Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şaredariya gel di jiyana ekolojîk de bi israr e
Rojava

Şaredariya gel di jiyana ekolojîk de bi israr e

Şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê ku li gel ambargo û êrîşan jî karê xwe bênavber dike, li ser bingeha jiyaneke ekolojîk xizmetê ji gel re dike. Di sala 2024'an de wê bi enerjiya rojê xizmet ji navçe û gundan re bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Şaredariya kantona Efrîn-Şehbayê ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên xelkê Efrînê ku ji ber dagirkirina xaka wan ji neçarî koçî Şehbayê kirine, heman şaredariya li Efrînê dikir li Şehbayê jî dewam dike. Di sala 2023’an de li Kantona Efrîn-Şehbayê av hate pêşkêşkirin, tevî kampan li navçe û gundên Şehbayê pêwîstiyên lêkirina avahiyan (kîremît, çîmento û hwd.) hatin dayin. Malên ku ji ber erdhejê zerar li wan bû hatin sererastkirin, ji bo malbatên ku malên wan zerar dîtin (Malbatên ji Helebê hatin) li Kampên Berxwedan û Serdemê 243 kon hatin vedan. Bi mezinbûna kampan re karê sererastkirina sîstema kanalîzasyonê hate kirin. Bi wesîleya 4’ê Nîsanê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parkek hat vekirin, rê hatin çêkirin. Li gundan bîrên nû yên avê hatin kolandin, li navçeyên Til Rifet, Ehres û Ehdasê, li gundê Aqîbê pergala enerjiya rojê hate danîn. Nêzî 2 milyon û 666 hezar û 620 lître mazot hate belavkirin. Li kantona ku 75 jeneratorên xwe hene, pêwîstiya 20 hezar û 605 malbatan a bi elektrîkê hate çareserkirin.

Hevşaredara Kantona Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed sîstema şaredariyê ya li kantonê, zor û zehmetiyên pê re rû bi rû dibin û karên xwe yên salane ji ANF’ê re nirxand.

ŞOPA ÇETEYAN HATE PAQIJKIRIN

Elîf Mihemed anî ziman ku Şehba salên dûr û dirêj bû hedefa êrîşên hikumeta Şamê, DAÎŞ’ê û dewleta Tirk û piştî dagirkirina Efrînê ji bo xelkê ku hat Kantona Efrîn-Şehbayê şaredarî seferber bû ku qadên jiyanê ava bike û got, “Çavkaniyên ser û binê erdê hatibûn talankirin, navendên av, elektrîk, destwerdana lezgîn a tibbî, hilberîna xurekê, bazar, her wiha avahiyek nema bû mirov xwe lê bistirên. Şert û merc jî tine bû ku karibe derfet bêne afirandin ji bo bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên gel re bêne dayin. Xelkê Efrînê ji neçarî li Şehbayê bi cih bûbûn ku ev herêm hînê nû ji dagirkeriyê hatibû rizgarkirin. Karê me yê destpêkê jî paqijkirina herêmê ji şopa çeteyan û hêzên dagirker bû. Seferberiyeke paqijiyê hate destpêkirin.”

Elîf Mihemed diyar kir ku ji bo av û elektrîk bigihêje gel wan dest bi kar kir û got, “Bi vê armancê jenerator hatin bikaranîn. Elektrîk pêşkêşî gundan hate kirin. Ji ber kêmbûna bîrên avê, her wiha xerakirina bîrên heyî bi destê DAÎŞ’ê, pirsgirêkeke cidî ya avê hebû. Destpêkê me kalîteya avê kontrol kir, ku bi kêrî vexwarinê tê yan na. Bîrên hatin xerakirin jî ji nû ve hatin vekirin. Li nuqteyên krîtîk depoyên avê hatin danîn. Bi vî rengî av gihîşt gel.”

