, gihîşt asteke ku dikare hemû erk û berpirsyariyan bigire ser milê xwe.

Êrîşên qirêj û komkujiyên dijmin ên li hemberî gelê me, bû sedem ku hevrêyê me Demhat îradeya xwe ya têkoşînê hîn xurtir bike. Hevrêyê me yê ku difikirî ku serketin ancax bi şerkirina li ser xeta fedaî ya li hemberî vî dijminê komkujer pêk tê, ji bo vê yekê zêdetir dest bi perwerdekirina xwe kir. Hevrêyê me yê ku di her kêliyê de ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, bi perwerdeya ku dît û bi pratîka serketî ya ku dida meşandin xwe ji şert û mercên dijwar ên şer re amade kir. Hevrêyê me Demhat ku li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat kir, hemû hevalên ku pê re xebitî, bi serkeftinên ku di her xebatê de bi dest xist, ji aliyê hemû hevalên xwe ve weke mînak hate girtin.

Hevrê Demhat li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me yê Êzidî difikirî ku weke gerîlayekî Apoyî û milîtanekî fedaî yê gelê me erka xwe bi cih bîne, di nava komên yekem ên gerîla yên ku çûn Şengalê de cih girt. Hevrêyê me yê ku beşdarî gelek qonaxên şerê li dijî çeteyan bû, bi tevlêbûna xwe ya bi lehengî ya çalakiyên ku tevlî bû, ji bo hevalên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Demhat ê ku tecrubeyên leşkerî yên mezin bi dest xist, di dewlemendkirina taktîkên leşkerî yên li dijî çeteyan de jî xurtbûnek girîng bi xwe re çêkir. Hevrêyê me ku mayîna xwe ya li Şengalê weke derfeteke perwerdehiyê nirxand, ev der kir bingeha amadekariya şerê bajaran. Hevrêyê me Demhat weke milîtanekî Apoyî xwe di hemû qonaxên pêvajoya şoreşê de berpirsyar dît, bi pêşniyar û nêrînên xwe ji pirsgirêkan re bû bû bersiv. Di heman demê de hewl da ku hişmendiya ciwanên Şengalê bilind bike û bigihêje asteke ku di warê bîrdozî û leşkerî de parastina xwe bike. Hevrêyê me Demhat ê ku dema li Şengalê bû Berxwedana Serdemê ya li Bakurê Kurdistanê pêş diket ji nêz ve dişopand, bi taybetî li Sûr û Cizîrê ji şer gelekî bandor lê kiribû. Hevrêyê me yê ku xwest li van herêman bi fedayî li dijî dijmin şer bike, pêşniyarên xwe pêş xist, lê ji ber pêwîstiyên herêma ku lê bû nekarî vê xwesteka xwe pêk bîne.

Lê hevrêyê me Demhat li ser Bakurê Kurdistanê rawestiya, di şerê şoreşgerî ya gel a ku lûtkeyê de dihat jiyîn de israr kir ku derbasî vê qadê bibe. hevrêyê me Demhat ê ku tu carî dev ji pêkanîna fikrên xwe yên ji bo gelê me bi fêde bû berneda û ji bo serkeftin bi dest bixe têkoşiya û gihîşt armanca xwe. Li ser vê bingehê hevrêyê me derbasî herêma Amanosê bû. Ji bo ku doza me ya azadiyê bigihêje hemû gelên Tirkiyeyê, bi fedekariyeke mezin şer kir. Hevrêyê me yê ku di şert û mercên herî dijwar de jî bêyî ku ji pîvanên milîtaniya Apoyî tawîzê bide, bi jiyana xwe ya derwêşî derket pêş. Hevrêyê me ku xwe bi qada ku lê bû sînordar nekir, bi berfirehkirina qadên cuda xwest têkoşînê berfireh bike. Hevrêy me yê ku di vê armanc û hewldana xwe de bi ser ket, li herêmên cuda yên Amanosê bi gerîlatiyê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a qirker bû. Hevrêyê me yê ku bi van çalakiyan kîn û hêrsa xwe ya mezin li hemberî dijmin nîşan da, îspat kir ku gerîlayê azadiya Apoyî hêza tola hemû zarokên Kurdan hilîne.

