Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Dieburgê meş, li Zurîhê stand hat vekirin
Rojane

Li Dieburgê meş, li Zurîhê stand hat vekirin

Li bajarê Dieburg ê eyaleta Hessen a Elmanyayê piştî salan ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya Îmraliyê meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyan li herêma Rapperswîl a Zurîhê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd stand vekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dieburg ê eyaleta Hessen a Elmanyayê bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Dieburgê ve hat organîzekirin, piştî demeke dirêj bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan ên li herêmê, weke yekemîn çalakiya mezin hat tomarkirin. Meş li ber stasyona trênê ya Munsterê deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Ev meşa ku piştî deh salan hat lidarxistin, bi tevlîbûna xurt a Kurdistanî û dostên wan bal kişand. Bi sedan kes di meşa 3 kîlometre dewam kir de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên cuda hilgirtin û daxwazên xwe yên edalet û azadiyê anîn ziman. Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin. Di daxuyaniyê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û zextên li ser gelê Kurd tên meşandin.

 

Meş li Marktplatz ê Dieburgê bi dawî bû ê li wir mîtîngek hat lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut di mîtîngê de axivî. Zubeyde Zumrut diyar kir ku komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin îro jî bi şêweyên cuda dewam dike. Zubeyde Zumrut bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd, diyar kir ku ev tecrîd parçeyek ji hewldana radestkirina Rêberê Gelê Kurd e. Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku gelê Kurd teslîmî van zextan nebû.

Zubeyde Zumrut anî ziman ku ev komplo di heman demê de êrîşa li dijî gelên cîhanê ye û bal kişand ser girîngiya berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Tirk. Zubeyde Zumrut di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zarokên gelê Kurd di şert û mercên dijwar de di tunelên şer de li ber xwe didin û divê gel piştgiriyê bide vê berxwedanê.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

ZURÎH

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komuna Gel a Şehîd Çiyager Hêvî li herêma Rapperswil a bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo danasîna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin.

Li qadê belavokên têkildarî tecrîda girankirî ya mutleq û pergala êşkenceya Îmraliyê li gelê herêmê hatin belavkirin.

Li ser navê TCŞ’ê Jiyan Amed axivî û bal kişand ser girîngiya vekirina standê û wiha got: “Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo me, ji bo gelên cîhanê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Tecrîdeke mutleq li ser Rêber Apo heye. Em bi vê çalakiya xwe piştgirî bidin çalakiyên ji bo Rêber Apo tên lidarxistin. Em tecrîda girankirî û bêdengiya saziyên wekî CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst eşkere dikin.

Dewleta Tirk a faşîst nahêle Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe rehevdîtinê bike û hewl dide Rêber Apo ji cîhanê dûr bixe. Lê nikare pêşiya ramanên Rêber Apo bigire. Em ê her tim li qadan fikrên Onder Apo bibêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê ‘Meşa Dirêj’ dest pê kir
Nûçeya Pişt re RJAK’ê Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

Newroza azadî û rûmetê, di qonaxeke nû de bi coşeke mezin li çiyayên azad ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta şehîdên meha Hezîranê û Alî Haydar Kaytan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em aştiyê dixwazin, dev ji zimanê xwe jî bernadin’

Xwişka Şehîd Karker Masîro, Gûrbet Taş diyar kir ku ew li gel pêvajoya ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li dijî krîza xurekê banga razemeniya li sîstemên çandiniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?