Sêşem, 16 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyman Viyan: Ji bo bicihanîna biryarên kongreyê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin
Kurdistan

Peyman Viyan: Ji bo bicihanîna biryarên kongreyê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryarên kongreyê wê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

PJAK’ê bi beşdarbûna hemû saziyên xwe kongreya xwe ya heftemîn bi dirûşma “Em ê bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê Kurdistanê Azad Bikin û Neteweya Demokratîk Ava Bikin” lidar xist. Di kongreyê de hevserokên PJAK’ê hatin guhartin û endamên nû yên meclîsa PJAK’ê jî hatin hilbijartin Li gorî bername û rêziknameya PJAK’ê, PJAK her sê salan carekê kongreya xwe lidar dixe û kongre bilindtirîn organa biryardanê ya PJAK’ê ye. Kongre bi hilbijartina desteya rêvebirinê û diyarkirina bernameyê û bi axaftina Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî destpê kir. Siyamend Muînî salvegera damezrandina PJAK’ê û Newroza 2024’an li gelê Kurd, li rojhilatê Kurdistanê, li malbat û xizmên şehîdan û li têkoşerên azadiyê yên li seranserî Îranê û li zindaniyên siyasî û li hemû wan hevalan pîroz kir ku bi dirêjahiya temenê PJAK’ê ked dane.

Siyamend Muînî amaje bi qeyran û aloziyên navneteweyî û herêmî kir û got: “Rol û erkeke giran li ser milên partiya me ye. Guherîn bi lez çêdibin. Pêwîstiya partiya me bi têkoşîneke xurt a îdeolojîk û bi têkoşîneke hevgirtî û rêkxistî û bi rêveberiyeke bihêz û bi kadroyên fikrî û siyasî yên bihêz heye da ku bikare ji vê qonaxê re bibe bersiv. Çinku PJAK û kadroyên wê dîrokê dinivîsin.”

Muînî di axaftina xwe de da diyarkirin ku derfetên guncaw li ber destan in û got ku em dikarin ji gelê xwe re serkeftinê misoger bikin.  Siyamend Muînî her wiha behsa şoreşa jin, jiyan, azadiyê jî kir û got: “Wek PJAK me nekarî em di nav van du salên şoreşa jin, jiyan, azadiyê de rêxistinbûneke baş û pêşengiyeke serkeftî bikin û em ji vê hêlê ve rexnedayîna xwe didin û Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn bi destnîşankirina kêmasiyan û bi plan û projeyeke bihêz ji bo sê salên siberojê dê armancên şoreşa jin, jiyan, azadiyê bidomîne.”

Siyamend Muîndî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em soz û peymana xwe ji bo xizmên şehîdên şoreşa jin, jiyan, azadiyê dubare dikin û em ê ji bo armancên şoreşê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Di berdewamiya bernameya kongreyê de rapora Desteya Hevserokatiyê hate pêşkêşkirin. Di raporê de behsa kar û xebatên çar salên dawî yên PJAK’ê hate kirin û îşaret bi kêmasiyên di van çar salan de hate kirin.

Di berdewamiya nirxandinên Kongreyê de şehîdên têkoşîna azadîxwaziyê ya PJAK’ê hatin bibîranîn û behsa ked û xizmeta hemû kadro û xebatkar û gelê Kurd a bênavber hate kirin ku. Soz û peymana li gel Rêber Apo û hemû şehîdên azadîxwaziyê yên gelê Kurdistanê hate dubarekirin ku heta azadî û civakeke demokratîk ew ê têkoşîna xwe bidomînin û soz hate dayîn ku ew ê hemû astengiyên li ser rêya xebat û têkoşînê bi ruhekî Apoyî derbas bikin.

Di nirxandinên Kongreyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe rûpelên nû ji bo têkoşîna azadîxwaziyê vekirine û lewma  modernîteya kapîtalîst û sîstema netewe-dewletê û paşverûyên navxweyî bi hevkariya hev li dijî Abdullah Ocalan Apo komplo lidar xistin û ji hêla fizîkî ve Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de dîl girtin û wisa fikirîn ku ew ê fikir û felsefeya azadiyê dîl bigirin û di dawiyê de ji nav bibin. Hate gotin, lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê de karî paradîgmaya azadiyê pêş bixe û cemawerî bike û bi milyonan kes bibin dengê fikirên azad ên Rêber Apo. Lewma pêwîst e wek erkeke exlaqî, siyasî û mirovî her kesayetiyeke azadîxwaz bibe dengê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fizîkî ya Oclaan di kampanyaya azadiya fizîkî de cih bigire. Divê em wê yekê jî bizanin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd û aramiya li herêmê. Heta Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, herêm aramî û azadiyê nabîne.

