Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çiçek û Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Celal Firat li dijî jêbirina nivîsên hilyariyê yên “Pêşî Peya” ên bi kurdî ku li Kurdistanê tên jêbirin”, li navçeya Eyupsultan a Stenbolê li ser Kolana Cengîz Topelê “Pêşî Peya” nivîsandin.
Hevberdevkê HDK’ê Çîçek got, “Em bêtehmûliya li dijî zimanê Kurdî ya li Êlih û Mêrdînê, li Stenbolê şermezar dikin. Ev sîstema nîjadperest ku dijminatiyê li Kurdan dike, di heman demê de dijminatiyê li jiyanê, zindiyan, heywanan, şînahî û xwezayê dike. Ji ber vê yekê divê nîjadperestî û faşîzm têk biçe.”
Celal Firat jî wiha got, “Radibin û rûdinên dibêjin ‘em biran e’. Eger em birabin wê demê divê ev nivîs neyên jêbirin. Li dijî jêbirina nivîsên Kurdî divê hemû civak dengê xwe bilind bike.”