În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulîstan Doku de 4 polîsên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregehên Sazmanî Xebat û PDK-Î bi droneyan hatin bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran Arîf Guran re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şerên li Rojhilata Navîn jinan neçarî koçberiyê dike
Jin

Şerên li Rojhilata Navîn jinan neçarî koçberiyê dike

Şerên li Rojhilata Navîn bandorên neyînî li ser jinan dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji krîz û kaosa şer derketine, di bin koçberiyê de ne û li aliyekî li benda roja vegerê ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Jin weke şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn di rewşa krîzan de jî bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Di nava malbatên koçber de jin û zarok herî zêde bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku para xwe ji krîz û kaosa ji ber şer derketiye girtine, li aliyekî li benda roja ku vegerin ser cih û warê xwe ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.

DAGIRKIRIYA TIRK A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Dewleta Tirk ji 25’ê Cotmeha 2012’an û vir ve êrîşî Sûriyê dike rê li ber şer û kaosê vekir. Dewleta Tirk xwe li ber Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ku Kurdan xwerêveberiya xwe ava kir, ranegirt û di demeke kurt de ji bo têkbirina destkeftiyên bi dehan planên êrîşê xist dewrê. Destpêkê xwest ku van planan bi destê El-Qaîde El-Nusra pêk bîne. Dema ku dît ku ew nikare li ber  berxwedana Kurdan bigihêje armanca xwe, çeteyên DAÎŞ’ê derxist pêş. Di heman demê de dewleta Tirk a ku dixwest bi koalîsyona çeteyên bi navê ‘SMO’ re planên xwe pêk bîne, di 24’ê Tebaxa 2016’an de dema ku nekarî encamên ku hêvî dikir bi dest bixe, artêşa xwe li qadan bi cih kir. Di 24’ê Tebaxa 2016’an de di bin navê ‘Operasyona Mertalê Feratê’ de êrîşa dagirkeriyê li bajarê Cerablûs, Bab û Ezazê, di 20’ê Çileya 2018’an de di bin navê ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê’ de li Efrînê û di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî di bin navê ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de li Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin û van bajaran dagir kir.

Di van 9 salên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derbas bûn de krîza li Sûriyê kûrtir bû û herêm xiste nava gengeşiyekê. Dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavên cihanê li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî weke komkujî, destavêtin, êşkencekirin heta bazirganiya organan kirin. Heman tişt li Serêkaniyê û Girê Sipî jî kirin û ji sedî 85’ê şêniyên Serêkaniyê nikarin vegerin malên xwe. Malbatên DAÎŞ’ê li cihê niştecihan hatine bicihkirin. Jin di rewşên dagirkerî û koçberiyê de bi xetereya tundiya destavêtin û zayendî re rû bi rû ne. Ev rewş bandorek neyînî li ser tenduristiya fîzîkî û derûnî ya jinan kir. Ev yek zerar da hesta aîdiyetê, girêdanên çandî û civakî yên jinan û hişt ku jin ji malbat û civaka qut bibin.

Di êrîşên 2018’an yên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê de 350 hezar şêniyên Efrînê neçar man bajarê xwe terk bikin û li herêmên derdorê bi cih bibin. Koçberên ku li navçeyên Şehba û Efrînê bi cih bûne hê jî rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ji ber êrîşan nêzî 500 hezar sivîlên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirgan neçar man malên xwe biterikînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kampên mezin ên penaberan û bi dehan kampên biçûk hene. Li van 17 kampên penaberan ên ji Şehba heta Tebqa, Minbic, Qamişlo, Dêrîkê û 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên koçber hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ku ji Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine wergirtin; li Wargeha Holê ya Hesekê 16 hezar û 710, li Wargeha Serêkaniyê 8 hezar û 530 û li Wargeha Waşokaniyê, li Wargeha Erîşa 3 hezar û 2, li Wargeha Roj a Dêrikê hezar û 93 û Wargeha Newrozê hezar û 93, li wargehên El Mehmudlî ve El-Tiwêhna yên Tebqayê 7 hezar û 309, li Wargeha Til Semîn a Reqayê 3 hezar û 128, li Wargeha Minbicê ya Nû ya Rojhilat hezar û 792 û li Wargeha Menbica Kevin a Rojhilat hezar û 187, li Wargeha Ebû Xeşeb a Dêrazorê 3 hezar û 157 jinên koçber hene. Bi vî awayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 51 hezar û 47 jinên koçber li 12 wargehan dijîn.

