Li gorî çavkaniyên xwecihî, li nêzî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyeyê, êrîşeke çekdarî li ser bendeke QSD’ê hate kirin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Hate ragihandin ku di encama bersiva hêzên QSD’ê de çeteyek hate bêbandorkirin.
Di 26’ê Kanûna 2022’an de jî li hemberî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşek hatibû kirin.