Çarşem, 8 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şara hat Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nava NATO’yê rageşiya ‘DYE-Îranê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > NY a ku tecrîda Îmraliyê anî rojeva xwe, ji Tirkiyeyê parastin xwest
Rojane

NY a ku tecrîda Îmraliyê anî rojeva xwe, ji Tirkiyeyê parastin xwest

Raportorê Taybet Maeda Naoko di rûniştinên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê de mafê axaftinê girt. Maeda Naoko bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û têkildarî vê yekê ji Tirkiyeyê parastin xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

8’ê Tîrmehê li Palais de Wilson a girêdayî Ofîsa Cenevre ya NY’ê, Rûniştinên 80’emîn a Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî destpê kir. Rûniştin dewam dike.

Di çarçoveya rûniştinan de, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê diqewimin tên nirxandin û nîqaşkirin. Raportorên Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ku têkildarî Tirkiyeyê rapor pêşkêş kirine û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan dibin.

GUHDARÎ RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL HATE KIRIN

16’ê Tîrmehê roja Sêşemê nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl têkildarî Tirkiyeyê rapor pêşkêşî Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Komîte û nûnerên rêxistinan bi rengekî ku ji çapemeniyê re girtî, hatin ba hev û guhdarî semînerên têkildarî raporên navborî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku me ji kulîsan wergirtine, gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li vir mafê axaftinê girtine, bal kişandine ser asta binpêkirinên mafan ên li welêt pêk hatine û destnîşan kirine ku Tirkiye, Peymana Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê bi cih nayîne.

Di beşa roja îro ya rûniştinan de jî, destpêkê dewleta Tirk rapora xwe pêşkêş kir. Piştî şandeya Tirk, Raportorên Taybet ên Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê Bakhtiyar Tuzmukhamedov û Maeda Naoko di çarçoveya roporên têkildarî Tirkiyeyê de, semîner dan.

TUZMUKHAMEDOV: DIVÊ PÊŞNIYAR BÊN BICIHANÎN

Destpêkê ji raportorên taybetBakhtiyar Tuzmukhamedov mafê axaftinê girt û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê. Bakhtiyar Tuzmukhamedov destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mafê girtiyan a hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin û gelek bûyerên din ên mîna vê hene. Tuzmukhamedov diyar kir ku di Rûniştinên Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê de gelek pêşniyar ji bo Tirkiyeyê hatibûn kirin, lê evane nehatine bicihanîn.

RAPORTORA TAYBET NAOKO PIRSA ÎMRALIYÊ KIR Û PARASTIN XWEST

Piştî Tuzmukhamedov, Raportora Taybet Maeda Naoko jî têkildarî binpêkirinên mafan pêşkêşiya xwe kir û ji bo şandeya Tirk bersivê bide çendek pirs kir. Naoko, da zanîn ku ji ber qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên jiyîn û got ku ev qanûn li dijî parastvanên mafanên mirovan, rojnameger û derdorên muxalîf tên bikaranîn.

PIRSA ÎMRALIYÊ JI TIRKIYEYÊ KIR

Naoko, daxuyand ku bi taybet jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê ji wan re gelek rapor tên şandin û bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Naoko, da zanîn ku li gorî raporên hatine ber destê wan ev zêdetirî 3 sal in girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin nikarin bi tu awayî bi cîhanê re têkiliyan deynin û ev tişt anî ziman: “Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji 4 girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nehatine girtin. Destûra hevdîtinên bi parêzeran re nayê dayîn. Tevî hewldanên dîplomatîk jî derheqê rewşa girtiyan de tu agahî nayên girtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha di doza Abdullah Ocalan de biryar dabû ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Weke komîteyê em dixwazin sedema rewşa li Îmraliyê bê vegotin.”

Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê dê hem li gorî raporên xwe hem jî li gorî yên rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî binpêkirinan pirsan ji rayedarên dewleta tirk bikin. Tirkiye jî dê hewl da bersiva pirsan bide.

NÊZÎ 30 RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL, RAPOR PÊŞKÊŞ KIRIN

Mîna OHAD, TOHAV, Buroya Sedsalê, ÎHD, OMCT, HRW û gelek rêxistinên din ên neteweyî û navneteweyî, nêzî 30 rêxistinên civakî yên sivîl di van rûniştinên têkildarî Tirkiyeyê de rapor pêşkêş kiribûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hewldana sûîqesta li dijî Trump: Li ser X’ê teoriyên komployê, gelo Musk destûrê dide?
Nûçeya Pişt re Li Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de, nêzî 4 hezar binpêkirinên mafan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fedaiyên mezûn bûn: Em ê bi şêwaza Zîlan şer bikin

Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Siyabend Efrîn serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) li gel rayedarên Hikumeta Demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Şanogerên Amedê li Belçîkayê şanoya ‘Jan Dark a Din’ lîstin

Şanogerên bajarê Amedê ku ji bo nîşandana lîstika şano ya "Mirina Jeanne d'Arcê ya Din"…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şara hat Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li nava NATO’yê rageşiya ‘DYE-Îranê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?