Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya civînên “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de, bi gelê li Çewlîgê re civiya. Civîn li gundî Armelî yê navçeya Çermê hate lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ev tişt got, “Ji salên 90’î heta îro dewletê hafızaya aştiyê nîvço hişt. Lê belê êdî her kesê dît pêvajo wiha nameşe. Li Meclîsê gelek partiyên siyasî hene. Gelê Kurd jî siyaseta demokratîk dimeşîne.”
RÊBER APO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIDOMÎNE
Piştre welatiyan mafê axaftinê wergirtin û têkildarî pêvajoyê nêrîn, rexne û daxwazên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kir ku divê êdî gotin bikevin pratîkê û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Welatiyan ragihand ku sedemê esas ê girtîbûna Rêber Apo bêrêxistinbûna gel e û diyar kir ku Rêber Apo tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna azadiyê didomîne.

