În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek navendan coşa Newrozê: Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok!
Rojane

Li gelek navendan coşa Newrozê: Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok!

Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Şirnexê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan di pîrozbahiyên Newrozê de gotin: “Em li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê hat vêxistin. Di şahiyan de dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin. 

COLEMÊRG

Li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê agirê Newrozê hat vêxistin. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hat vêxistin. Ciwanan posterên Rêber Apo hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Ciwanên Geverî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” heta qeda Newrozê meşiyan. Girseyê li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerand.

Li navçeyê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin.

EDENE

Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan ya Edeneyê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek jin û ciwan tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Biji Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di şahiyê de jinan cil û bergên bi rengê kesk, zor û zer li xwe kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di şahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got: “Em li pey ‘Banga Serdemê’ ya Rêber Apo ne. Em hemû gelê vedixwînin şahiya Newrozê ya 23’ê Adarê ya li qada Şanoyê ya Mîmar Sînan bê lidarxistin.”

Hevseroka navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê Şefîk Ozbey jî axivî û banga tevlîbûna şahiya Newrozê kir.

STENBOL

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya DEM Partiyê şahiya Newrozê hat lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de jinan li erbaneyê xistin û stran gotin. Piştre agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. Di şahiyê de jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

ENQERE

Meclîsa Ciwanan Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hatin gel hev û li qada basketbol a zanîngehê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” goveng gerandin.

ŞIRNEX

Girseya gel li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şahiyekê Cejna Newrozê pîroz kir. Bi sedan welatî li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê kom bûn û şahiya Newrozê li dar xistin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş jî tevlî şahiyê bû.

Zarok, jin, ciwan û kal bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer tevlî şahiyê bûn. Welatiyan li taxê agir geş kirin û li ber agirê Newrozê bi seatan govend gerandin. Welatiyan li ber stranan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de welatiyan bêyî navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

Piştre jî jin, li Çarkendalê bi meşeleyan meşiyan. Meşaleyên di destê jinan de li Çarkendalê ku li jora Cizîrê re ye, dimênên rengîn derxistin hole. Jinan li Çarkendalê bi meşeleyan bêyî navber dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Jinan meşeleyên xwe bilind kirin û şeva tarî ronî kirin. Jinan bêyî navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û “Newroz pîroz be” berzkirin. Jinan di meşê de sirûda “Çerxa şoreşê” xwendin.

Jinan bi meşeleyên xwe agir geş kirin û li ber stranan govend gerandin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozgur Ozel: Roja Yekşemê rabin ser piyan
Nûçeya Pişt re Berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî dorpêça leşkerî didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

Supayên Pasdarên Îranê carek din êrîşî kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li sînorê Hewlêrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa DAÎŞ’ê: Ajokarek û şervanek şehîd bûn

Di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de ajokarê tankerekê û endamekî Hêzên Xweparastinê şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?