În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulîstan Doku de 4 polîsên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregehên Sazmanî Xebat û PDK-Î bi droneyan hatin bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran Arîf Guran re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata daristanan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne
Kurdistan

PKK: Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne

Komîteya Rêveber a PKK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK'ê de got, "Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha azadiyê ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha azadiyê bûye û got, “Ji bo vê pêwîst e têkoşîna pêngava ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, di asta seferberiyê de bê pêşxistin. Divê gel û dostên me hemû derfetên xwe ji bo vê têkoşînê seferber bikin, hemû rojeva xwe bi têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tije bikin, xwe li vê têkoşînê kilît bikin û bi her cure rê û rêbazên afirîner têkoşînê xurt bikin. Têkoşîneke bi vî rengî ya topyekun teqez wê encamê bide û serketinê bi xwe re bîne.”

Daxuyaniya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Em salvegera 46’an a damezrandina partiya xwe PKK’ê ku di 27’ê Mijdara 1978’an de ava bû, pîroz dikin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, dikeve sala xwe ya 47’an. Di vê çarçoveyê de li her qadê pîrozbahiyên bi coş tên lidarxistin. Gelê me û dostên me salvegera damezrandina PKK’ê û Cejna Partiya me bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Di serî de em van çalakiyan hemû silav dikin û ji her kesên ku di sala 47’an a PKK’ê de têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin re serketinên mezin dixwazin. Em Cejna Partiyê di serî de li Rêber Apo û hemû hevrêyan û bi taybetî li hêzên me yên gerîla yên qehreman, jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat bi dil û can pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku bi şehîdê me yê yekemîn hevrê Hakî Karar destpê kir û heta şehîdên me yên fedaî Asya Alî û Rojger Hêlîn dewam kir bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranîna wan bidin jiyîn.

Em vê Cejna Partiya xwe, bi coşa ku me ji silava Rêber Apo girtiye, pêşwazî dikin. Jin û ciwan, gelê me û dostên me bi çalakiyên ku ji Kolnê heta Êlihê û Dersimê li her qadê bi pêş xistine silavên Rêber Apo pêşwazî dikin û bi bêrîkirinên kûr û rêzdarî Rêber Apo silav dikin. Hêzên me yên gerîla yên qehreman bi çalakiyên azadiyê yên ku li her qadê bi taybetî li Zap û Metînayê pêş xistine hewl didin ku silavên Rêber Apo bi wate bikin. Li ser vê bingehê em Rêber Apo ku bûye rêberê rizgarî û azadiyê yê hemû gelên bindest û bi taybetî yê jinan bi bêrîkirin, hezkirin û rêzdariyeke kûr silav dikin û careke din Cejna Partiyê ya 47’an pîroz dikin.

RÊBER APO BÛYE RÊBERÊ NAVNETEWEYÎ YÊ BI HÊZ

Mîna ku tê zanîn, partiya me PKK’ê ev 46 sal in ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re pêşengî kiriye û bi saya destketiyên mezin ên ku avakiriye re, ev têkoşîn gihandiye ber serketinê. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji ferasetên reformîst-teslîmiyetê û bandorên netewperest, olperest û zayendperest rizgar kir û bi azadiya civakî ya li ser esasê azadiya jinê û ekolojiyê re kir yek. Gihand xeta jiyana gelan a li ser esasê xwişk-biratiyê û yekîtiya gelan û kir hêza pêşeng û esas a jiyana azad û demokratîk. Gelê Kurd anî wê asta ku bibe gelê herî bi bandor ê cîhanê ku têkoşîna azadiyê dide.

Rêber Apo bi pêş xistina têkoşîna mezin a salên bihurî û pêş xistina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re bûye rêberê pêşeng a navneteweyî ku rêya rizgariyê nîşanî hemû gelên bindest dide. Îro li ser bingeha Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî, ev paradîgma li tevahiya cîhanê belav dibe, hemû beşên bindestan tîne ba hev, bi rêxistin û çalakiyan re derdikeve pêş. Hemû gelên bindest, azadî û rizgariya xwe bi Rêber Apo re dibîne û bi awayekî xurt xwedî li têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikeve.

PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo re 46 sal in têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê meşand û di pêşketina xwe ya teorîk û pratîkî de xwe weke Şoreşa Azadiya Jinê şênber kiriye. Jinên Kurd ên ku di pozîsyona koleyê kolê xwe de bû derxist, zane û rêxistin kir û di her astê de ew kir pêşenga têkoşîna azadiyê. Ev rastî bi çalakiyên ’25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî’ bi zelalî tê dîtin. Jinên Kurd ên bi jineolojiyê zane bûne û xwe rêxistin kirine, li her qadê ji têkoşîna azadiya jinê re pêşengiyê dikin. Ji vê jî wêdetir divê ev têkoşîn ne tenê li dijî tundiya li ber çavan be. Di heman demê divê bigihêje asta Şoreşa Azadiya Jinê ku li ber her cûre tundiyên li ber çavan an jî yên veşartî radibe. Ji hiyerarşiyê û vir ve her cure zihniyet û sîstema desthilatdariya mêr hatiye lêpirsîn dike û li ser esasê azadiya jinê, jiyaneke azad gav bi gav derdixe holê.

Li aliyê din, di tevahiya 46 salên borî de ji bo tunekirina Rêber Apo û PKK’ê gelek êrîş hatin kirin. Lewma têkoşîna PKK’ê li dijî her cure êrîşa bi armanca îmha û tasfiyeyê, weke berxwedaneke piralî qewimî ye. Di encamê de yên ji bo tunekirina PKK’ê êrîş kirine, yan ew bi xwe têk çûne yan jî zirarek mezin dîtine. Bi dehan hikûmetên ku ji bo tunekirina PKK’ê hatin avakirin, tune bûn û di nava dîrokê de winda bûn. Ya li ser lingan mayî û pêş ketî, PKK’ê ye. Ji ber ku PKK îradeya hebûn û azadiyê ya gelê Kurd e û tunekirina gelê Kurd ê ji Serdema Neolotîk tê, ne pêkan e. Gelê Kurd li qadan bi gotina ‘PKK gel e, gel li vir e’ ev rastî nîşan dane.

