În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Qetilkirina rojnamevanên Kurd qetilkirina heqîqet û mirovahiyê ye
Rojane

Qetilkirina rojnamevanên Kurd qetilkirina heqîqet û mirovahiyê ye

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, "Ev yek komkujiyek li dijî heqîqet û mirovahiyê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û komkujiyên ku li dijî sivîlan dike, ji her demê bêhtir metirsîdar bûye. Yilmaz anî ziman ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştaş û Cîhan Bîlgîn ji ber aciziya ragihandina heqîqeta li Rojava ya ji bo raya giştî ya cîhanê bû.

Yİlmaz diyar kir ku qetilkirina herdu rojnamevanan sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, “SÎHA’yên dewleta Tirk êrîş birin ser hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û ew şehîd xistin. Ev mirov bêçek bûn. Di destê wan de tenê kamera û pênûs hebûn û ji bo rastgiriyê bigihînin raya giştî têdikoşiyan. Rastî dianîn ziman û bi navê mirovahiyê wezîfeya xwe dikirin. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Qetilkirina van herdu rojnamevanan peyamek ji bo her kesî ye yên ku rastiyê tînin ziman. Yên ku rastiyê li Rojava dinivîsînin bi êrîşên bi rêk û pêk ên dewleta Tirk dibin hedef. Ev yek êrîşa li dijî kesan tenê nîne, komkujiya li hmberî rastiyê û mirovahiyê ye. Ev yek sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi tundî şermezar dikim.”

Yilmaz anî ziman ku li Rojava têkoşîneke man û nemanê tê meşandin, gefên dewleta Tirk ên li ser destketiyên Kurdan gihîştine asteke cidî û got, “Gelê Kurd di vê dema dîrokî de ji bo man û nemanê têdikoşe. Berxwedana li Rojava ne tenê ya gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêvî. Lê belê berdêla vê têkoşînê gelekî giran e. Li Rojava heta niha 15 hezar şehîd hatine dayin, zêdeyî 25 hezar gazî hene. Ev têkoşîn bi ked û fedakariya hevpar a çar parçeyên Kurdistanê hate meşandin.

ÊRÎŞ LI SER MODELA AŞTÎ Û AZADIYÊ TÊ KIRIN

Dewleta Tirk êrîşê dibe ser destketî û îradeya gelê Kurd, êrîşî hêviya demokratîk a li Rojhilata Navîn dike. Êrîş ne tenê li ser Rojava ye, êrîş dijî hemû dînamîkên gelê Kurd, li hemberî modela aştî û azadiyê ye ku pêşkêşî tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Armanc ew e ku nirxên gelê Kurd hîn beriya biafirin, tine bikin. Şerê tevgera azadiyê ya Kurd ne tenê ji bo nasnameya Kurd an jî Kurdistanê ye. Ev têkoşîn ji bo rûmet, jiyan û azadiya her kesên li wê derê ye. Kurd modeleke jiyanê datînin holê ku ji tevahiya mirovahiyê re dikare bibe mînak. Di vê demê de êrîşên giran li Kurdan tê kirin, zarok, jin û ciwan têne qetilkirin.

Gelê me, ji kîjan îdeolojî, bawerî yan jî fikrê siyasî dibe bila bibe, yekane tiştak ku divê em îro bikin, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Dijminên Kurdan ji bo tinekirina destketiyên me bûne yek. Li ezmanan hêlîna çûkeke Kurdan jî hebe, vî dijminî sond xwariye ku wê hêlînê jî tine bike. Partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û hemû rêxistinên ku gelê Kurd temsîl dikin; dem ew dem e ku cihêrengiya xwe bidin aliyekî û li dora Rojava bibin yek. Kurdê li Ewropa, Rojhilata Navîn an jî devereke din a cîhanê, di vê dema krîtîk de ji bo piştgiriya bi Rojava re divê bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin.

Windahiya li Rojava wê bê wateya tinebûna destketiyên sed salî yên gelê me. Helwesta ku îro bê nîşandan wê paşeroja gelê Kurd diyar bike. Temaşekirina bi bêdengî ya li polîtîkayên tarîtiyê yên li dijî gelê me têne meşandin, tê wateya hevkariya li vî sûcî. Divê em bi hev re, bi karên siyasî û dîplomatîk bikevin nava liv û tevgerê û dengê xwe bilind bikin. Yekîtiya Kurdan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya hêviyê ya li Rojhilata Navîn e. Eger em nikaribin vê yekîtiyê û piştevaiyê ava bikin, dibe ku em bi windahiyên hîn mezin re rû bi rû bimînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Şandeya DEM Partî û DBP’ê çûn serdana gora Celal Talabanî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘PDK’ê di reva xwe de jî Êzidî qetil kirin’

3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê yên hov ve hatin qirkirin. Dema…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên di Nobeta Edaletê de: Akşener dijminê Kurdan e

Dayikên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Destûr ji dermankirina dîlgirtî Emrecan Demîr nayê dayin

Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji PYD’ê nerazîbûna Meclîsa Gel a Sûriyeyê: Temsîl divê wekhev be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîlançoya teqîna li Şamê: 7 kuştî û 22 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?