Hevrêyê me Demhat ku di 27’ê Adara 2018’an de li Samandagî ya Hatayê li dijî operasyona dijmin bi hevalên xwe re bi fedaî li ber xwe da, di şer de derbeyên giran li hêzên dijmin da. Hevrêyê me Demhat ku heta nefesa xwe ya dawî bêyî ku ji pîvanên milîtaniya Apoyî tawîz bide şer kir û gihişt şehadetê; Wî bi kesayeta xwe ya xurt, bi helwesta xwe ya li ser serketinê û jiyana xwe ya fedaî mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend ji me re hişt. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê layiqî bîranîn û xeta têkoşînê ya bêhempa ya ku hevrê Demhat ji me re hiştiye, bin.

ANDOK BAGOK

 

Hevrêyê me Andok li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku bi çanda kurdewarî ya kûr a ku ji malbata xwe girtiye mezin bû, dilsozê cewhera xwe ya mezin bû. Ji ber vê sedemê ji biçûkatiya xwe de di nava malbata xwe û derdora xwe dihat hezkirin. Herêma ku lê jiya, yek ji herêmên ku herî zêde rastî êrîşên dijmin dihat û bi taybet di salên 90’î de gelek sivîlên me ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin. Ev jî bû sedem ku hevrê Andok rastiya dijmin zû nas bike. Hevrêyê me bi saya hafizeya xwe ya xurt a civakî, zilma li ser gelê me hatiye kirin kêliyekê jî ji bîr nekiriye û hêrseke li hemberî dijmin di dilê xwe de kom kiriye. Hevrê Andok ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê nas kir, bihîst û sempatî jê re kir, di sala 2008’an de cara yekemîn firsenda Partiya me di aliyê rêxistinî de nas bike. Ji milîtanên yekem ên Apoyî ku dîtibû bandor li wî kir û xwest bi awayekî aktîf tevlî xebatê bibe. Li ser vê bingehê di sala 2009’an de tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrê Andok ku xwedî tevlîbûneke pir xurt bû, bi vê taybetmendiya xwe bandor li gelek ciwanên Kurd kir û bû sedem ku tevlî nava refên şoreşê bibin. Hevrêyê me Andok weke namzetekî milîtanekî kedkar û fedakar, li her qadê ku lê bû, têkoşîna azadiyê ya gelê me erk û berpirsyariyên ciwanên Kurd mezin kir. Bi tevlêbûna xwe ya aktîf bala dijmin kişand ser xwe. Hevrêyê me yê di sala 2011’an de dîl ketibû destê dijmin, nêzî 5 mehan di zindana dijmin de ma. Hevrêyê me yê ku sedemên dîlgirtina xwe ji aliyê dijmin ve bi kûrahî pirsî û dersên pêwîst jê girt, li zindanê bêyî ku ji helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî tawîz bide têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Andok piştî ji zindanê derket yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bersiva herî watedar da dijmin û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Andok li herêma Garê perwerdeya şervanên nû dît, bi perwerdeya ku dît zû xwe li çiya û jiyana gerîlatiyê bi cih kir û tevlî xebatên pratîkî bû. Di heman demê de bi perwerdehiya leşkerî ya ku dîtî firsend dît ku di hunera gerîlatiyê de xwe pêş bixe. Hevrêyê me yê ku bê dudilî tevlî bû, ji qonaxên destpêkê yên çalakiya xwe ya gerîlatiyê de bi mezinbûna xwe ya rêxistinî û jiyanî ji aliyê hemû hevalên xwe ve weke mînak hate girtin. Hevrêyê me hêrsa di dilê xwe de li hemberî dijmin kom kiribû, di demeke herî kurt de pratîka xwe veguherîne çalakiyan, pêşniyara ku biçe herêma Cîloyê ya ku yek ji qada herî dijwar a têkoşîna gerîla ye. Hevrêyê me li wir bi pêşengiya Şehîd Reşîd Serdar û Şehîd Rojîn Gewda derfet bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi îrade û exlaqî hemû erk û berpirsyariyên xwe yên di vê pêngavê de bi cih anî. Hevrêyê me Andok piştre li herêmên Zap û Avaşînê gerîlatî kir. Bi tecrubeyên ku di warê leşkerî, bîrdozî û rêxistinî de bi dest xist, bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me li qadên Zap û Avaşînê di nava gelek xebatên cuda de cih girt. Di van xebatan de bi kesayeta xwe ya kedkar derket pêş û ji bilî serkeftinê tu pîvanek ji bo xwe qebûl nekir. Dema ew li Avaşînê bû, êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ’ê ya li Şengalê ya li dijî gelê me yê Êzidî û şehîdbûna gelê me û şervanên azadiyê yên li vê derê hêrsa hevrêyê me Andok a li hemberî dijmin zêdetir kir. Hevrêyê me Andok difikirî ku weke milîtanekî Apoyî divê li gel berxwedana gelê me be, li ser vê bingehê derbasî Şengalê bû û di berxwedana dîrokî de cih girt. Hevrêyê me yê ku li herêma Şengalê li dijî çeteyan beşdarî gelek çalakiyên şoreşgerî bû, derbên giran li çeteyan xistin. Hevrê Andok  fermandarê me yê hêja hevrê Dilşêr Herekol nas kir. Bi pêngavên şoreşgerî yên di pêşengtiya şehîd Dilşêr de pêş ket, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di bidestxistina serkeftinên girîng de rol lîst. Hevrêyê me Andok  ne tenê weke şervanekî, di heman demê de weke milîtanekî Apoyî li qada Şengalê bû, xwe ji her kêliya jiyanê berpirsyar dît, xwedî jiyan û helwesteke li gorî vê erkê bû. Her tim li ser pirsgirêkên ku dît û şahidiya wê dikir û çareseriyên pêwîst pêşxist. Hevrêyê me kêmasiyên di warê leşkerî, civakî û hemû qadên jiyanê de didît holê rake kir. Bi vê helwesta xwe hezkirin û rêzgirtina hemû gelê me yê Êzidî qezenç kir.

