Parêzerê Resûlof Babak Paknia di peyama ku li ser X’yê weşandin de, diyar kir ku derhênerê ku di festîvalên navneteweyî de gelek xelat wergirtiye, bi cezayên mîna girtîgeh, qamçî û pere hatiye cezakirin û dest danîne ser mal û milkên wî. Ev biryar ji aliyê medya fermî ya Îranê ve nehate ragihandin.
Parêzer Paknia, ragihand ku dadgehê 8 sal cezayê girtîgehê daye ku 5 sal ji wan tê bi cih anîn û got ku ev ceza di îtîrazê de di dîrokeke nediyar de hatiye erê kirin.
Di meha Gulanê de li başûrê rojavayê Îranê avahiyek hilweşîbû û di encamê de 40 kes miribûn. Derhênerê 52 salî Rasûlof bi hinceta tewşîqkirina protesto ya li dijî vê bûyerê di Tîrmeha 2022’yan de hatibû girtin.
Piştî vê trajediyê, komek sînemagerên Îranî bi pêşengiya Muhammed Resûlof nameyeke vekirî weşandin û bang li hêzên ewlekariyê kirin ku li pêşberî hêrsa neteweyî ya li dijî “gendelî” û “bêkêriyê” yên berpirsyaran, ‘çekên xwe deynin.’
Festîvala Fîlman a Cannesê ya 77’emîn ku wê di 14’ê Gulanê de li başûrê Fransayê dest pê bike, fîlma nû ya derhênerê Îranî ya bi navê “The seed of the sacred fîg” li bijareya xwe zêde kir.
Derhênerê Îranî di sala 2017’an de li Cannesê xelata ‘A Man of Integrity’ û paşê jî di sala 2020’an de jî xelata ‘The Devil Does Not Exist’ wergirt.
Rasûlof di sala 2023’yan de weke endamê Jûriyê ji bo Cannesê hatibû vexwendin, lê belê ji ber qedexeya rêwîtiya dervî welat nekarî tevlî vê xebatê bibe.