Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê qewimîne nirxand. Karayilan diyar kir ku Newroz divê bi perspektîfa ‘Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Demokratîk’ bê nirxandin û ji bo Newroza 21’ê Adarê ya li Amedê, banga tevlîbûnê kir. Karayilan ev peyam jî da: “Newroza 2025’an dibe ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bibe destpêkek nû.”
Karayilan bal kişand ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê şert û merc ji Rêber Apo re bên afirandin ku bikare bi aktîf tevlî pêvajoyê bibe. Karayilan ev tişt anî ziman: “Gavên dîrokî yên mîna komkirina kongreyê, fesihkirina partiyê û çek berdanê encex bi pêvajoyeke ku Rêber Apo bikare bi rengekî azad rêxistin bike û bi rêve bibe, pêkan e. Devlet jî divê li gorî vê sererastbûnên qanûnî pêk bîne û pêşî li Rêber Apo veke.”
‘DIVÊ ZIMANÊ DIJMINTIYÊ KU PÊVAJOYÊ SABOTE DIKE, BÊ TERIKANDIN’
Karayilan bangên ‘teslîmiyetê’ yên ji aliyê rayedarên bilind ên dewleta Tirk ve hatine kirin, rexne kir û got, “Em qala pirsgirêkeke sed salî, şerekî 41 salan dikin. Ji bo çareseriyê divê êdî zimanê dijmintiyê na, zimanê aştiyê bê bikaranîn. Ti feydeya şer ji bo ti kesê nîne. Rêber Apo projeke aştî û demokrasiyê pêş dixe ku wê bi rengekî erênî bandorê li tevahî Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.”
Karayilan nerazîbûn nîşanî baskê dewletê yê ku banga çekberdanê ya PKK’ê weke “têkçûn” dinirxîne, da û ev tişt bilêv kir: “PKK weke îdeolojîk, siyasî û leşkerî di yek ji demên xwe yên herî xurt de ye. Ne ji ber ku em neçar mane, ji ber ku em ji vîzyona aştî û projeya Rêber Apo bawer dikin, em piştgirî didin vê pêvajoyê.”
Hevpeyvîna bi Murat Karayilan re hatî kirin, bi vî rengî ye:
*Em di pêvajoya Newrozê de ne. Şahiyên Newrozê bi şîara ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ bi coş tên pîrozkirin. Bi wesîleya Newrozê hûn çi dibêjin?
Destpêkê ez hemû gelê me bi rêzdarî silav dikim û Newroza herkesê pîroz dikim.
Beriya bersiva pirsa we bidim, ez dixwazim vê diyar bikim: Me wefata dayika Sakîne Arat bihîst. Rewşeke xemgîniyê ye. Min bi xwe jî dayika Sakîne ji nêz ve nas dikir. Dayikek mînak bû. Hemû jiyana xwe bi ked û cefayê derbas kir. Heta kêliya xwe ya dawî jî, dest ji têkoşînê berneda. Di ked, îrade û israrê de bi rengekî mînak jiyan kir. Dayika Sakîne, dayika me hemûyan e. Ji ber wefata wê em xemgîn bûn. Ez ji hemû malbata wê, dayikên aştiyê û xelkê Amedê re sersaxiyê dixwazim. Belê, temenê xwe qedand, lê ji bo me windahiyek e. Wezîfeya me ew e ku em bibin ewladên baş ên wê û bibin layiqê cefakarî û keda wê. Em soza vê yekê didin.
Newroz di dîroka gelên herêmê û Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Rêber Apo beriya 52 salan, di rojeke Newrozê de derketina xwe ya dîrokî pêk anî. Ji wê demê ve, Newroz her tim bû roja derketinên nû, berxwedan û çalakiyan; bû rojeke ku agir gihiştin asîmanê, ku berê ji ber qedexeyan li giran agir vêxistin jî şêwazekî çalakiyê bû. Gelê me li dora agirê Newrozê, agirê berxwedan û azadiyê her ku çû hîn zêdetir pîrozbahî kir û ev roj pêşwazî kir. Li ser vê rêyê gelek şehîd hatin dayîn. Di serî de Botan û Nisêbîn, li hemû Kurdistanê Newrozê bi şehîdan cihê xwe dît û bi vî rengî hate qebûlkirin. Li ser vî bingehî ez hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bi bîr tînim. Destpêkê ez Newroza Rêber Apo pîroz dikim, silav, rêzdarî û dilsoziya xwe nîşan didim. Di heman demê de ez Newroza dayikên me yên şehîd û hemû malbatên me yên şehîd, pîroz dikim. Ez Newroza hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû gelên herêmê yên ji Newrozê bawer dikin, dîsa Newroza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hemû hevrêyan pîroz dikim. Di sala nû ya Newrozê de jidil ji her kesê re serketinê dixwazim. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û Zekiye Alkan de, ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim, soza me dayî wan dubare dikim. Bîranînên wan, wê di têkoşîna Kurdistana azad û demokratîk de bê jiyîn.
Di heman demê de Cejna Remezanê jî nêz dibe. Her ji niha ve ez Cejna Remezanê ya hemû gelê me û alema Îslamê pîroz dikim.
