Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hatin ba hev û xwestin hevalên wan Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran ên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin, serbest bên berdan.
Dayikên Şemiyê, Navenda Bîrgehê, Komeleya Dema Jinan û EMEP beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Nimet Tanrikûlû û Hatîce Onaran bên berdan” hat vekirin û wêneyên parêzvanên mafên mirovan ên girtî Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hatin hilgirtin.
EM Ê PARASTINA AŞTIYÊ Û DAXWAZA EDALETÊ BIDOMÎNIN
Di çalakiyê de ewilî endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Oya Ersoy axivî. Ersoy diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan davêjin girtîgehê û got, “Lê weke parêzvanên mafên mirovan, me tu carî serî li ber faşîzma desthilatdaran netewandiye ûji niha şûnde jî netewînin. Em ê her tim û di bin her şert û mercî de parastina mafên mirovan û aştiyê bikin û daxwaza edaletê bikin.”
DI DEMEKE KURT DE EM Ê HEVALÊN XWE BINÎN BA XWE
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û got, “Em ê şopdarê rewşa hevalên xwe bin û em ê demildest hevalên xwe yên girtî ji wir derxin.”
Ji Dayikên Şemiyê û xwişka Hayrettîn Eren ê hatiye windakirin, Îkbal Eren anî ziman ku Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hevalên wan ên têkoşîne ne û wiha domand: “Ew niha ne di nava me de ne. Hevalên me di Hefteya Mafên Mirovan de bi tacîza mafên mirovan re rû bi rû man. Ne ew û ne jî hevalên me yên din heq nakin ku hefteyek bi vî rengî di girtîgehê de bin. Ji bo hevalên me bên berdan em ê têbikoşin.”
SÛCÊ WAN PARASTINA MAFÊN MIROVAN E
Ji Dayikên Şemiyê û dayika Mûrat Yildiz ê di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz diyar kir ku yekane sûcê hevrêyên wan ên têkoşînê Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran parastina mafên mirovan e û xwest demildest serbest bên berdan.