Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan li gelek bajaran bi boneneya 24’ê Çileyê Roja Parêzerên di Xetereyê de daxuyanî dan. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Daxuyanî diyarî parêzerên Îranî hate kirin û pankarta “Zexta li ser parêzeran bi dawî bikin” hate vekirin. Her wiha wêneyên parêzerên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşma “Parastin bêdeng nebû dê bêdeng nebe” hate berzkirin.
Ji parêzerên ÇHD’î Aytekîn Aktaş bal kişand ser zehmetiyên parêzer li Îranê dijîn. Aktaş, da zanîn ku piştî qetilkirina Jîna Emînî zextên li ser parêzeran girantir bûne. Aktaş got: “Ji Îlona 2022’yan heta niha herî kêm 66 parêzer hatin girtin û binçavkirin. Ji parêzeran li 11’an cezayê girtîgehê hate birîn û 47 jî bi bedela pereyekê zêde bi kefaletê hatine berdan. Divê hikûmeta Îranê dawî li van zextên xwe bîne û hemû hempîşeyên me yên girtî berde.”
EDENE
ÇHD, ÎHD û Baroya Edeneyê jî li eywana avahiya edliyeyê ya ji bo parêzeran hatiye veqetandin daxuyanî dan. Serokê ÇHD’ê Baran Taygun Metîn pirsgirêkên parêzer li Îranê dijîn û zextên li ser wan vegot û xwest ku parêzer bên berdan.