Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > PAJK: Em Newrozê bikin Newroza Azadiya Rêber Apo
Rojane

PAJK: Em Newrozê bikin Newroza Azadiya Rêber Apo

Koordînasyona PAJK’ê got, “Ev Newroz wê bibe mîladeke nû. Gelê me wê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bibin yek dil û bi dengek herî xurt biqîrin. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêbertî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleyê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona PAJK’ê got, “Ji bo azadiya Rêber Apo em biherikin qadên Newrozê, em vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo!”

PAJK’ê got, “Em Newroza 2025’an ku ji her demê bêhtir nêzî azadiya Rêbertî ye, li Rêber Apo, li jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin û her tim agirê Newrozê geş dikin, li gelê Kurd ê ku gelê Newrozê ye û li gelên herêmê pîroz dikin.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hatin gotin, “Em Mazlûman, Ronahiyan, Bêrîvanan, Zekiyeyan, Rahşanan û bi hezaran abîdeyên azadiyê yên agirê Newrozê vêxistin û xwe kirin Newroz, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin:

Weke xelîfeyên Kawayê Hesinkar ku dawî li zilma Asûriyan anî û Rojhilata Navîn ji tarîtiyê rizgar kir û bi pêxistina agir re mizgîniya ronahiyê da, gelê me ku bi hezaran sal in bi hêza vê çandê li ber xwe didin, vê Newrozê jî weke cejna azadiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dike. Silav li hemû jinan û gelê me ku di Newroza 2025’an de dirûşma ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ derxistin lûtkeyê.

Gelê Kurd gelê Newrozê ye. Jinên Kurd jî afirînerên çanda Newrozê ne ku navê bihar, vejîn, nûbûn, civakîbûn û berxwedanê ye. Eger îro ev kevneşopî û berxwedan didome, eger li vê erdnîgariyê dawî li mîtolojî, çand û bîra me nehatiye, ev yek bi saya berxwedana jinên Kurd e. Ev berxwedan mîrateya Kawayê ku navendên zilmê hilweşand, hildigire. Gelek qehremanên mîna Asya û Rojgeran vê kevneşopiyê şopandin. Kurd bûne kirdeya jiyana demokratîk û azad a gelên li vê erdnîgariyê.

Newroz roja ku komeke ciwan a ji Kurdistanê li dijî qirkirin û mêtingeriyê al vekirine. Newroz roja ku Mazlûm Dogan li zindanên Amedê ku zilm û zordarî gihiştibû asta herî jor bi dirûşmeya ‘Berxwedan rê li ber serketinê vedike’ serketina rûmetê îlan kir.

Newroz navê raperîna gelê Kurd a li dijî komkujiyên salên 90’î ye. Newroza 2005’an salvegera dîrokî ya îlana konfederalîzma demokratîk û temînata jiyana demokratîk a azad e. Gelê Kurd her Newroz kiriye destpêk û mîladeke nû.

Ev Newroz wê bibe mîladeke nû. Gel û jinên me wê têkoşîna dema aştî û civaka demokratîk, ku bi banga Rêbertiya me re destpê kir, ji her demê xurtir bimeşînin. Gelê me wê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bibe yek dil û bi rengekî herî bilind biqîre. Ev Newroz wê bibe Newroza Rêbertî.

Jinan bi eşqa azadiyê bersiv dan banga Rêbertiyê û bi wê hesretê çalakiyên ku di 8’ê Adarê de dabûn destpêkirin gihandine Newrozê û bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêbertî azadiya jinê ye’ daxwazên xwe yên azadiyê bi rengekî herî xurt qîriyan. Têkoşîna jina azad wê azadiya Rêbertî bike navenda xwe û bidome. Jin wê li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî ji bo jiyaneke demokratîk-azad têbikoşin û serî li ber zilmê netewînin. Eger hewl tê dayîn li ser banga aştî û civaka demokratîk komplo were ferzkirin, jin wê mîna her demê bi Newroz, serhildan û ruhê berxwedanê re bibin pêşengê têkoşînê.

Em careke din bi hêviya ku Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo, Newroza hemû jin, ciwan, gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Sembola berxwedanê ya gelan Newroz pîroz be!
Nûçeya Pişt re Li hemberî Îmamoglû lêpirsîneke din hate destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zerdeşt Mêrdîn: Hevalê Koçero Urfa ji bo me xetek e

Ji fermandarên HPG'ê Zerdeşt Mêrdîn qala fermandar şehîd Koçero Urfa kir û anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Peravên Yemenê keştiya koçberan noqî avê bû: Tenê 4 kes rizgar bûn

Saziya penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Yemenê ragihand ku keştiyeke ku herî kêm 45…

Ji aliyê Stêrk TV

Li El-Faşîrê di nava heftiyek de 63 kes ji birçîbûnê mirin

Li bajarê El-Faşîrê ya Sûdanê ku di bin dorpêçê de ye, ji 3’yê Tebaxê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?