Yekşem, 26 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 24 saetan 3 jê jin 6 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê Konferansa Herêma Serhedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Malbata Şenyaşar xwest waliyê berê yê Rihayê wekî şahid bê guhdarkirin
Rojane

Malbata Şenyaşar xwest waliyê berê yê Rihayê wekî şahid bê guhdarkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya li ber Wezareta Edaletê û ji Waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn xwestin ku li dadgehê bibe şahid.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Edaletê. Nobet, di roja 55’yan de berdewam kir û wê fitara xwe ya 6’emin li ber Wezareta Edaletê vekin.

Malbata Şenyaşar di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê ya beriya protestoyê de bal kişand ser bêhiqûqiya komkujiyê û daxwaz kir ku waliyê wê demê û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê li dadgehê şahidiyê bike. Malbata Şenyaşar daxwaz kirin ku raya giştî li hemberî çalakiya wan bêdeng nemîne û qala bêhiqûqiya komkujiyê kirin.

‘LI HEMBERÎ HIQÛQA SERDESTAN SERWERIYA HIQÛQÊ’

Ferît Şenyaşar anî ziman ku her kes li malê bi malbata xwe re fitara xwe vedikin  dayikek li ber wezaretê têkoşîna edaletê dide û got, “Li Tirkiyeyê li her qadê krîzên kûr hene. Bingeha vê jî bêedaletî ye. Ger li cihekî neheqî an jî bêedaletî hebe, parastin divê bêdeng nemîne. Dirûşmek paratinê heye; parêzer ne her kes e, bûyîna her kwaî red dike. Bi vê wesîleyê em bang li hemû baroyan bi taybetî jî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dikin; werin em piştgiriyê bidin vê têkoşîna mirovahiyê ya li ber Wezareta Edaletê tê meşandin û bêdeng nemînin. Bila em nebin alîgirê vî sûcê mirovahiyê. Li dijî hiqûqa serdestan werin, werin em hemû bi hev re dewleta hiqûqê li welat serdest bikin.”

BANG LI WALIYÊ BERÊ YÊ RIHA Û NAMZETÊ AKP’Î KIR

Şenyaşar hevpeyvîna waliyê berê yê Rihayê û namzetê şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê yê AKP’ê Abdullah Erîn bi bîr xist û wiha qxivî: “Bifikirin 3 kes li nexweşxaneyeke dewletê tên qetilkirin. Bavê min li nexweşxaneyê tê lînçkirin û qetilkirin, daxuyaniya walîtiyê jî wiha ye; ‘Me rê neda ku bûyer bigihêje astên girantir’ Gelo rewşek ji vê girantir heye? Dikare bibe. Ez û dayika xwe li nexweşxaneyê bûn û bi awayekî mucîzeyî em xilas bûn. Parlamenterê berê yê AKP’ê yê di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê bû, hêza xwe ya siyasî bi kar tîne. Ez ê îfadeya xebatkarekî tenduristiyê ji we re bixwînim., Dibêje; parlementerê berê yê AKP’ê li nexweşxaneyê wiha qêriyaye: ‘Emir daye xizmên xwe ku bila birîndar ji nexweşxaneyê dernekevin û hemûyan bikujin’. Piştî komkujiyê parlamenter bi xizmên xwe re mîna ku tiştek neqewimî ji nexweşxaneyê derdikeve û kesên ku ev sûcê mirovahiyê kirine 4 sal û nîv in nayên darizandin. Di encama têkoşîna dayikê de 2 kes niha tên darizandin. Yek ji kesên tên darizandin birayê parlementerê berê yê AKP’ê ye. Bi vê wesîleyê em bang li waliyê namzetê şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê dikin: Heyeta dadgehê newêre ji bo şahidiyê bang te bike. Em vê yekê dizanin, her kes vê yekê dizane. Di dema walîtiyê te de me gelek caran bi me re hevdîtin kir û te got ku qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê di destê dewletê de ne. Werin û tiştên ku we dîtibûn li ber dadgehê wek şahid bibêjin. Heta ku hûn bêdeng bimînin ev zilm dê berdewam bike û ev guneh e. Daxwazên dayikan diyar in. Dixwaze komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin ronî bibe û kurê wê yê ku 5 sal in bi neheqî tê girtin, bê berdan.”

‘EDALETA KU DAYIK LÊ DIGERE JI BO HER KESÎ YE’

Şenyaşar anî ziman ku piştî hat ragihandin ku yek ji berpirsyarên komkujiyê  Îbrahîm Yildiz jiyana xwe ji dest daye, rewşa wan ji Wezareta Karên Hundirîn pirsîn û got, “Bersiva wezaretê ev bû, ‘Hat tespîtkirin ku kesê bi navê Îbrahîm Yıldiz li Mêrsînê bi nasnameyeke sexte ket nexweşxaneyê û piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.’ Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn, biraziyê parlamenterê ku komkujî pêk anî mir. Heyeta dadgehê der barê vî kesî de biryara girtinê daye û ji Midûriyeta Nifûsê agahiyê dixwaze û dibêje li gorî agahiyên ku Midûriyeta Nifûsê ji heyeta dadgehê re şandiye Îbrahîm Yildiz ê ku komkujî kiriye nemiriye. Li ser vê skandalê ez ji parlamentoyê dipirsim; Gelo dê dadgeh li ser bersiva Wezareta Karên Hundirîn dozê betal bike yan dê li gorî bersiva Midûriyeta Nifûsê tevbigere? “Edaleta ku dayik lê digere ji bo her kesî ye.”

‘EZ Ê LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOME’

Emîne Şenyaşar jî di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku bi salan e li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin û wiha got: “Em serê sibê ji Pirsûsê hatin û li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin. Me gelek êş kişand. Em gelek caran rastî tundiyê hatin. Ev çi dewlet e, ev çi hikûmet e? Ji malbata min hevjinê min jî di nav de 3 kes qetil kirin. Lê kujer hatin berdan. Ev çi edalet e? Bi ser dikana me girtin. Êrîşî nexweşxaneyê kirin. Ev çi edalet e? Heta edalet pêk bê ez ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim. Li pişta min emeliyat bû. Nexweşiyên min hene, lê heta kurê min derkeve ez ê erka xwe bidomînim. Ji malbata min 3 kes qetil kirin û yek ji kurê min di girtîgehê de tê rizandin. Ez ji vir naçim. Banga min ji her kesî re ew e ku piştgiriyê bidin me. Divê me bi tenê nehêlin. Bila kurê min berdin û ez ê herim mala neviyên xwe. Ez niha nexweş im, êdî nikarim bisekinim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin
Nûçeya Pişt re Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1’emîn hatin belavkirin

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Romanyayê hikûmet hilweşiya: Parlamento Bolojan ji wezîfeyê dûr xist

Li Romanyayê, hikûmeta Serokwezîr Ilie Bolojan piştî dengdana bêbaweriyê ku ji aliyê sosyal demokrat û…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Agir û Rojê yên Jin li tacirên tiryakê xist

Milîsên Agir û Rojê yên Jin li navçeya Gever a Colemêrgê xaniyekî aîdî kesên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 24 saetan 3 jê jin 6 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê Konferansa Herêma Serhedê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?