Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî, aqubeta girtî û windayiyên Kurd ên di zindanên rejîmê de pirs kir. Di daxuyaniya nivîskî de bang rayedaran kirin ku girtî û winda bên dîtin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku PYD ji roja avabûna xwe heta niha bûye hedefa rejîma Beasê û Şehîd Ehmed Hisên û Şehîd Osman Dadelî jî di nav de gelek kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Her wiha di sala 2004’an de di serdema Nasir El Elî de ku yekîneya ewlehiyê bi rê ve dibir, aqubeta bi hezaran kesên Nazê Ehmed Keçel nayê zanîn.
Di daxuyaniyê de bang li rayedarên ku li ser dosyaya girtî û windayên di zindanên rejîma Beasê de dixebitin, hat kirin ku di serî de Nazê Ehmed Keçel, divê alîkariyê bidin ku aqubeta hemû girtî û rwindayên Kurd bê zanîn.
PYD’ê di daxuyaniyê de der barê Nazê Keçelê de ev agahî parve bikin;
Nav û Paşnav: Nazê Keçel
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Ehmed
Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Dêrik (Malikiyê), gundê Siwêdiyê 1975