Em jî van rojên pîroz, di demeke girîng de pêşwazî dikin. Bi taybetî Newroza 2025’an Newrozeke ji rêzê nîne. Em Newroza 2025’an a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî ya pir girîng de pêşwazî dikin. Gelê me vê Newrozê bi şîara ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ pîroz dike. Ev diyarkirineke pir di cih de ye. Ev Newroz dibe ku bibe Newroza çareseriyê û azadiya Rêbertî. Jixwe azadiya Rêbertî di heman demê de tê wateya azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji bo ku Newroza 2025’an bibe sala azadiya Rêbertî û gelê Kurd, divê em bi hemû hêza xwe di nava hewldanê de bin.
Newroz dibe ku bibe destpêkek. Jixwe di dîroka me ya têkoşînê de, her Newroz bûye destpêka derketineke nû. Ev Newroz jî dibe ku bibe destpêka pêngava azadî û çareseriyê. Divê Newroz wiha were pêşwazîkirin. Jixwe gelê me weke Newroza azadiya Rêbertî pêşwazî dike; ev helwesteke rast e lê belê divê hîn berfirehtir bê nirxandin. Azadiya Rêbertî tê wateya çareserî û azadiya gelê Kurd. Di heman demê de aştiya gelên Kurd û Tirk. Bi xwe re wê ne tenê gelê Kurd, wê gelê Tirk jî biguhere, wê bi gelên herêmê re jî guhertinên mezin çêbike. Lewma divê hemû welatparêzên Kurdistanî, hemû civakên Tirkiyeyê yên demokrat û aştîxwaz, kedkar û derdorên çep-sosyalîst di vê demê de ji bo azadiya Rêbertî bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vî bingehê divê her kes beşdarî Newrozê bibe. Dixwazî li Kurdistanê û li herêmê be; dixwazî li Ewropa û dervey welêt, di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz her kesê aştîxwaz û azadîxwaz divê hîn xurttir beşdarî Newroza 2025’an bibe. Divê qadên Newrozê bên tejîkirin û ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bang bên kirin. Di Newrozan de divê tenê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo û ji Rêbertî re azadî’, bên berzkirin. Divê ev dirûşme bi rengekî hîn xurt û girseyî bên berzkirin. Divê her kesê demokrasî, azadî û wekheviyê dixwaze li dora vê daxwaza gelê Kurd kom bibe.
Ji vî alî ve bi taybetî jî Newroza Amedê pir girîng e. Hem Amed navend e, hem jî tam roja 21’ê Adarê li wir dê Newroz bê pîrozkirin. Lewma divê tevlîbûna Newroza Amedê, ji ya sala 2013’an hîn mezintir be. Wê demê nêzî 2 milyon kes beşdar bûbûn. Niha divê hîn girseyî û mezintir be. Gelê me yê li dora Amedê, yanî gelê me yê li Riha, Bîngol, Êlih û Mêrdînê divê beşdarî du Newrozan bibin. Hem beşdarî Newroza li bajarên xwe hem jî beşdarî Newroza li Amedê bibin. Bi vî rengî divê gelê me giraniya xwe bide pêvajoyê û bang bike. Daxwaza aştî, çareserî, azadî û demokrasiyê divê li wê qadê bi girseyeke mezin bê vegotin. Divê hemû cîhan vê pîrozbahiya mezin a azadî û demokrasiyê bibîne. Divê Newroz wiha were pêşwazîkirin.
*Di 27’ê Sibatê de Rêbertî li pêş çavê hemû cîhanê bangek kir. Tevgera we ev bang weke manîfestoyekê pênase kir û agirbest îlan kir. Lê belê dewletê ti gav neavêt. We di bernameya xwe ya 4’ê Sibatê de gotibû, ‘Divê Rêber Apo azad bibe, ez bi xwe nikarim banga çek berdanê li gerîla bikim’. Têkildarî vê yekê hûn ê çi bêjin?
Niha jî ez heman tiştê dibêjim. Heta niha gelek hevalên me beşdarî bernameyan bûn. Herî dawî Hevserokatiya me jî beşdar bû û heman tişt gotin.
Niha kesên ku em hewl didin pê re aştiyê bikin, yanî dewlet, divê me rast fêm bike. Tişta ku Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî xistî rojevê ji rêzê nîne, tiştekî pir mezin e. 52 sal in têkoşînek, 41 sal in şerek didome. Kadroyên bi biryar ên xwedî sekna îdeolojîk, di nava vê tevgerê de cih digirin. Biryara komkirina Kongreyê, fesihkirina Partiyê û çek berdanê rewşeke ji rêzê nîne. Lewma encex damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ku hemû heval wî esas digirin, dikare vê pêvajoyê bi encam bike. Rêbertiya me dikare vê bi rengekî aktîf bixe pratîkê, rêxistin bike û bi rengekî tendurist bi ser bixîne. Ji bo ku ti kom ji derve nemînin, her kes îkna bibe em dibêjin bila wiha be. Hinek vê weke şert şîrove dikin û dibêjin, ‘em şert qebûl nakin’, lê ji bo ev teker bizivire ev pêdiviyek e. Divê derfet hebin ku Rêber Apo bi aktîf beşdarî vê pêvajoyê bibe. Yanî divê azad be, azad tevbigere.