KÛRBÛNA ME LI SER AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Îro di 47’emîn sala PKK’ê ya têkoşînê de jî bi armanca îmha û tasfiyekirina PKK’ê êrîşên bi awayekî dijwar dagirkeriyê û qirkirinê berdewam dikin. Tevgera me, gelê me û dostên me jî li hemberî van êrîşan girêdayî Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî li hemû qadan li ber xwe didin ku pêngav azadiya fîzkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dike. Pêngava Azadiyê kete sala xwe ya duyan û di dawiya sala yekem de têkoşînê rêveberiya faşîst a AKP-MHP neçar hişt ku bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin û têkildarî pirsgirêka Kurd hin nîqaşên cuda werin kirin.

Girêdayî vê yekê ji destpêka meha Cotmehê heya niha di siyaseta serwer a Tirk de têkildarî Rêber Apo û pirsgirêka Kurd hin nîqaş tên kirin.  Em weke Tevger tevî ku rê li ber van nîqaşan nagirin jî, ji bo ku bi awayekî êrînî kûr bibin jî me helwesteke teşwîqkirinê jî nîşan da. Lê belê di demeke kurt de derket holê ku ya ku Bahçelî-Erdogan hewl didan pêş bixin deq û dolabake nû ye. Dixwazin bi van gotinên bêcih rojevê biguherînin û têkoşîna pêngavî ya ji aliyê gelê me û dostên me ve hatî pêşxistin, lawaz bikin.  Desteserkirina şaredariyan û êrîşên qirkirinê nîşaneyên vê yekê ne. Tişta ku em ji gel û dostên xwe re radigihînin ev e; Girêdayî nîqaşên heyî tiştekî şênber negihate li ber destê me.  Tişta ku tê kirin nîqaşa li ser çapemeniyê û nîqaşa di navbera wan de ye. Deq û dolabek e ku armanc dike me bixapîne û berê me û bala me bide cihên cuda.  Ji ber vê yekê divê em van gotinan bawer nekin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lawaz nekin.  A rastî di van mijarên hesas û girîng de divê ji bilî daxuyaniyên fermî yên Tevgera Azadiyê girîngî bi gotinên li ser çapemenî û bi awayên cuda pêş dikevin, neyê dayîn. Tişta herî baş ew e ku divê gotinên bi vî rengî neyên dîtin û bihîstin û em bi hemû hêz û bala xwe bidin çalakiyên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dikin.

Pir eşkere ye ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike, bi awayekî cidî zor li rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê kiriye û ew anîye ber hilweşandinê. Çalakiyên gelê me û dostên me hemû aliyên êşkenceya Îmraliyê, tecrîdê û pergala qirkirinê teşhîr kirine.  Berxweda gerîlayên me yên leheng a li Zap û Metînayê, faşîzma AKP-MHP’ê xitimandiye û serûbin kiriye.  Diyar e ku êdî piştgiriya navneteweyî jî û piştevaniya PDK’ê û dewleta Iraqê jî tê rê nake.  Di 23’yê Cotmehê dubare hate îspatkirin ku tu cih nîne ku Fedayîyên Nemir ên Kurdistanê lê nexin. Ji bo Tirkiyeyê ji bilî esasgirtina hêza Rêber Apo ya têkildarî çareseriyê û demokratîkbûna têkildarî azadiya gelê Kurd tu rêyên din nemane. Her wiha êrîşên sermayeya yekperest a hêzên navneteweyî jî êdî bi awayekî cidî gefan li statukoparêziya dewleta Tirk dixwe. Êdî domkirina zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker ne pêkan e. Yekane çare demokratîkbûna li ser esasê azadiya Kurd e. 

Di sala 47’an a têkoşîna PKK’ê de, em ji her demê zêdetir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya li ser esasê pirsgirêka Kurd in. Lê belê eşkere ye ku ev yek bêyî têkoşîn yan jî bi têkoşîna nebes re pêk nayê. Ji bo vê yekê, divê têkoşîna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di asta seferberiyê de bê pêşxistin. Gelê me û dostên me, her kes divê hemû derfetên xwe bike seferberê vê têkoşînê û hemû rojeva xwe bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tejî bike, divê bala xwe bide vê têkoşînê û bi her cure rê û rêbazên afirîner têkoşîn bê pêşxistin. Teqez wê têkoşîneke wiha ya topyekûn, encam bide û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê, em car din Cejna Partiyê li gel û dostên xwe pîroz dikin; em bang li her kesê dikin ku şahiyên bibandor lidar bixin û çalakî û şahiyên ji bo Salvegera Damezrandina Partiyê bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin yek, Pêngava Azadiyê ya Kûreyî bi rê û rêbazên hîn afirêner û bibandor re mezin bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ger Iraq jenosîdê nas bike wê Êzidî xwe beşeke ji Iraqê bibînin’
Nûçeya Pişt re Li kolanên Ewropayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçberên Efrînê: Em li kêleka Hêzên Rizgariya Efrînê ne

Koçberê Efrînê diyar kirin ku Hêzên Rizgariya Efrînê hêviya wan a azadiyê ne û gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê sibe ji bo dîtina Rêber Apo biçe Girava Îmraliyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan

Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, bi hezaran kes ji bo piştgiriya berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baregehên Sazmanî Xebat û PDK-Î bi droneyan hatin bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran Arîf Guran re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?