Di berdewamiya nirxandinan de behsa qonaxa heyî jî hate kirin û amaje bi wê yekê hate kirin ku gelê Kurd  û tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurd di qonaxeke dîrokî ya hestyar re derbas dibin û guherîn bi lez çêdibin. Ji bo ku em li hember guherînên herêmê, li hember astengiyên vê qonaxê û li hember projeyên neyarên azadiyê, ji paşverû û xwefiroş û nokerên navxweyî bigire heta planên modernîteya kapîtalîst bi awayekî zanistî û şoreşgerî erka xwe pêk bînin, divê xwendineke radîkal û stratejîk bê kirin.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEM JI HÊLA AKTORÊN CUDA VE LI NAVENDA KURDISTANÊ TÊ BIRÊVEBIRIN

Modernîteya kapîtalîst bi nêrîneke emperyalîst û bêexlaqtir her tim ji bo bidestxisgtina kapîtala zêdetir û destkeftên siyasî, aborî, stratejîk û jeopolîtîk li herêmê milmilaneyên bêwîjdan dimeşînin. Globalîzm bi sûdwergirtina ji medyaya dîjîtal û hemû keresteyên serdemê dikeve nav mêjî û jiyana kesan û dixwaze bi normên xwe teşe bide karektera mirovahiyê. Bi gotineke din çand û şêwejiyaneke biyanî bi ser civakê de ferz dike. Şerekî berfireh di hemû qad û waran de tê meşandin. Şerê Cîhanê yê Sêyem ji hêla aktorên cuda ve li navenda Kurdistanê tê rêvebirin.

Di kongreyê de li ser rewşa dewleta Îranê niha nirxandin hatin kirin û hate gotin ku Îran wek aktoreke serekî roleke wê ya karîger di guherînan de heye. Têkildarî mijarê ev nirxandin hate kirin: “Îran bi sûdwergirtina ji rêbaza şerê wekaletî karî heta radeyekê armancên xwe di milmilaneyên navneteweyî û herêmî de pêk bîne û bi awayekî çalak beşdarî vî şerê wêranker dibe û hewl dide ku jiyana xwe ya siyasî û hegemonî li herêmê bihêle. Siyaseta Îranê ya derve di çarçoveya şerê wekaletî û mijûlkirina zilhêzên cîhanî de bûye û di nav Îranê de jî yekdestkirina desthilat û serkutkirina gel a bêwîjdanane bûye.  Ji ber van sedeman û ji ber komek sedemên din me dît ku li Îranê her tim li dijî desthilatdariyê serhildan hebûye.

Di heman demê de li ser şoreşa jin, jiyan, azadiyê hate gotin ku şoreşa jin, jiyan, azadiyê îradeya gelên Îranê ya ji bo azadiyê nîşan da. Her çend desthilatdarên Îranê bi şêwazên gelek hovane li hember vê şoreşê sekinîbin jî, lê pêwîst e ev şoreş wek ronesanseke fikirî bê dîtin û bi awayekî stratejîk li ser nirxandin bê kirin. Em dikarin bibêjin ku desthilatdarên Îranê heta dawiyê nikarin gelên Îranê li qeyd û zincîran bidin û serkut bikin. Di dawiyê de ji ber qeyrana aborî, civakî, siyasî, dîplomasî û ji ber gelek sedemên din êdî nikare gel serkut bike û dawiya wê wek hemû dîktatorên dîrokê dibe û dikeve nav zibilgeha dîrokê.”

