Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 5’an de didome. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin ba hev û çalakiya xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman didomînin. Çalakvanên ku pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava” li xwe kirin, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Şandeyek ji Sêrtê ji bo alîkariyê beşdarî çalakiyê bû.
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Misircê ya Sêrtê Naîl Asma di çalakiyê de axaftineke kin kir. Asma, diyar kir ku divê piştevanî were mezinkirin û ev tişt anî ziman: “Divê hemû gelên Tirkiyeyê piştgiriyeke xurt bidin çalakiya nobetê ya li vê derê.”