Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Şemzînanê ne
Kurdistan

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Şemzînanê ne

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin, li navçeya Şemzînanê dewam dike. Di meşê de peyama “Kurdistan li benda dengek ji Îmraliyê derkeve ye” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji baskê Wanê beşdarî meşê bûn, îro li navçeya Semzînan a Colemêrgê ne.

Di nava meşvanan de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî hene. Meşvan li navenda bajêr bi gel re hatin ba hev.

Meşvan di ketina bajêr de ji aliyê endamên partiyê ve bi çepik û tîlîliyan ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê meş dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwadana zindanan”, “Ji tecrîdê re na, aştî aniha” û “Bimre koletî, bijî azadî” hatin berzkirin. Gelên li kolanan jî bi çepik û nîşaneyên serketinê piştgirî dan meşvanan.

Parlementerê DEM Partiyê  Şirnexê Zekî Îrmez kesên ku wan pêşwazî kir silav kir û got, “Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye. 35 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê pêk anîn. Teqez divê ev tecrîd bê şikandin.”

Îrmez, anî ziman ku her pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ketiye dewrê, hêviyên aştiyê mezin bûne û wiha domand, “Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li benda dengekî ku ji Îmraliyê bê bihîstin e. Ji bo vê jî gelek çalakî hatin lidar xistin. Hevrêyên me yên girtî ji bo ‘Tecrîdê bişkînin’ dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo şikandina tecrîdê me jî dest bi vê meşê kir. Em bi biryar in û em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin.”

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî bal kişand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine rê û wiha got: “Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Heke aştî pêk were dê bi destê birêz Ocalan pêk were. Ji ber wê yekê divê birêz Ocalan demildest were azadkirin.”

Namzetên Hevşaredariyê yên Şemzînanê jî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Egîd Tekîn jî wiha got: “Hatina we ji bo me dîrokî ye. Meşa we wê bibe wesîleya ku tecrîda li ser Serokatiya me û girtiyan were rakirin.”

Piştî axaftinan meşvanan û welatiyan govend gerandin. Şêniyên bajêr Meşvanên Azadiyê bi îşaretên serketinê bi rê kirin. Meşvan di derketina bajêr de jî di nav çiyayên bilind “govenda azadiyê” gerandin. 

Rawestgeha din a meşvanan wê navçeya Geverê be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa Mezin a Azadiyê: Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike!
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê serê sibehê avêtin ser endamên DEM Partiyê û herî kêm 6 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

3'yemîn Kongreya TAJÊ ya ku bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re Ber bi Jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?