Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedana 18 rojan a karkerên madenê bi ser ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgeyeke têkildarî gazên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine bikaranîn derket holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê şehîdên azadiyê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi meşên girseyî serdanên ji bo taziyeyê didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê ji bo taziyeya şehîdan ziyareta girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan taziye: Bi hezaran kes meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Şoreş piştî 32 salan taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 meh in agahî ji 2 jinên Kurd ên binçavkirî, nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Cizîrê di roja 2’yan de ye: Bi hezaran diçin serdanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, tundiya polîsan a li hemberî rojnamevanan a ku zêde dibe şermezar kirin û gotin, “Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamevanan li gel rojnamevanan bin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnamevan, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGS’ê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de li dijî rojnamevanan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de êrêşên polîsan ên li dijî rojnamevanan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye. Lê belê tundiya polîsan û zextên desthilatdariyê yên li bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên dinê, gefê li vî mafê bingehîn dixwe. Rojnamevan ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fîzîkî û derûnî tên astengkirin, tên binçavkirin û lêdanê dixwin.”

Di berdewamiyê de hate destnîşankirin ku dê li dijî sepanên antî-demokratîk ên desthilatdariyê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin. 

Êrîş û tundiya li dijî rojnamevanan ên di hefteyên dawî de wiha hatin rêzkirin: 

* Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê cendermeyan ve bi GBT’ê rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamevanên lê diman, girtine. Lêpirsîn derbarê nûçeyên ku rojnamevan çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin. 

* Piştî nûçeya derbarê dozgerê lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Pencere Nilay Can û Mudurê Karê Nivîsê yê halktv.com.tr Dinçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayin. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamevanan a ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin. 

* Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamevanen din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamevan geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man. 

* Nûçegîhana JINNEWS’ê Pelşîn Çetinkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnamevan piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan. 

* Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadikoyê têxe binê qeydê ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamevanan êrîşeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan a gel e.

* Ev bûyer li dijî peyamên çapemeniya azad û mafê mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ev êrîşana ne tenê mafên takekesî binpê dike di heman demê de mafê xwegihandina agahiyan a civakê jî binpê dike. 

Di berdewamê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî rojnamevanan, li ser serdestiya hiqûqê, zelaliya hiqûqî û nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê jî gefeke. Bi domdarî ev daxwaz û bang hatin kirin: 

*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamevanan bi awayekî azad demildest bên lêpirsînkirin. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e. 

*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamevanan a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamevanan rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Çimkî hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan a civakê re bigirin. 

*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em desthilatdariyê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin. 

Daxuyanî, bi van gotinan bi dawî bû: “Em li gel hemû hempîşeyên xwe ne û em ê bi biryardariya xwe azadiya çapemeniyê her biparêzin. Polîtîkayên zextxwir û tundiya polîsan mafê pêkanîna xebatên rojnamevaniyê desteser dike. Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamevanan li gel rojnamevanan bin. Li civakeke ku azadiya çapemeniyê lê tune be em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ heta niha 40 çete hatin girtin
Nûçeya Pişt re Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

Piştî ku HTŞ di 8'ê Kanûna 2024'an de bi serkêşiya Colanî li Sûriyeyê bû desthilatdar,…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêkhateyên DEM Partiyê piştî bangê li hev civiyan

Pêkhateyên DEM Partiyê, endamên MYK û endamên Heyeta Îmraliyê piştî banga Rêber Apo ya 'Aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Wong: Divê mirov bibe ronahî ji berxwedana bi pêşengiya jinan a li Rojava re!

Elsa Wong a ku bi pêşengiya Însiyatîfa Karavana Gelan ji bo piştgiriya Kobanê ya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berxwedana 18 rojan a karkerên madenê bi ser ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

NY’yê banga piştgiriya aramî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Elmanyayê ji ber germahiyê 15 hezar û 800 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?