Hin hevalên me yên ne li qadê, yên li dervey welêt yan jî li zindanê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku dibe Rêbertî bi rêya teknîkê peyam bişîne. Lê belê ev ne karekî bi peyamekê biqede ye. Mesele eger kongre çêbibe, divê Rêber Apo ji hemû qonaxan û biryarên hatine girtin agahdar be û bersiv bide. Belê, belkî neyê qada kongreyê û ji derve beşdar bibe; di vî warî de teknîk jî dikare rol bilîze lê divê şande biçe cem û were, divê perspektîfan bide şandeyan û bişîne, her wiha divê bi kesên îkna nebûne re baxive. Bila her kes bizane ku, di rewşa heyî de heval, şervan û fermandarên me yên îkna nebûne, hene. Hevalên ku ji derve wiha diaxivin bi qasî zanîna xwe dinirxînin, lê em li vir in û em hîn baştir dizanin. Di vê xisûsê de hin mijar ji hevalên li vir re bên hiştin, wê baştir be.
Niha di rêya bi ser ketina vê qonaxê de mesele hin rayedarên dewletê dibêjin, ‘divê teqez were kirin û were bicihanîn’; rast e, divê evane bên bicihanîn lê ji bo bên bicihanîn jî divê şert û merc bên afirandin. Devlet Bahçelî bangek kir û pêşiya vê pêvajoyê vekir. Di wê bangê de çi gotibû; “Bila Ocalan ji bo çek berdanê û fesihkirinê bang bike; bila were di koma DEM’ê de li meclîsê baxive; bi vî rengî heya dawiyê mafê hêviyê bê naskirin.” Vêca niha bang hate kirin û kesên rayedarên dewletê diyar kirin ku ev bang ecibandine, di cih de dîtine û jê memnûn bûne. Dîsa weke PKK me jî bersiva erênî da û ji bo ev pêvajo bimeşe, me agirbest îlan kir. Ya rast destpêkê ev jî erênî pêşwazî kirin û diyar kirin ku banga Rêbertî temam dike. Dibe piştre hinekan helwesta xwe guhert, lê di tahlîla dawî de em jî erênî nêz dibin, em ji projeya Rêbertiya xwe bawer dikin û em ê bi temamî beşdar bibin. Di vê rewşê de divê hin qanûnên pêwîst bên sererastkirin û pêşî li Rêbertî were vekirin. Lê belê şûna vê yekê bikin (yanî qanûnan sererast bikin), tiştên weke ‘dîroka Kongreyê kengê ye, wê li kuderê kom bibe’ û hwd nîqaş dikin. Baş e, lê belê di rewşa heyî de li qadê şer heye û derfet nîne ku vê yekê bixin meriyetê! Eger aliyê dewletê jî bi rastî dixwaze ev pêvajo bikeve meriyetê, divê weke hatî diyarkirin ku di navbera gelên Kurd û Tirk de yekîtî û aştî çêbibe, wekhevî pêk were û ji bo vê yekê jî divê her kes wezîfeya xwe pêk bîne.
Têkildarî vê yekê ez dixwazim xisûsek din jî diyar bikim: Mesela çêkera me ya heyî ya şervan û fermandariyê piranî ew hevalên me ne yên ku piştî sala 1999 û 2000’ê beşdarî refên me bûne. Hemû yên ku piştî van salan beşdar bûne, bi armanca mîsogerkirina azadiya Rêbertî beşdar bûn. Heta ku ev heval dengê Rêbertî nebihîzin, nebînin ku pêşî li azadiya Rêbertî hatiye vekirin, ne pêkan e ku bi hêsanî îkna bibin. Lewma min got, ez bang nakim. Ji ber ku ez bi hevalan re dijîm, nas dikim û dizanim. Ji bo tişteke ku îkna nabin û pêk nayînin, çima ez bang bikim! Helbet ez bang nakim; ji ber ku di cih de nîne. Ji bo vê divê hewldan bê nîşandan. Her wiha em di nava şer de ne. Çawa tişteke wiha ji bo hêzeke di nava şer de tê gotin!
Hêzên li nava dewletê yên bi aqlê selîm tevdigerin jî, divê van rewşan berçav bigirin û ji bo pêşketina pêvajoyê tiştên pêwîst bi cih bînin. Encex bi vî rengî wê pêvajo pêş bikeve.
*Di vê pêvajoyê de zimanê hin rayedarên dewleta Tirk nehat guhertin. Zimanekî wan ê tûj û bi jehr heye. Herî dawî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler axivî û got, ‘Divê bêyî şert û merc çekan teslîm bikin’. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?
