Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Manîsayê êrişa çekdarî li ser dibistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrka sor Stenbolê: Egîd Tolhildan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li biryara MEB’ê ya têkildarî Zazakî: Armanc afirandina dudilî û polemîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nobeda azadiyê’ ya li Mexmûrê bi koma 221’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê şehîdên Komkujiya Qamişlo û Gaziyê bi bîr anîn
Rojane

KCK’ê şehîdên Komkujiya Qamişlo û Gaziyê bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an û şehîdên Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an bi bîr anîn. KCK’ê her wiha diyar kir ku PDK ji komkujiya li Şêladizê berpirsyar e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiyên Qamişlo û Taxa Gaziyê peyamek weşand. KCK’ê yên di her du komkujiyan de hatine qetilkirin bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji êrîşa li Şêladizê ji xeynî dewleta Tirk, PDK jî berpirsyar e.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di 12’ê Adara 1995’an de li Taxa Gazî ya Stenbolê, di 12’ê Adara 2004’an de jî li stanta bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên dewleta faşîst ve komkujî hatin kirin. Em careke din van komkujiyan lanet dikin û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

POLÎTÎKAYÊN KOMKUJIYÊ ÎRO JI ALIYÊ AKP-MHP’Ê VE TÊN DOMANDIN

Komkujiya Gazî weke berdewamiya komkujiyên dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst a li dijî Kurd, Elewî û sosyalîstan pêk hat û weke gelek komkujiyan, di Komkujiya Gaziyê de jî gel û têkoşîna wan a hevpar bû hedef. Têkoşîna li Kurdistanê pêş dikeve û li Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîst û demokrasiyê di salên 1990’î de li ser esasê têkoşîna hevpar destpê kir. Ji ber ku civîna têkoşînê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, feraset û polîtîkayên faşîst ên kolonyalîst xiste xeterê, dewleta Tirk pêşî bi bikaranîna hêzên paramîlîter û piştre jî rasterast bi rêya hêzên fermî yên polîs û cendirmeyan êrîşî gel kir, komkujiyeke mezin pêk anî. Ev polîtîkaya dewletê îro neguheriye û ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê domandin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet êrîş û komkujiyan didomîne. Lê îro jî wek berê divê em bi hev re li dijî van polîtîkayan derkevin. Bersiva herî baş a ji komkujiyan re jî ew e ku gel zêdetir tifaq û yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bike.

HAT XWESTIN KU BI KOMKUJIYA QAMIŞLO RE ŞERÊ NAVXWEYÎ ÇÊBIBE

Piştî maça futbolê ya li Qamişlo hat lîstin, hêzên nîjadperest ên neteweperest êrîşî Kurdan kirin û komkujiyeke hovane pêk anîn. Bi vê komkujiyê re armanc ew bû ku gelan li hemberî hev derxînin û di navbera mirovan de şer û pevçûn derbixin. Dema em li rewşa Sûriyê dinêrin, îro baştir tê fêmkirin ku komkujiya Qamişlo çi bû. Şerê navxweyî ku di sala 2011’an de destpê kir, di sala 2004’an de bi komkujiya Qamişlo re dihat xwestin ku destpê bike, lê di encama pêşdîtin û nêzîkatiya rast a tevger û gelê Kurd de ev şer hate astengkirin. Şerê navxweyî yê ku bi rûxandina Rojava destpê bike, wê bi temamî Sûriyeyê hilweşîne. Ji ber ku rûxandina Rojava tê wateya hilweşîna hemû Sûriyeyê. Heke piştî sala 2011’an Sûriye bi temamî neketibe destê hêzên faşîst, qirker, paşverû û hovane, ev yek bi berxwedan û rizgariya Rojava pêkan bûye. Lê belê dewleta Sûriyeyê nekarî encamên pêwîst ji komkujiya Qamişlo derbixe û polîtîkaya xwe ya nêzîkbûna bi dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst û rêveberiya Tayyîp Erdogan re dewam kir.

Vê siyasetê Sûriye ber bi bobelatê ve kişand û bû sedema rewşa îro. Dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ê ku Sûriye xistiye vê rewşê jî rê nade ku Sûriye ji vê rewşê derkeve. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, êrîşên rojane yên DAÎŞ û çeteyên din, êrîş û komkujiyên wê yên li ser Rojava ji bo vê yekê ne. Ji aliyê din ve, xwe spartina çareseriya demokratîk a dewleta Sûriyeyê ya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta wê ya dildar a li hemberî dewleta Tirk, wê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêbandor bike. Sûriye dikare hemû pirsgirêkên xwe bi taybet pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûyîn, diyalog û muzakereyê çareser bike. Em ji vê bawer dikin û piştgirî didin. Bersiva herî baş a ji hemû komkujiyan re di şexsê kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin de, çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li ser esasê demokratîkbûyînê û avakirina jiyana hevpar a li ser esasê wekhevî û yekîtiyê ye.

DEWLETA TIRK Û PDK JI VÊ KOMKUJIYÊ BERPIRSYAR IN

Dewleta Tirk a qirker a kolonyalîst bi êrîşa li Şêladizê re komkujiyeke din pêk anî. Di vê êrîşê de 2 welatiyên gund bi navên Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) û Komîteya me ya Têkiliyên Derve derbarê vê komkujiyê de daxuyanî dan. Ev komkujî armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere dike. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê çi dike, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bike, dixwaze êrîşî Başûrê Kurdistanê bike û li vir jî qirkirina Kurdan pêk bîne. PDK di heman demê de hevkarê qirkirina Kurdan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ev hemû êrîş bi piştgirî û hevkariya PDK’ê pêk tên. Ji ber vê yekê PDK li gel dewleta Tirk berpirsyarê vê komkujiyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi wêneyên xwe xwedî li nirxên civakî û dîrokî derdikeve
Nûçeya Pişt re Dîmenê çalakiya sekvaniyê hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di girtîgehên hikûmeta demkî de 3 kes bi eşkenceyê hatin kuştin

Hate ragihandin ku di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de di Îlonê de 3 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Meral Daniş Beştaş li kursiyê Meclîsê, Girtîgeha Îmraliyê wek ‘dojeh’ pênase kir

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Mihemed Dilbixwîn li Kobanê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Dilbixwîn ê ku li Eyn Îsa şehîd bibû, li Kobanê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bagera Dujuanê li Japonyayê bû sedema mirina herî kêm 4 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?