Çalakiya nobetê ya ku duh bi şev li dijî desteserkirina vîna gel li Colemêrgê dest pê kir, îşev jî didome. Piştî meş û xwepêşandanên tevahiya rojê, parlementerên DEM Partiyê vegeriyan qada nobetê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenter çalakiya nobetê domandin. Gelek nûnerên saziyên sivîl hatin qada çalakiyê û piştgiriyê dan çalakiyê.
Li tevahiya qada ku nobet lê tê girtin ji aliyê polîsan ve hat girtin û derketina derve qedexe ye. Polîsan bend danîn li ser rêyên sereke yên bajêr û rêya ku şaredarî lê ye girtin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan li qada ku çalakî lê berdewam dike axivî û got: “Nahêlin em biçin qada ku çalakî lê ye. Vîna gel bi awayekî bêhiqûqî hatiye desteserkirin. Me xwest em weke şandeyekê biçin, lê nahêlin. Em vê bêcîdiyetê qebûl nakin û em banga xwedîderketina li vîna gel dikin.”
BANGA BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ Û DAXUYNAIYÊ HAT KIRIN
Li Colemêrgê wê sibê tevahiya rojê çalakiyên curbecur bên lidarxistin. Gelek siyasetmedar wê beşdarî danişîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku pişî hat binçavkirin qeyûm tayînî şûna wî kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin, bibin.
Tê payîn ku sibê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan were bajêr, rêveberiya DEM Partiyê yê bajêr gel vexwend danişînê û daxuyaniya ku danê sibehê bê dayîn.