Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > PPT ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên Tirkiyeyê li hev dicive
Rojane

PPT ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên Tirkiyeyê li hev dicive

Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava wê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê li hev kom bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di 5-6’ê Sibatê de li Brukselê li hev kom bibe. Di rûniştinên kombûnê de ku wê li Zanîngeha Vrije’yê pêk werin, ji bo pêşîgirtina li koçberiya bi zorê, bikaranîna çekên qedexekirî, sûîqest, êşkence û tinekirina mîrateya çandî wê sûcdariyên li dewleta Tirk têne kirin bêne nirxandin.

Hin ji sernavên ku li Tribunalê bêne nirxandin bi vî rengî ne:

KOÇBERKIRINA BI ZORÊ YA JI CIH Û WARÊ XWE

Şahid wê qala koçberkirina şêniyên Kurd a bi zorê ya ji Efrîn û Serêkaniyê bikin. Di vê dagirkeriyê de guhertinên demografîk di asteke girîng de hate kirin û li geo tundiya zayendî li ser sûcên şer rapor hatin pêşkêşkirin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Delîlên li ser îdîayên ku dibêjin çekên qedexekirî yên weke fosfor a spî li hemberî dibistan, nexweşxane, nifûsa sivîl û binesaziyê hatine bikaranîn, wê bêne pêşkêşkirin.

SÛÎQEST Û KOMKUJIYÊN LI SER SIVÎLAN

Kuştina Hevrîn Xelef ku yek ji parêzvanên aştiyê bû û çalakiyên tundiyê yên din ên li hemberî mirovên sivîl wê bêne lêkolîn.

TINEKIRINA MÎRATEYA ÇANDÎ

Tirbên Êzidiyan ên pîroz jî di nav de xerakirina qadên çandî bi rêk û pêk, talankirina wan, wê weke binpêkirina peymanên navneteweyî yên parastina hebûneya çandî bêne belgekirin û nirxandin.

ÊŞKENCE Û BINÇAVKIRINA NEHIQÛQÎ

Li gel bûyerên sembolîk wê raporên li ser êşkence û binçavkirina kêfî, weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh a li ser tepisandina nasnameya etnîkî, çandî ya nifûsê bê nirxandin.

Trîbunal a Gelan a Timî li ser daxwaza fermî ya rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ev rêxistin dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bi belge bikin û dawî li bêcezahiştinê bînin. Trîbunal destnîşan dike ku çalakiyên dewleta Tirk ji bo tinekirina modela demokratîk a şoreşa Rojava ye ku xwedî potansiyela azadîparêziyê ye.

Bi heman rengî di Trîbunalê de sala 2018’an li ser binpêkirinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên dewleta Tirk ên li dijî gel û rêxistinên Kurdan nirxandin kiribû.

Trîbunal a Gelan a Timî sala 1979’an li Îtalyayê ava bû.

Agahiyên hîn berfireh ji malpera înternetê ya Trîbunal dikare bêne peydakirin: (https://rojavapeoplestribunal.org)

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Hiqûqnas Kaçan: ‘Mafê hêviyê’ qencî nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştî girtina Îmamoglû, polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin

Çalakiyên piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû destpê kirin, didomin. Li gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar strana ‘Hêviyam’ amade kir

Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke nû ya bi navê ‘Hêviyam’ amade…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Rihayê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Riha û Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevgirtina Rewşenbîran: Divê statuya Zanîngeha Rojava bê parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?