Ji bo şervana YPJ’ê Tolîn Pelşîn Baz ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û doh bi merasîmeke girseyî hate veşartin, li Kobanê konê sersaxiyê hate vedan.
Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, xelkê Kantona Firatê serdana malbata Tolîn Pelşîn kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Necmê Kinco axivî û diyar kir ku bi hezaran kes wê bidin ser şopa Tolîn Pelşîn.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî axivî û got, “Têkoşîneke demdirêj weke gelê Kurd û PKK li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo hemû gelan û ji bo avakirna Kurdistaneke azad tê meşandin. Em jî wek gel li vir berxwedana xwe didomînin û em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin.”
Bavê şehîd Tolîn Elî Ehmed jî anî ziman ku ew deyndarê gelê xwe ne û got, “Dema zarokê me jî bibe em ê di guhê wî de bang bikin û bêjin Bijî Serok Apo û em ê li ser wî esasî li ber xwe bidin.”
Dûre jî gel berê xwe da kon û sersaxî ji malbatê xwest.