Bê guman ev jî mijareke girîng e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek kevne. Eger tu ji dema Osmanî hesab bikî, 219 sal in nakokî heye; eger em ji sala 1806’an dema li Koysancakê Abdullah Babanzade bi xençerê li Waliyê Osmanî xist û vir ve hesab bikin. Bi taybetî di dema komarê de em derketina Şêx Seîd weke destpêk binirxînin, tam 100 sal in pirsgirêka Kurd heye. Di sedsala borî de gelek komkujî û mirin çêbûn. Di dema me de jî mirin çêdibin. Dewlet dibêje, ‘Tirkiyeya bêteror’. Yanî ew tundiyê weke teror bi nav dikin. Bê guman eger ew tundî teror jî be, her çi be jî ne yekalî ye. Eger tişta em dikin ‘teror’ be, dewletê ji me hîn zêdetir teror kiriye. Li Kurdistanê 17 hezar û 525 êrîşên kiryar nediyar hatin kirin, ku kiryarên wan hêzên dewletê bûn. Piraniya van bi mirinê bi encam bûn, hinek jî bi birîndarî ji van êrîşan rizgar bûn û hinekan jî ti birîn negirtin. Her wiha, gundên hatine valekirin, mirovên hatine qetilkirin jî mirov çiqas bijmêre naqede. Niha hinek qala hesasiyetê dikin; gelo ma hesasiyetên gelê Kurd jî nînin? Helbet hene.
Bi kurtasî şerek qewimî ye; kokê wan digihije beriya 100 salan û niha em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dixwazin aştiyê çêbikin. Lê belê ji bo vê yekê divê destpêkê zimanê tê karanîn, ne zimanê dijmintiyê be, divê zimanê aştiyê be. Bê guman divê zihniyet ne ya dijmintiyê, divê zihniyeta dostatiyê be. Lê belê niha em lê dinêrin; zihniyeta heyî jî, zimanê tê karanîn jî mîna berê ye. Di zimanê xwe de agirê diavêjin, tam dijmintî tê kirin.
Gelek kes hene ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Eşkere ye ku li aliyê dewletê jî hin bask hene dixwazin sabote bikin, li aliyê Kurd jî heye. Hîn girîngtir jî, li Herêma Rojhilata Navîn gelek hêz hene ku dixwazin ev şer bidome. Ji ber ku gelek hêz ji vî şerî rantê bi dest dixin. Jixwe ji bo vê Rêber Apo êdî dixwaze çarçoveyê biguhere. Yanî yên şer dixwazin, hene. Mirov wan fêm dikin. Tûjbûna zimanê wan û çi tiştê were devê wan gotin, normal e. Lê belê bikaranîna heman zimanî ji bo yên wezîfeya wezaretê dikin û rayedarên dewletê, mijareke cuda ye. Gelo em ê bi hev re aştiyê çêbikin, yan em ê hevdû tune bikin!
Di vî şerî de ti kes bi gotina ‘ez bi ser ketim, min ew têk bir’ nikare serketineke sivik çêbike. 41 sal in şer heye û aliyan nekarîne hevdû tune bikin. Ne me karî hêzên dewletê ji Kurdistanê derbixin, ne jî wan karî weke rêxistin me tasfiye bikin û çeperên me ji me bistînin. Yanî encam pat e û divê vê yekê qebûl bikin. Lê belê hin hêz bi gotina ‘em bi ser ketin’ hewl didin rantê bi dest bixin. Mesele ew ê ku we behs kirî, Yaşar Guler ku berpirsyarê Wezareta Parastinê ye, tu lê dinêrî daxuyaniyên wî hemû nepixandî ne. Niha êrîşên balafiran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çêdibin, ne wisa? Ew balafir ti windahiyê nadin me. Ji ber ku me li hemberî wan tedbîrên pêwîst girtine. Lê belê ew bê navber êrîşan didomînin. Bi heman rengî êrîşên bi topan jî pêk tînin. Evane hemû ji qaseya dewletê derdikevin. Dewlet ji feqîr û hejaran pere digire; bi karanîna çekan wan pereyan xerc dike. Eger lêkolîn bikin, wê bibînin ku ev êrîş ti encamê nagirin. Lê belê bê navber êrîşên xwe didomînin û piştre hewl didin encamê ji vê derxin. Her hefteyê dibêjin, ‘me gelek kuştin’. Yanî bê navber wiha hejmara miriyan zêde dikin û xwe bi vê yekê re ewqasê serketî nîşan didin. Di rastiyê de jî tiştekî wiha nîne; me ti windahiyeke wiha nedaye. Ewên kuştine firîne hewayê çi jê hatine, nayê zanîn. Ji ber ku derew in; derewan li vê civakê dikin; li ser re jî serketina sexte çêdikin û rantê bi dest dixin. Ne rast e; ne bi ser ketine, ne jî windahiyeke wiha dane kesekî! Mesele ev e. Dibe ku heman kes bi heman rengî raporan dide yên ji xwe jortir. Ji serokkomar yan jî wezaretên din re bi rengê ‘me ev qas kuştin’ û hwd agahiyên derew pêşkêş dikin. Lê belê rewşeke wiha nîne. Mesele daxuyanî dan, gotin, ‘li herêma pence-kîlît, kîlît hate girtin’. Di rastiyê de negirtin, lê di daxuyaniya xwe ya fermî de wisa gotin.