Di kongreyê de têkildarî yekgirtîbûna gelê Kurd û tunebûna yekrêzî û yekgirtîbûnê û rewşa siyasî nirxandin hatin kirin ku sedemên dîrokî ji bo yekgirtînebûna gelê Kurd hene. Bi hevkariya modernîteya kapîtalîst ji hêla desthilatdarên netewe-dewletê ve enerjiya gelê Kurd bi mebest hatiye belavkirin. Xwefiroşî û welatfiroşî di dîroka Kurdistanê de wek tavê ye, rê li ber hêza pêşkeftinê girtiye û bûye amûrek di destên sîstema dagirkeriyê de li Kurdistanê. Ew xiyanet ji hêla malbata Barzaniyan ve tê normalîzekirin û bi navê Kurd û Kurdistanê bi awayekî sexte enjekteyî civaka Kurd dikin. Ev malbat ji bo tesfiyekirina ruhê şoreşgerî yê gel û partiyên siyasî yên Kurdistanê wek amûrekê ji kanalên Partiya Demokrat a Kurdistanê û ji hevkariya sîstema netewe-dewletê û ji dagirkerên li ser Kurdistanê sûdê werdigire. Lewre yekgirtîbûna gelê Kurd li hember vê yekê baştirîn vebijêrk e û derfeteke zêrîn e û dikare hemû plan û metirsiyên li ser gelê Kurd pûç bike û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê misoger bike.

MALBATA BARZANIYAN Û HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ BEŞDARÎ TESFIYEKIRINA PARTIYÊN ROJHILAT DIBIN

Di kongreyê de behsa wan metirsiyan hate kirin ku li hember gelê Kurd hene û hate diyarkirin ku dagirkerên Kurdistanê bi pêşengiya Îran û Tirkiyeyê û bi hevkariya malbata Barzaniyan hewl didin tevgera azadîxwaziyê ya Kurdistan tesfiye ibkin û Kurdan bê parastin bihêlin. Plan bi giştî li ser tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybetî li ser lawazkirin û teslîmgirtina îradeya PJAK’ê ya polayî ne. 

Di vê çarçoveyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku planên Tirkiye û Îranê yên hevbeş li dijî tevgera azadîxwaziyê ya Kurdistanê hene. Dewleta Îranê hewl dide ku partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi awayekî siyasî û dîplomatîk bê bandor bike û ji bo vê yekê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û bi taybetî bi malbata Barzaniyan re têkiliyê datîne û dixwaze vê planê bixe pratîkê.

Di berdewamiya nirxandinan de behsa siyaseta Tirkiyeyê ya faşîst hate kirin û hate diyarkirin ku ev dewlet li ser qirkirina gelê Kurd rijd e û armanca Tirkiyeyê dijayetîkirina hemû destkeftên gelê Kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê. Lewma rojane dewleta Tirk a faşîst bi dronan êrişî hêzên PJAK’ê dike û dixwaze rasterast xizmeta Îranê bike. Hevkarî û dijayetiya Tirkiye û Îranê ya li ser pirsa Kurd di dîroka gelê me de ne tiştekî veşartî ye, bi hemû hêza xwe li dijî her cure mafekî demokratîk ê gelê Kurd rawestiyane.

Di kongreya PJAK’ê de li ser rol û berpirsyariya PJAK’ê nirxandin hatin kirin û hate destnîşankirin ku pêwîst e PJAK bi awayekî girseyîtir û bihêztir xwedî li şoreşa jin, jiyan, azadiyê derkeve ku çavkaniya wê fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo vê yekê ji bo ku nirxên şoreşê bêne parastin, PJAK pêkanîna eniya gelan a demokratîk û yekîtiya gelê Kurd dike armanca xwe ya têkoşînê û ji bo vê yekê asta têkoşîna xwe bihêztir dike û di heman demê de ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîzekirina Îranê têkoşîna xwe ya rewa pêş dixe. Ji ber vê yekê jî PJAK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li rojhilatê Kurdistanê xwedî proje û bernameyeke taybet e û bi projeya xwe ya xwerêveberiya demokratîk û konfederalîzma demokratîk dixwaze hemû pirsên kombûyî yên navxweyî yên Îranê çareser bike û dixwaze gel xwe li ser esasa xwerêveberiya demokratîk rêxistin bikin. Girîng e ku têkoşîn bê kirin ku fikir û felsefeya Apoyî bigihîje hemû beşên din ên Îranê. Di vê çarçoveyê de di kongreyê de hate diyarkirin ku ev kongre kongreya guherînê ye û di heman demê de dibe gaveke bihêz ji bo ku PJAK xwe bigihîne gelên Rojhilat û Îranê.  