AMADEKARIYA PIRGIRÊKÊN DERÛNÎ DIKIN

Pirsgirêkên ji ber şeran diqewimin ên weke koçberî û sirgûn, tundiya zayendî û destavêtin, windkirin, birîndarkirin, zehmetiyên gihîştina xizmetên tenduristiyê, lawaziya aborî, hişt ku yekbûna malbatê û guhertinên di rolên civakî de bandoreke neyînî li ser jinan çêkir. Wek mînak, jin li cihê ku koçber bûne ji ber piştgiriya wan nayên kirin, bi cudakarî û wêderkirina ji civakê re rû bi rû dimînin. Pirsgirêkên derûnî bi gelemperî bandorek neyînî li ser derûniya jinan dikin. Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê pir caran bi şer û koçberiyê re tê jiyîn û ev xetere di nava jinan de zêde ye. Rewşên wekî bertekên hestyarî yên dûbare piştî bûyerên trawmatîk çêdibin. Di jinan de hem pirsgirêkên derûnî yên weke depresyonê derdikevin holê, hem jî hestên fikar, bêhêvî û bêçaretiyê çêdike. Di destpêka jiyaneke nû de bi bicihbûna li bajarek an welatekî nû, nikarin bi tevahî desteka civakî bi dest bixin û ev jî dihêle ku jin bi hest tenêtî û xerîbiyê re rû bi rû bimînin. Ev rewş rê li ber pirsgirêkên derûnî vedike.

RÊ LI BER BÊNASNAMEBÛNÊ VEDIKE

Jin di navbera nasnameya xwe û nasnameya nû de bi nakokiyan re rû bi rû dimînin, ev rewş pirsgirêkên xwebaweriyê û nediyariya nasnameyê tîne. Hestên windakirina hezkiriyên xwe, veqetîn û qutbûn jî dibin sedem ku jin rastî astengiyên derûnî werin. Guhertinên bi vî rengî yên bi zorê, dema ku dibin sedema pirsgirêkên çandî yên cuda, bandorên neyînî yên girîng li ser nasname, nirx û rolên jinan ên çandî dike. Jinên ku li welatek an bajarekî nû bi cih dibin di navbera nasnameya xwe ya çandî û normên çandî yên hawîrdor û civaka nû de nakokiyan dijîn. Ev rewş dibe sedema qeyrana nasnameyê û nezelaliya nasnameyê.

PEVÇÛNÊN NAVXWEYÎ KÛR DIBIN

Jinên koçber di navbera nirx û adetên xwe yên çandî û pratîkên çandî yên hawîrdora nû de li hev nakin. Ev yek dihêle ku jin xwe ji civakê dûr bigirin. Jinên koçber bi guhertin rolên civakî yên ku bi çandî diyarkirî ne û jinûve teşegirtinê re rû bi rû dimînin. Ev yek dihêle ku jin di hevsengiya nasname û rolên xwe de zehmetiyê bikişînin. Hewldanên ji bo adaptekirina li hawîrdoreke nû, jinan dixe nav bêhevsengî û nakokiyên navxweyî yên di navbera nasnameyên çandî û adaptasyona li gorî pîvanên civaka nû.

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ KÛR DIBIN

Di jiyana jinan de koçberî dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Faktorên wekî şert û mercên dijwar, stres, travmaya bedenî û derûnî bi gelemperî bandorê li ser vê dikin. Jin gelek caran neçar dimînin ku di şert û mercên nehijyenîk de bijîn. Ev rîska peydabûna nexweşiyên infeksiyonê zêde dike. Wekî din, kêmxwarin, zehmetiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê de û kêmasiyên saziyên tenduristiyê jî dibin sedema pirsgirêkên tenduristiya bedenî. Pirsgirêkên derûnî yên wekî trawma, fikar û depresyonê pir caran di van pêvajoyan de derdikevin holê. Ev jî dibe sedem ku jin nikaribin li ber xwe bidin û di têkiliyên xwe yên civakî û xebatên rojane de jî zehmetiyan dikşînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sebahat Tuncel: Em ê jiyana azad bi têkoşînê bi dest bixin
Nûçeya Pişt re Dagirkeran êrîşî Efrîn-Şehbayê kir: Zirareke mezin gihişt mal û sewalan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de bi Şandeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa YJK-E: Zayendîperestî dikuje- têkoşîn azad dike

YJK-E'yê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi tevlîbûna 220 delegeyan konferansek bi sernavê "Zayendîperestî dikuje…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Em ê şînê veguherînin berxwedanê û jinûve ava bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Hatayê bi mexdûrên erdhejê re civîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinek li Kelarê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?