Gotinek heye; dibêjin, ‘di şer de yê ewilî bimire heqîqet e’. Weke şoreşger em dibêjin, ‘em vê qanûnê rakin û em rastiyan bînin ziman, bila rastî nemire’. Lê ev aliyê şer jî heye. Mesele ez nafikirim ku asta herî jor a dewletê têkildarî şerê ku dewam dike, tam xwedî agahiyên rast e. Li gorî daxuyaniyên wan, me di nava çend mehan de bi hezaran windahî dan. Lê belê tişteke wiha nîne. Helbet di nava şer de windahiyên me çêdibin, lê belê wisa zêde nîne. Yanî dezenformasyon heye; şerekî psîkolojîk tê meşandin û hîna jî vê didomînin. Em dixwazin dest bi demeke nû bikin. Em dixwazin şer rawestînin û aştî çêbibe. Wê demê divê hûn jî xwe biguherin. Lê belê em lê dinêrin; dewam dikin. Bi taybetî jî em gotinên wiha yên ji aliyê dewletê ve tên, qebûl nakin, red dikin; ne rast in. Eger gotinên wiha dewam bikin, wê demê bi rola sabotor radibin. Pêşî li pêvajoyê venakin, wê asê bikin.
Wî wezîrî gotiye, ‘bila bê şert û merc teslîm bibin’. Kî dê teslîmî te bibe! Ew mirovên tu behs dikî, hemû fedayî ne; hemû ji bo armancên pîroz bûne şoreşger. Kî dê teslîm bibe! Gelo yê ku vê dibêje, ew bi xwe ji vê yekê bawer dike? Mesele niha li Metîna, Zap û gelek cihan di navbera leşkeran û hêzên me de 200-300 metre mesafe heye. Megafon dane destê wan leşkeran; leşker bang dikin, dibêjin, ‘serokê we daxuyanî da; hûn jî werin teslîmî me bibin’. Ev mantiqekî çawa ye, mejiyê mirov narake. Kî dê were teslîmî te bibe! Ev 4 sal in te li wir şer kiriye, te nekariye wî çeperî bigirî. Ew kesê di wê çeperê de li ber xwe dide, tevî moralê xwe yê bilind wê were teslîmî te bibe? Mirovên bi rûmet ên ji bo dozê xwe feda kirine, PKK’î ne. PKK’î ji bo rûmeta xwe bêyî ku bifikirin, wê xwe feda bikin. Ev kes wê bi banga te werin teslîm bibin? Bi bangên wiha re ti encamê nagirin, ti feydeyê wê ji bo Tirkiyeyê jî nîne, lê dîsa jî dikin. Encex eger ji bo pêşketina çareseriyê, hewldanê bikin, wê feydeyê çareseriyê gelek ji Tirkiyeyê re çêbibe.
Rêber Apo tenê ji bo Kurdan na, ji bo gelê Tirk jî vê demê pêş dixe. Dixwaze li Tirkiyeyê guhertinê çêbike, demokrasiyê çêbike. Bi vî rengî ji bo pêşî li Tirkiyeyê veke, hewl dide. Tirkiye niha di tengasiyekê de ye, ne wisa? Geşedanên heyî yên herêmê, li dijî Tirkiyeyê gef çêdike. Em hemû vê dibînin; lewma li vir pêdivî nîne ku em demdirêj behsa van bikin. Lê belê dema ku em demê rast binirxînin, em dibînin ku Tirkiye di nava tengasiyekê de ye. Rêber Apo got, ‘eger Tirkiye dixwaze vê tengasiyê bi aştiya li gel Kurdan re derbas bike, em hene’. Eger hûn bixwazin, divê hûn jî li gorî wê nêz bibin. Wisa vale vale pesnê xwe dayîn û serketinên sexte çêkirin, nabe. Divê her kes were rastiyê.
Tişteke din a ecêb, ev kes dibêje, ‘di banga hatî kirin de agirbest nîne; lewma divê ti kes tiştek wiha nefikire’. Başe ma tu dê di nava şer de çawa pêvajoyê bimeşînî! Baldar bin; vaye tengasî ev e. Ji bo pêvajo bimeşe, divê beriya her tiştî dawî li van helwestan were. Ji ber nêzîkatiyên wiha pêşî navekin, berevajî asê dikin. Bi kurtasî kesên li nava dewletê bi aqlê selîm tevdigerin, divê vê yekê bibînin û li gorî vê yekê liv û tevgereke ku pêşî vedike pêş bixin. Yan di çarçoveya vê nêzîkatiya vî wezîrî de, ti pêşketin çênabe. Berevajî, axaftin û daxuyaniyên ku rûmeta mirov diêşînin, pêvajoyê dixe nav xeteriyê. Divê her kes vê bizane û bi rastî jî eger dixwazin pêvajoyê pêşde bibin, divê dest ji tiştên wiha berdin.
* Hin rayedarên dewleta Tirk dibêjin “Me PKK têk bir, ji ber PKK têk çûye derbasî pêvajoyek bi vî rengî bûye.” Hûn di vê mijarê de çi dibêjin? Gelo di rastiyê de PKK ji ber ku têk çûye agirbest ragihandiye?
