Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ewil ew ê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Qirkirina ekolojîk dewam dike
Civak & Ekolojî

Qirkirina ekolojîk dewam dike

Hevserokê Desteya Ekolojiyê Îbrahîm Esed got, dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed karên li ser ekolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û konferansa ekolojiyê ya meha Nîsanê hate lidarxistin ji ANF’ê re nirxand.

Îbrahîm Esed anî ziman ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li her qada jiyanê şoreş pêk hat û got, “Şoreşê di jiyana civakî de guhertinên cidî kir. Ji rêbaza jiyanê ya mirovan heta bi têkiliyên malbatî, têkiliya bi xwezayê re û birêxistinkirina jiyana mirov bi xwe, şoreş pêk hat. Lewma şaş e ku mirov Şoreşa 19’ê Tîrmehê tenê weke şoreşeke siyasî binirxîne. Di hin aliyan de gavên girîng hatin avêtin, lê hin alî jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê lawaz man.

Ekolojî bi avakirina Rêveberiya Xweser re hewl hate dayin ku bê pêşvebirin. Şer bû sedem ku di vê mijarê de hin gav bi derengî bêne avêtin. Komîteya Ekolojiyê karên xwe bi şaredariyan meşand. Bi ragihandina Hevpeymana Civakî re Komîteya Ekolojiyê hate avakirin ku xwe bi rengekî xweser bi rêxistin bike. Komîteyê bi giranî xwe spart parastina xebatên heta niha ji aliyê ekolojiyê ve hatine kirin. Ji ber vê yekê di aliyê paradîgmayê de kêm ma.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zerareke cidî da xwezayê. Karên li ser tespîtkirina vê zerarê û sererastkirinê jî salên dawî destpê kirin. Girîng bû ku pênaseya ekolojiyê bi civakê bide fêhmkirin û hişmendiyek bê afirandin. Komîteya Ekolojiyê di nava sala dawî de hem li nava civakê hem jî bi giştî di nava saziyan de hate fêhmkirin.”

Îbrahîm Esed ragihand ku weke Komîteya Ekolojiyê wan hin plansazî danîn pêşiya xwe û li ser bingeha Meclîsa Ekolojiyê û Akademiya Ekolojiyê meşiyan. Îbrahîm Esed got, “Komîteya Ekolojiyê û Akademiya Ekolojiyê çalak in. Xebatên me yên ji bo avakirina Meclîsa Ekolojiyê dewam dikin. Ji bo meclîsê pêşnûme amade ye. Di çarçoveya armancên me yên salekê de ye.

Yek ji karên ku me danîn pêşiya xwe jî lidarxistina Konferansa Ekolojiyê bû. Di navbera 26-27’ê Nîsanê de hate lidarxistin. Ji welatên cuda gelek aktîvîstên ekolojiyê û akademîsyen tevlî bûn. Di konferansê de karên heyî û karên bêne kirin hatin nirxandin û gihîşt armanca xwe.”

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm Esed işaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser civak û ekolojiya li herêmê kir û got, “Dewleta Tirk bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê her roj êrîşan dibin ser modela Rêveberiya Xweser. Bêguman ev êrîş pir alî ne û li her qada jiyanê têne kirin. Bi destê hikumeta Şamê li herêmê gelek êrîşên c uda yên mîna narkotîkê têne kirin. Rêveberiya Xweser li hemberî van êrîşan bi hemû saziyên xwe her roj li ber xwe dide. Weke Komîteya Ekolojiyê me jî li hemberî vê yekê kar kirin. Ji bo me gelekî girîng e ku xwezayê ji her alî ve biparêzin.

Li aliyê din li hemberî rîska ku gaza siyanurê tevlî Çemê Firatê bûye, ku piştî teqîna li Tirkiyeyê ev rîsk mezin bû, em rojane testan û analîzan dikin. Karên li dijî ziwatiyê jî dewam dikin. Biryareke din jî ew e ku bi pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di asta cîhanê de konferanseke ekolojiyê bê lidarxistin. Tişta ku me piştî konferansê kir, avakirina platformeke ekolojiyê bû.”

Ji bo karên afirandina hişmendiya ekolojîk li nava civakê Îbrahîm Esed got, “Di rewşa heyî de li nava civaka me feraseteke paqijkirin û parastina bajarê xwe heye. Lê belê kêm e ku ev yek weke feraseta ekolojîk bê nirxandin. Lewma beriya her tiştî divê ev feraset li nava civakê bê afirandin. Ev yek bingeha stratejiya me ya demdirêj e. Li gorî derfetên li ber destên me, ji bo belavkirina feraset û çanda ekolojîk em karên xwe dewam dikin. Ji bo vê jî akademiya me heye. Li vê akademiyê karên ekolojîk li ser paradîgmaya neteweya demokratîk têne meşandin ku ev yek armanca me ye. Ji bo herêma xwe, her wiha Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî karên dijberiya ekolojîk biparêzin, xebatên me dewam dikin. Ji bo em karibin aliyê hiqûqî yê ekolojiyê ava bikin û biparêzin pêşnûmeyeke me heye û ev yek radestî saziyên hiqûqê hate kirin. Li gorî vê yekê hemû saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne jiyaneke li gorî pîvana ekolojîk ji xwe re dikin esas. Ji xwe sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha paradîgmaya ekolojiyê hate avakirin. Li ser vê bingehê karê me yê ji bo afirandina berpirsyarî û hesasiyeta vê yekê li nava gel wê dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê BRICS+: rîya nîzamek nû ya cîhanê
Nûçeya Pişt re ROJEVA 7’Ê GULANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê meşa jinan a li dijî tecrîdê

Li Qamişloyê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan dest pê kir

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî ÎBB’ê operasyon: Derbarê 47 kesan biryara binçavkirinê

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê operasyonek nû pêk hat. Şaredar jî din av…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Dersimê li dijî projeya madenê ya pomzayê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Sûriyeyê qaçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên Şehîdan: Dîtina Rêber Apo ji bo me jiyanek nû ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Şam, ji ber şewata daristanan ji YE’yê alîkarî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?