Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi îdîayên “sîxurtî”, “ji bo DYE û Îsraîlê meşandina fealiyetên operasyonî” û “hevkariya bi rejîma Îsraîlê û welatên dijmin” cezayê îdamê li Macid Adîne birî. Macid Adîne 9’ê Çileyê ji ber tevlîbûna çalakiyên li Îranê, li Kerecê hatibû binçavkirin.
Dadgehê her wiha hemû mal û milkê Adîne desteser kir. li gorî ajansa nûçeyan dadgerê Îranê Mizanê, Dadgeha Bilind a Îranê ceza erê kir û vê siharê Adîne hate îdamkirin.