Hin aliyên girêdayî dewletê yên tiştên wisa dibêjin hene, lê bingeha wê ya rast nîne. Di bingeha van de şerê psikolojîk heye. Weke parçeyek şerê psikolojîk her tim dibêjin ‘me li wan xist, têk bir û tine kir’ û ev yek hê jî didome. Niha jî dibêjin, ji ber neçar mane dest bi pêvajoyek wiha kirine. Divê gelê me, raya giştî û dewlet bi xwe jî bizanibe ku em neçar nemane. Berovajî me xwe ji serdema şerekî cuda re amade dikir. Lê belê Rêbertiya me diyar dike ku ev deh sal in li ser vê mijarê lêhûrbûnê dike û dixwaze bi pêvajoyeke veguherînê re guhertinê pêk bîne. Bi gotineke din dixwaze projeyeke bi vî rengî ji bo me û ji bo berjewendiyên tevahiya herêmê pêş bixe. Ev pêvajo xwedî wate û kûrbûneke girîng e. Lewma divê ti kes vê pêngava dîrokî ya Rêber Apo bi mijarên bi vî rengî yên ji rêzê ve girê nede.
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku, PKK tevgereke civakî, siyasî, bîrdozî û rêxistinî ye. PKK tenê ne gerîla ye. Dibe ku PKK ji sedî 10 leşkerî be. Bingeha wê ya esasî civakî ye. Û PKK niha di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê û li her deverê di dema xwe ya herî xurt de ye. Ev mijareke teqez e.
A rastî di mijara gerîla de qelsî nîne. Em ne mirovên bê tecrûbe ne. Bi salan e em di nava vî karî de ne. Gelek bûyer hê neqewimîne, wê encamek çawa bi xwe re bîne em dizanin. Helbet em nabêjin ku em bêqisûr in; kêmasiyên me jî hene, lê ji hin bûyeran em dikarin encama ku dê rû bide, bibînin. Me dît ku di sala 2016’an de Gladiyoya NATO’yê bernameyên pêwîst ên ji bo amadekirina balafirên keşfê yên bi çek da Tirkiyeyê, her wiha nîşan da ku parçeyên hesas ên pêwîst dikare ji ku derê peyda bike, bi vî rengî kir ku ev teknîka şer (SÎHA) bikeve destê artêşa Tirk. Piştre ji şîrketên di bin kontrola dewleta Tirk de destpê kir û di vî alî de xwe pêş xist. NATO, çima tiştek bi vî rengî kir? Ji bo me qels bike û hevsengiya şer veguherîne aliyê dewleta Tirk, ev yek kir. Ji ber vê yekê me lê nêrî û me dît ku çekeke sûîqestê ya pêşketî ye, bi vê yekê re dikarin zorê bidin me û derbên mezin li me bidin. Li dijî vê me çi kir? Me berê hêzên xwe neda Bakurê Kurdistanê. Me hêz û çalakiyên xwe yên li Bakur kêm kirin. Ev yek di aliyê stratejîk de ne têk çûne, berovajî ji bo ku em bi ser bikevin nêzîkatiyeke taktîkî bû. Lê belê niha ew generalên ku bi ser neketine, mîna wezîrên wan, dixwazin li ser vê nêzîkbûna me ya taktîkî serketinekê ji xwe re ava bikin. Dibêjin “Me PKK di nava sînorên Tirkiyeyê de bêmecal hişt.” Başe eger hûn bi ser ketine, wê demê çima her roj li gelek cihan qedexeya derketina derve radigihînin û li wir operasyonan pêk tînin? Li Botan, Amed, Dersim û Serhedê her roj ewqas operasyon hene. Heke wisa be, hûn çima nahêlin ku gel biçe zozanan? Hûn çima ewqas tedbîran digirin? Ew dizanin ku hêzên me li her derê ne, lê em wan naxin liv û tevgerê. Û helbet em dixwazin amadekariya xwe bikin. Ji bo ku gerîla di nava van şert û mercan de çawa xwe biparêzin û bi ser bikevin lêhûrbûnên me hene û ev xebatên me heta astekê bi encam bibû. Bi kurtasî em jî vala nesekinîne. Ji ber vê yekê ne pêkane ku me têk bibin.
Performansa fedayiyên hêja Asya Alî û Rojger Hêlîn ê di çalakiya dawî ya TUSAŞ’ê de, her tiştî radixe pêş çavan. Yanî şert e ku her mehê carek li Enqerê çalakî bê kirin! Salê carekê ne bes e! Û eger hêzek bikaribe bi rengekî mînak, cesaret, xwînsar û profesyonelî çalakî bike, qet têk diçe? Helbet hevrê Asya û Rojger ne bi tenê ne. Hevrêyên wan jî hene. Û em li ser vê yekê disekinin. Helbet em naxwazin di vê serdemê de pir zêde li ser mijarên wiha baxivin, lê tevgereke ku fedayiyên wiha di nav de hebe û xwedî tecrûbeyeke mezin têk naçe. Ne pisporên sexte yên ku dibezin qenalên televîzyonan û rastiyê berovajî dikin, divê pisporên rastîn, rastiya ku em wiha têk naçin, fêm bikin.