‘POLÎTÎKAYA KOMKUJIYÊ TÊ MEŞANDIN’

Elîf Mihemed anî ziman ku tevî kêmaniya derfetên şaredariyê jî ew hewl didin şaredariya gel a baş bimeşînin û got, “Hejmara xwe kêm jî be em hewl didin bi rêya wesayit û amûrên li ber destê xwe xizmetê bikin. Pêwîstiya me bi wesayitên mezin heye. Di nava 6 mehên derbasbûyî de me gelek zor û zehmetî dît. Bi taybetî 15’ê Sibatê li gorî biryara ku ji aliyê ÛNÎCEF’ê ve hate wergirtin, wê av ji kampan re neyê dayin. Av jî birîn. Biryara ÛNÎCEF’ê ya birîna avê, ambargoya hikumeta Şamê, êrîşên dewleta Tirk li gel birçîhiştina gelekî, her wiha tê wateya polîtîkaya komkujiyê.”

Elîf Mihemed ragihand ku weke şaredarî wan bersiv dan pêwîstiyên 5 kampên koçberan ên li kampê û got, “Ji bo binesazî û kanalîzasyona li kampan ava bikin me karê xwe zêde kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê em di nava hewldanan de ne. 6 salan ÛNÎCEF’ê av dida kampan. Ji ber ku ji nişka ve av hate birîn, li kampan pirsgirêkên cidî rû dan. Hate tespîtkirin ku bakterî û vîrûs bi lez belav bûne. Di vê mijarê de em bi hesas tevdigerin û hewl didin ku krîz bandorê li gelê me neke. Ji bo li kampê şert û mercên aram û jiyanî biafirînin, şaredariya me tevî gelê me yê li kampê karekî hevpar dimeşîne. Li ser girîngî û tesarûfa avê semîner têne lidarxistin. Divê em karibin çavkaniyên enerjiyê li ser bingeheke rast bi kar bînin û xwedî li derfetên xwe derkevin.”

ŞAREDARIYEKE KU ZERARÊ NADE EKOLOJIYÊ WÊ BIBE ESAS

Elîf Mihemed destnîşan kir ku proje û polîtîkaya bingehîn a sala 2023’an li ser bingeha avê bû û got, “Li Kantonê 30 bîrên avê hene. Ev hejmar li gorî pêwîstiya herêmê kêm e. Bi mehên havînê re hejmara bîrên avê dadikeve 20’an. Ji ber vê yekê jî hin bîrên avê hatin kûrkirin. Bi armanca tedbîrê hejmara depoyên avê hatin zêdekirin. Karê paqijkirina hawirdorê û avakirina parkan jî dewam dike. Mirovên me bi taybetî giraniyê didin ser aktîvîteyên civakî, xwezayî. Jeneratorên cîhgir hatin peydakirin. Ji bo sererastkirina malên malbatên me yên zerar ji erdhejê dîtine, şaredariya me kar dike. Sîstema enerjiya rojê li hin tax, sazî û şehîdgehan hate danîn.”

BER BI ŞAREDARIYEKE HÎN XURT

Elîf Mihemed diyar kir ku hin projeyên di sala 2023’an de hatin diyarkirin lê nekarî bêne temamkirin, wê di sala 2024’an de bêne dewamkirin û got, “Di sala 2024’an de em ê projeya xwe ya avêtina bermahiyan bixin meriyetê. Projeya xwe ya qîrkirina rê dewam bikin. Bi hevkariya Heyva Sor em ê projeya xwe ya tibbî bixin dewrê, civakeke ekolojîk ava bikin. Ronîkirina kolanên navçeyê wê bi sîstema enerjiya rojê bê kirin. Li navçeyên Ehdes, Fafînê û li Kampa Berxwedanê wê bîrên nû yên avê bêne kolandin. Li navçeyan û gundan wê şitil bêne çandin, karê qîrkirinê yên di sala 2023’an de nîvco man wê bêne dewamkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk li Eyn Îsayê ciwanek qetil kir
Nûçeya Pişt re Gelê Efrînê şehîdên xwe pêşwazî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: 2026’an dê ji bo me bibe destpêkek nû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ragihand ku hevdîtina wan a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqa û Dêrazorê 61 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku li Reqa û Dêrazorê di operasyonan de 61 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Malbatên dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma 5’emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê parek ji rêveberiya demkî hate guhertin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Tabelayên bi kurdî serweriya Sûriyeyê xurtir dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?