Duh çeteyên “Polîsên Leşkerî” ciwanên bi navê Mihemed Ehmed Tirkî Derbalê yê ji bajarê Ezazê û Elî Zekûr El Hebdî yê ji gundê Sêczar ê Ezazê ya dagirkirî, revandin.
Malbata Mihemed Derbalê hewl da agahiyan ji kurê xwe bigire lê çeteyan got ew ne li ba wan e, tevî ku dîmenên destgîrkirina wî û birina wî ji bo navenda çeteyan a li bajarê Ezazê hene.
Her wiha duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemwextî serdana berpirsên ENKS’ê ji bo Efrînê, 3 welatî ji gundewarên Efrînê revandin.
Li deverên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, bûyerên kuştin, revandin, talankirin û diziyê zêde dibin.