Pêncşem, 16 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yegîn: Têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlbaş: Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara miriyan a êrîşa dibistana Mereşê derket 9’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeya Rezan a Amedê narkotîk û çetebûyîn zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê gel li dijî JES’ê rabû: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Êrîşên Îranê nikare me ji armanca me ya azadiyê paş bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiyên Çarşema Sor bi peyamên yekîtî û tifaqê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê 1000 rojê derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kurkçu: Ji bo demokrasiyê divê civak bi înîsiyatîfê rabe
Rojane

Kurkçu: Ji bo demokrasiyê divê civak bi înîsiyatîfê rabe

Hevserokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku ji bo zemîna demokrasî û hiqûqê ava bibe divê civak bi înîsiyatîfê rabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku desthilatdarî ji aliyekî ve bi rêya hevdîtinên bi Rêber Apo re hewl dide sînyalên erênî bide, li aliyê din jî bi operasyonên li hemberî CHP’ê jî hewl dide rejîma otorîter ji nû ve bi cih bike.

GEF Û RÎSKÊN LI SER DIYALOGA KURD-TIRK

Kurkçu rîskên operasyonên berfireh ên li ser CHP’ê yên li dijî lihevkirina civakî û siyaseta demokratîk nirxand û got, “Ev yek rîskeke kujer e. Rejîm bi aqlê Kurdan re qumarê dilîze. Ji aliyekî ve li tevahiya Tirkiyeyê rejîmeke nû ya otorîter-totalîter ava dike, li aliyê din jî ji wan dixwaze ku baweriya xwe bi jiyaneke di nava civakeke aram û azad a di bin serweriya wan de bîne.

Ev yek bi gotina herî sivik, dibe sedem ku Kurd ji rasteqîniya ‘diyalogê’ fikar û gumanan bikin. Kurd dibînin ku tişta bi serê wan de hat, dixwazin bi serê CHP’ê de jî bînin û wan bikin parçeyek ji vê rojevê. Fikara ku ‘fedakariya ji bo aştiyê tê kirin, bi kêrî rejîma zordar tê’ girseyên mezin ji siyasetê dûr dixîne.”

OPERASYONA LI HEMBERÎ LIHEVKIRINA BAJÊR A TEVGERA SIYASÎ YA KURD Û CHP’Ê

Ertûgrûl Kurkçu operasyona ku bi navê ‘Lihevkirina Bajêr’ li dijî muxalefeta bingehîn hate kirin, bi vî rengî nirxand: “Di îdîanameyê de ku êrîşa dadgeriyê ya li ser şaredariyên CHP’ê bi rêya wê têne kirin, bi vî rengî dibêje, ‘Teoriya formula lihevkirina bajêr ji aliyê rêveberiya rêxistina terorê ve hatiye kirin, formuleke welê ye ku di nava sîstema xweseriya demokratîk de li hin qadan dikare bê bicihanîn, di çarçoveya plansaziya tevlîkirina li rêveberiyên xwecihî yên li bajarên rojhilat hatiye avakirin û navê Lihevkirina Bajêr lê hatiye kirin’.

Bi kurtasî di demeke welê de ku serokkomar û hevkarê wê yê biçûk bang li lîderiya PKK’ê dikin ku çekan dîne û rêxistinê belav bike, yanî tişta ku jê re ‘teror’ dibêjin di bin çavdêriya rejîmê de ji aliyê hiqûqî û pratîkî ve ji holê tê rakirin, heman dewlet bi destê ‘celadê seyar’ rêveberiyên xwecihî yên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê û tevlîbûna Kurdan li rêveberiyên xwecihî yên li bajarên rojavayî krîmînalîze dike.”

OPERASYONEKE SIYASÎ YA BI HESABÊN LI SER HILBIJARTINÊN 2028’AN HATIYE KIRIN

Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku beriya hilbijartinên 2028’an ji bo atmosfera tifaqeke gengaz a demokratîk a navbera DEM Partî û CHP’ê ji holê bê rakirin, piştevaniya pirrengî ya li nava gelê li metropolan têk bibe, êrîşeke bi vî rengî hatiye kirin û got, “Li piştperdeya vê êrîşê ew armanc heye ku dixwazin nîşan bidin, dema muxalefet, Kurd û bingeha CHP’ê xwe nêzî hev bikin, wê bişewitin.”

Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku hîn jî derfetê herî esasî afirandina tifaqa demokratîk e û got, “Armanca ‘Tifaqa Demokratîk’ ku di kongreya 2020’î ya HDP’ê de hate formulekirin, bi esasî forumulasyona rola pêşengiyê ya Kurdan di nava muxalefeta civakî de ye.

JI BO AVAKIRINA ZEMÎNA DEMOKRATÎK DIVÊ GEL BI ÎNÎSIYATÎF RABE

Kurkçu pêşniyara Rêber Apo ya nû ya siyasî û têkildarî vê yekê pratîka hikumetê ya li ser avakirina zemîna hiqûqî û demokratîk nirxand û got, “Xuya ye dewlet û desthilatdarî careke din bi ‘zemîna hiqûqî û demokratîk’ nikare ji îmtihanê derbas bibe, wê derbas nebe. Mijare vedigere serî. Her civak, her înîsiyatîf, her camîa wê li cihê lê ye ‘zemîna hiqûqî û demokratîk’ ava bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Soydan Akay giran dibe
Nûçeya Pişt re Bergê yekemîn ê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi Swêdî hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Berxwedana gerîla erşa dagirkeriyê hejand’

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê 'Mizgîniya Newrozê' ya gerîla silav kirin û diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê rapora hiqûqî ya sala 2024’an eşkere kir

DFG'ê ragihand ku piştgiriya hiqûqî di nava sala 2024'an de da 152 rojnamevanan û dozên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şedadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Perwerde ji bo mêran, kulîlk dane kedkarên jin

Di çarçoveya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Dijî Jinan a Navneteweyî li Şedadê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Amedê jinek hate kuştin, keça wê bi giranî birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yegîn: Têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê bê mezinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îlbaş: Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kanîreşê gel li dijî JES’ê rabû: Em ê siberoja xwe biparêzin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?