Mijarek din a ku me dît, fikirîn ku ew ê bi teknîkê derdora me teng bikin. Jixwe balafirên SÎHA xistin dewrê. Li dijî wê me çi kir? Em ketin nava lêgerîna ka ev SÎHA çawa tên îmhakirin. Di encamê de em gihiştin kapasîteyek bi vî rengî. Vê yekê jî weke mizgînî me bi gelê xwe re parve kiribû. Niha naxwazim yek bi yek navê modela wan bidim pey hev, lê dikarim bêjim ji wê demê û vir ve piraniya SÎHA’yan êdî li herêmên me nagerin. Ji ber ku eger bên wê yekser bên xwarê. Heta niha 24 SÎHA ji aliyê gerîlayên me ve hatine xistin. Îcar, eger Birêz Yaşar Guler derdikeve pêşberî kamerayan û her tiştî bi civakê re rast parve dike, çima qet qala wan nake? Ma ev hemû ne balafirên dewletê yên ku bi berdêla milyonan dolarî hatine çêkirin? Niha ewqas balafirên keşfê hatin xistin; Hema hema dîmen û wêneyên hemûyan hatin weşandin. Gelek ji wan li herêmê ji aliyê sivîlan ve hat kişandin û parvekirin. Îcar çima wan parve nake? Ji ber ku naxwaze bêje PKK gihîştiye wê astê ku balafiran dixîne xwarê. Naxwaze haya gel ji rastiyan hebe. Lê belê rastî ev e.
Mijarek din, dibe ku haya raya giştî jê nebe, lê bêguman ew bi xwe dizanin. Niha teknîkeke me heye ku dikare tevahiya Bakurê Kurdistanê û heta nîvê Tirkiyeyê bike hedef û di mesafeya 800 km de li hedefê bixe. Eger em bixwazin em dikarin aboriya Tirkiyeyê û her tiştî bikin hedef û krîzeke mezin ava bikin.
Bi kurtasî em jî stratejiyek dimeşînin. Divê ev yek bê zanîn. Wisa her tişt bi şerê psikolojîk nayê kirin. Belê dibe ku bi şerê psikolojîk xwe gihandibin vê rojê, lê divê bê zanîn ew ê nekaribin ji vir û şûnde dewam bikin. Ji ber ku pêvajoyek nû destpê kiriye û di vê pêvajoya nû de divê ne bi rêbazên şerê taybet, bi rêbazên rastîn liv û tevger çêbibe.
Mînak li Herêmên Parastinê yên Medyayê (Zapê) 4 sal in şer heye. NATO destek dide wan û di vî şerî de çekên herî nûjen bikar tînin. Heta robotên bi modelên cuda cuda şandin tunelan. Hevrêyên me dest danîn ser van, lê ji bo tevgera me deşîfre nebe, me guncaw nedît em di çapemeniyê de parve bikin. Dîsa çekên ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatine qedexekirin, bi kar anîn. PDK’ê alîkarî da wan; Dewleta Iraqê jî alîkariya wan kir. Lê belê heta niha nekarîne Zapê bixin bin kontrola xwe. Zap hê jî di destê me de ye. Belê, hin herêm bi dest xistine, lê herêmên stratejîk di destê me de ne. Mînak hê jî nekarîne xwe bigihînin Ava Zapê. Hatine Dêralokê û bi alîkariya PDK’ê li wir qereqoleke leşkerî ava kirin û li wê derê temasa wan bi Ava Zapê re çêbûye. Lê li deverên ku nuqteyên me yên sereke lê ne, nekarîne bên û li wan herêman lingê leşkerên Tirk li Ava Zapê jî neketine. 4 sal in encax karîn xwe bigihînin nuqteyek bi vî rengî. Ev yek ji bo artêşek tê çi wateyê? Tevî ku ewqas teknîk û derfetên wan hene, ev 4 sal in nikarin kontrol bikin. Lê belê tevî vê yekê jî hê dibêjin ’em bi ser ketin.’ Hûn çawa bi ser ketin! Di vir de taktîkek heye, rêbazek heye.
Bi kurtasî bi rapor û propagandayên bi vî rengî yên nerast, nikarin xwe bigihînin heqîqetê. Heqîqeta me cuda ye. Dibe ku em vê yekê nekaribin pir bînin ziman û nagihêjin her kesî, ev gotinên me tenê di çapemeniya azad a Kurd de tên weşandin. Dibe ku negihêje her der û nebe rojev jî. Dibe ku negihêje raya giştî ya Tirkiyeyê jî lê rastî ev in. Rastî çiqas bê veşartin jî teqez rojek ew ê derkeve holê. Kes nikare pêşî li rastiyê bigire.
