Hate ragihandin ku li navçeya Kazan a Enqereyê li Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) di saet 15:26’an de teqîn û pevçûn çêbû.
Hêzên dewleta Tirk ragihand ku 5 kes mirin, 3 jê giran 14 kes birîndar bûn. Piştre hejmara birîndaran weke 22 hate diyarkirin. Hate diyarkirin ku 2 çalakvan jî jiyana xwe ji dest dane.
Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk, navenda teknolojiyê ya di qadên dizayn, pêşxistin, hilberandin, temamkirin, nûkirin û xizmetên piştî firotinê yên platformên hewayî ya li Tirkiyeyê de ye.
Şîrket ji bo Airbus A380 ku mezintirîn balafira rêwiyan a cîhanê ye balafira veguhêzînê leşkerî Airbus A400M parçeyan dihilberîne.