Di nirxandinên kongreyê de behsa rol û berpirsyariya ciwanan jî hate kirin û hate diyarkirin ku ciwan dînamoya tevgerandina civakê  ne û geşepêderên ruhê şoreşgerî û radîkalîzmê ne. Pêwîst e ciwan bi awayekî bihêz û girseyî xwe rêxistin bikin û sûdê ji potansiyela berfireh a ciwanên Rojhilat wergirin da ku ciwanên Rojhilat kanalîzeyî têkoşîna tevgera azadiyê ya Rojhilat bibin û li ser paradîgmaya Rêber Apo têkoşîna wan bibe navenda têkoşîna li dijî dîktatorî û dagirkeriyê.

Di beşeke din a kongreyê de behsa xebata medyayê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku divê ragihandineke bihêz bê avakirin û pêwîst e ragihandin her tim bê nûjenkirin û sûdê ji pêşkeftinên teknolojiyê û ji amûrên teknîkê yên nû wergire.

Her wiha têkildarî xebatên çand û hunerî jî hate gotin ku divê di beşa muzîkê de lêhûrbûn zêdetir bibin û divê dîroka muzîkê û çanda rojhilatê Kurdistanê baş bê zanîn.  Di nirxandinan de amaje bi hêza parastina rewa jî hate kirin û hate diyarkirin ku stûneke bihêz a tevgera azadiyê hêza parastina rewa ye. Erkeke dîrokî li ser vê beşa têkoşîna me ye û di hin qonaxên hestyar û dîrokî de dikare erka xwe bi awayekî pêk bîne ku bibe hêz û piştevan ji bo beşên din ên rêxistinkirinê. Di heman demê de divê parastina rewa bi şêwazên cuda xwe di nav gel de rêxistin bike û di demên pêwîst de ev beş erkên xwe bi awayekî çalak pêk bîne.

Di kongreyê de behsa xebatên PJAK’ê yên li Ewropayê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku xebata Ewropayê beşeke rêxistinbûna PJAK’ê ye û zemînekî nû piştgiriyeke xurt a tevgerê ye. Lewma pêwîst e girîngî bi xebatên diyasporayê bê dayîn.

HEVSEROKÊN ENDAMÊN MECLÎSA PJAK’Ê HATIN GUHARTIN

Piştî nîqaş û biryar û erêkirina programa kongreya borî û kongreya heftem, Emîr Kerîmî û Peyman Viyan wek hevserokên PJAK’ê yên nû hatin hilbijartin û endamên meclîsê yên nû hatin hilbijartin. Axaftina dawî ji hêla hevseroka nû ya PJAK’ê Peyman Viyanê ve hate kirin û kongre wek kongreyeke serkeftî bi nav kir û da diyarkirin ku wan di qonaxeke hestyar de kongreya xwe li dar xistiye û kongre li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê û li hemû gelên Îranê pîroz kir û soza wê yekê da ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo cihbicihkirina hemû biryar û bernameyên Kongreya PJAK’ê ya Heftemîn tê bikoşin û kongre bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî”yê bi dawî hat.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kedkarên çapemeniya azad bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatin ragirtin
Nûçeya Pişt re Di bombebarana li Minbicê de ciwanek birîndar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşa li dijî saziyên ziman û tecrîd hate protestokirin: Seferber bibin!

Êrîşên li dijî saziyên zimanê Kurdî û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û banga seferberiyê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin

Li bejahiya başûrê Dêrezorê kesên nasnameya wan nediyar jinên ku kuvarkên çolê berhev dikirin gulebaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Di rêya azadî û armancek mezin de tişta herî pîroz şehadeta bi wate ye

Şehîd Rojhat Çarçel tim digot, "Eger tu bixwazî hin tiştan ji rêxistinê fêm bikî, divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêx Xezal: “Çareserî di federalîzm û ne-navendîtiyê de ye”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Kantona Cizîrê ya bi ser QSD’ê ve civîna xwe ya nirxandina salane lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?