Hevrêyê me Andok ê gerîlayekî çalak ê ku sînoran nas nake û xwe bi tu cihan re sînordar nakir, li herêma Şengalê piştî  berê xwe da Bakurê Kurdistanê û xwest beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li wir tê meşandin bibe. Piştî ku pêşniyara wî ji aliyê hevalên wî ve hat qebûlkirin, hevrêyê me Andok derbasî Amanosê bû û li wir careke din bi pêşengiya rêheval Dilşêr Herekol beşdarî xebatan bû. Di heman demê de firsenda naskirina hevrê Bedreddîn Amanos dît û bi hev re kar kir û bi awayekî aktîf cih girt. Hevrêyê me Andok di dema mayîna xwe ya li qada Amanosê de bi tevlîbûna bi coş, exlaqî û fedaî ji bo hevalên xwe yên ku bi hev re xebitîn bû çavkaniya hêzê. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna di koma ku çû Samandagiyê de xewneke din pêk anî û tevlîbûneke layiqî baweriya hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Andok di 27’ê Adara 2018’an de li dijî operasyona dijmin a li dijî qada Samandagiyê bi hevalên xwe re berxwedaneke destanî pêş xist û derbên giran li dijmin xist. Hevrê Andok heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Em hevrêyê xwe Andok di salvegera şehadeta wî de careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnex û Rihayê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Xelkê Mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûnerê DYE’yê ji bo Sûriyeyê li Şamê ye

Nûnerê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack roja Pêncşemê gihîşt Şamê.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsya wê bi tetbîqata nukleerî bersivê bide gefên Rojava!

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Serokê Federasyona Rûsyayê li hemberî gefên serokên Rojavayî banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Besê Hozat: Em dikarin nehêlin ku pêvajo li ber destê desthilatdariyê bibe amûrek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk bi obusan gundê Dêreşê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîsên Iraqê avêtin ser gundêki Xurmatûyê û 5 ciwan binçav kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?