Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ragihand ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî dest bi kampanya ‘Em Bernadin-Vegera li Koka xwe’ kirine. Di çarçoveya pêngavê de xwendekaran li Freie Universitaet a li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dema dawî êrîşên li ser ciwanan û Kurdistanê zêde bûne û hate gotin, “Çi li Rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan, bi taybetî jî xwendekarên Kurd ên jin, çi êrişên li ser Rojava, çi jî kuştina jinan a li Tirkiyeyê êrîşên li dijî me hemûyan e. Êrîş li dijî şoreşa sedsala 21’ê û şoreşa jinê hatiye ikrin. ji ber vê yekê em ê vê bêrehmiyê bê bersiv nehêlin. Bersiva jî wê xweparastina çalak a li her qada jiyanê be û rêxistiniyeke hîn xurt be.” JXK’ê destnîşan kir ku ji ber vê yekê wan dest bi pêngaveke nû kirine.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo azadiya nasnameya xwe û gelên bindest hemûyan em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê dest ji parastina çand û zimanê xwe bernedin. Parastina nirxên xwe vegera li kok û cewhera xwe ye. Weke xwendekarên jin ên Kurd ji bo belavbûna nirxên demokratîk û azadiyê em bi berpirsyariyê radibin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser wî weke tecrîda li ser meseleya Kurd û hewldana ji bo tinekirina hêviyên azadiyê yên jinan dibînin.”
Li gorî daxuyaniyê, pêngav wê li ser van sê hêmanên bingehîn bê meşandin:
“Belavkirina felsefeya jiyana azad a Rêber Apo. Fêhmkirina îdeolojî û jiyana Rêber Apo wê bike ku em nasname û koka xwe hîn baştir fêhm bikin.
Em ê karên çandî û perwerdeyê hîn xurt bikin. Xweparastina herî xurt ji vir destpê dike.
Bi vegera li koka xwe ku kolonyalîzm û baviksalarî dixwaze tine bike, em ê karê xwe dewam bikin.”