Li nahiya Sinûnê ya ser bi Şengalê hemû pêkhate, sazî û rêxistinên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya Rojava meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, posterên Rêber Apo, wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana Tişrînê hildan.
Girseya gel a pêşî li ber Meclîsa Gel a Sinûnê kom bû, paşê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Bi can bi xwîn, em bi tere ne Rojava”’ ber bi çerxe rêya Mam Zekî ya nav bazarê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta mirovahiyê ye, xwedî li rûmeta xwe derbikeve” hate rakirin. Girseya gel a li çerxe rêya Mam Zekî kom bû, bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê axaftin hatin kirin.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî û got: “Pêwîste em dîroka xwe ji bîr nekin ku Osmanî ferman anîne serê me. Li Bakurê Kurdistanê, Rojava û her derê êrîşî civaka me dikirin û di fermanan re derbas dikirin. Qetil dikirin yan jî bi darê zorê ew dikirin Misilman. Dewleta Tirk îro dîsa mirovan qetil dikin. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û komkujiyên bi destê dewleta Tirk tên kirin şermezar dikin. Wê berxwedana gelan biserkeve û serkeftin bibe ya gelê me. Bi lîstokên cûda dixwazin Rojava ber bi rewşên cûda ve bibin lê wê negihijin armancên xwe. Wê ev sal bibe sala azadiya Serokê me û xweseriya warê me.”
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî axivî û berxwedana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û got: “Em ji Şengalê heta bendava Tişrînê berxwedana gelê xwe yê Rojava silav dikin û em dibêjin ku hûn ne bitenê ne. Xelkê Şengalê her dem bi Rojava re ne. Şengal û Rojava yekin, em ji hev qut nakin. Tişta ku di sala 2014’an de me jiyan kir Rojavayê Kurdistanê jî di vê zivistanê de jiyan kir. Xelk koçber bûn, zarok di nava sermê de jiyan dikin. Li Bendava Tişrînê dewleta Tirk bi balafiran êrîşî çalakvanan dike.”
Neam Bedal, bertek nîşana bêdengiya hêzên navnetewî da û got: “Dema ku mijar dibe Kurd, cîhan hemû bêdeng dimîne. Dema ku mirovên bindest serî radikin û doza mafê xwe dikin hemû cîhan xwe ker û kor dike. Em îrade û berxwedaniya gelê xwe silav dikin ku li axa xwe xwedî derdikevin û bernadin. Serkeftina gelê Rojava serkeftina gelê bindeste. Em silavên xwe ji berxwedaniya gel re rêdikin û hêzên rojava hemûyan silav dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava û QSD’ê” bi dawî bû.