Di meha Çileyê de, me Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe lidar xist. Hemû hevalên vexwendî, di civînê de amade bûn. Civînek bû ku ji hefteyekê zêdetir dom kir, nîqaşên dewlemend û berfireh hatin kirin. Plansaziya salane hate kirin. Ya herî girîng li ser bingehê tecrubeya 4 salên dawî, me doktrîna xwe ya şer nû kir. Çarçoveya doktrîna şer hate zelalkirin ku em ê li ser tevbigerin, şer bikin û Şerê Gel ê Şoreşgerî bimeşînin. Hetta pirtûka wê jî hate nivîsandin. Yanî di şer de me gelek nûbûn û guhertin pêk anîn. Gelek tiştên ku berê nebûn, niha hene. Mesele em ê tenê sererd şer nemeşînin; em ê binerd jî bimeşînin. Tunelên şer jî êdî bûye rêbazeke taktîkê. Di destê wan de teknîk hebû; di destê me de teknîk nebû. Niha jî me teknîk pêş xist. Êdî em dikarin şerê hewayî jî bimeşînin. Dibe hîna jî nebesî hene û di asta wan de nebe, herî kêm em dikarin bersiv bidin. Yanî ji bo me êdî ji xeynî şerê bejahî, meşandina şerê binerd û hewayî jî pêkan e. Û tenê hedefên nêz na, em dikarin li ser hedefên dûr jî hukim bikin. Li ser vê bingehê me doktrîna xwe ya şer pêş xist. Nirxandina aqlê demê, bi rengekî rast naskirina dem û li ser vê bingehê pêşxistina dewlemendiya taktîk. Hîn bi eşkeretir ez bêjim; me dît ku heta em zekaya çêkirî di xizmeta şer de bi kar neyînin, em ê nekarin li hemberî teknolojiya serdemê gerîlayên modern bigihînin serketinê. Niha em gihiştine wê noqteyê ku vê xelekê bi ser bixin. Me asteke diyar bi dest xist da ku em zekaya çêkirî bixin bin xizmeta çek û taktîka şer. Di heman demê de bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk jî em kalîteya mirovan bilind dikin; em mirovên fedayî, xebatkar, pispor û profesyonel perwerde dikin. Wê demê em ê çima têk biçin; em bi ser dikevin. Em di rewşa hêzeke xwedî siberoja ronî de ne. Em bawer dikin ku em ê bi doktrîna xwe ya şer a dema nû teqez bi ser bikevin. Bi salane em lêhêrbûnê dikin û herku diçe em hîn bi biryartir dibin. Em ê bi şervanên xwe yên fedayî re bi ser bikevin ku em her tim bi van şervanan serbilind in. Em di vê yekê de pir bi biryar in. Divê gelê me jî vê bizane.
Li gel vê rewşa gerîla, em dilsozê Rêber Apo ne. Em, tevgereke Rêbertî ne. Fikir û ramanê vê tevgerê, ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin; em jî beşdarî Rêber Apo bûne. Niha eger Rêber Apo qasî 10 salan li ser mijarekê lêhêrbûn kiribe, em teqez jê bawer dikin û tevlî wî dibin. Lê belê eger dewlet vê yekê qebûl neke û pêşî lê neveke, bêje ‘ez ê we bi çek tune bikim’. Wê demê em ê li gorî civîna xwe nêz bibin ku me li ser bingehê tecrubeya 41 salan taktîka xwe diyar kir, doktrîna xwe zelal kir û plansaziya vê civînê kir. Li ser vî bingehî Bakur jî di nav de, wê li her derê pêngavên xurt pêş bikevin.
Bi kurtasî, derfetên me hene; em bêbijartek nînin û em mecbûrî ti tiştî nînin. Weke leşkerî jî, weke siyasî jî bijartekên me hene. Em jî hêzeke di asta herêmî de ne. Em dikarin peywendiyan ava bikin, lê belê li ser esasê hêza xwe ya cewherî em dikarin li dijî her cure êrîşan xwe biparêzin û pêşketinan ava bikin. Têkildarî vê yekê em ji xwe, hêza xwe û xeta xwe bawer dikin, lê weke min diyar kirî herî zêde jî em ji Rêber Apo bawer dikin. Em ji projeya Rêber Apo re jî amade ne. Niha em ji bo wê hewl didin. Di vê noqteyê de, divê Rêber Apo di pratîkê de tevkariyê li me bike, dewlet jî têkildarî vê yekê rêya wî veke. Madem wê aştî çêbibe, wê demê divê hin tiştan qebûl bikin, bi vî rengî wê çek ji dewrê derkevin. Bi gotina Rêber Apo têkoşîn wê ji çek û tundiyê, biçe ser zemînê siyasî û hiqûqî. Temam; em li gorî vê dikarin veguhertinekê çêbikin, lê ji bo vê yekê divê yê li hemberî me jî meselê rast binirxîne. Her tişt li gorî xwe eyar kirin, di nava civakê de li gorî xwe feraset çêkirin û her kesê li gorî xwe xistina nava liv û tevgerê, bi vî rengî nabe. Bi kurtasî em vekirî ne; hem li ser bingehê banga Rêber Apo em ji pêvajoya aştî û çareseriyê re amade ne, hem jî eger dewlet vê yekê qebûl neke û bi ser me de were, em ji bo şer jî amade ne. Divê her kes vê bizane.