Komkujî, revandina mirovan, girtin, talan û dizî… Rejîma Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ji Kanûna 2024’an û vir ve ku li Şamê li ser desthilatdariyê rûnişt, bi sûcên xwe di rojevê de ye. Lîderê HTŞ’ê Colanî (Ahmed El Şara) her çend bi piştgiriya dewleta Tirk, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îngilistan jî di nav de bi piştgiriya gelek dewletan hewl dide li qdaa navneteweyî “rewabûnê” bi dest bixe, tabloya ku piştî êrişên meha Çileyê yên li hemberî Kurdan derkete holê, rûyê rast ê rejîmê tîne bîra mirovan.
HTŞ’ê û dewleta Tirk meha Çileyê êriş biribûn ser Heleb, Dêr Hafir, Meskenê, Reqa, Tebqa û Kobanê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrişên qirkirinê li ber xwe dan û piştî vê berxwedanê 29’ê heman mehê bi Şamê re peymanek hatibû îmzekirin. Lê belê li gel 3 mehên di ser re derbas bûne jî peymana entegrasyonê ya ji gelek qadên leşkerî, îdarî, siyasî û perwerdeyê bi temamî bi cih nîne. Lİ gel vê yekê Sûriyeyê ber bi krîzên nû ve dehf dide.
Dîrektorê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Rami Abdurrahman ji vegera koçberan heta bi kaosa li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de ne û êrişên li dijî Kurdan li ser gelek mijaran ji ANF’ê re axivî û bi taybetî bal kişand ser lawaziya bicihanîna Peymana 29’ê Çileyê.
KOBANÊ NUQTEYA ESASÎ YA PEYMANÊ YE
Abdurrahman got, “Hin gavên sembolîk ên îdarî hatibin avêtin jî yên weke vekirina qenalên danûstandinê yan jî koordînasyoneke bisînorkirî, hîn jî xalên li ser berdana dîlgirtiyan, jinûve birêxistinkirina rêveberiya leşkerî û ewlekariyê sekinî ne” û destnîşan kir ku Kobanê ji ber girîngiya xwe ya stratejîk û qîmetê xwe yê sembolîk di bicihanîna peymanê de wê xala diyarker be. Abdurrahman got, “Li ser şêweyê rêveberiya li Kobanê alî ji hev cuda difikirin. Her wiha faktorên herêmî jî mijarê bêhtir tevlîhev dike.”
JI EFRÎN Û SERÊKANIYÊ DERNAKEVIN
Li gorî peymanê, hemû koçberên li Efrîn, Şêxmeqsûd û Serêkaniyê ji warê xwe bûbûn diviya bû di nava mehekê de bi rengekî ewle li warê xwe vegeriya bûna û ev herêm radestî rêveberiyên sivîl bihatina kirin. Di vê çarçoveyê de 9’ê Adarê 400, 4’ê Nîsanê 200 û 14’ê Nîsanê jî herî kêm 800 malbat gihîştin Efrînê. Lê belê ji hingî ve pêşketinek nebû û hîn jî kes li Serêkaniyê venegeriya ye.
Rami Abdurrahman anî ziman ku çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hîn jî beşek ji wan xwe ji Efrîn û Serêkaniyê venekişandine û ev nirxandin kir: “Desteserkirina milkan, wergirtina pereyan bi zorê û girtina kêfî jî di nav de binpêkirin dewam dike. Li gel vê yekê li navçeyên Raco, Şera, Cindirêsê, Bilbil, Mabata û Şiyê (Şêx Hedîd) yên Efrînê û li Til Xelef, Elok, Menacîr, Alya, Til Tewîl û Mebrûka yên Serêkaniyê bi rengekî berfireh bi cih bûne.”
XIZMET JI GEL RE NAYÊ KIRIN, EWLEKARÎ NÎNE
Piştî ku QSD’ê di çarçoveya peymanê de xwe ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê vekişand, tê gotin ku li van herêman çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û êriş li dijî Kurdan hatin kirin. Abdurrahman rageşiya li herêmên navborî û sûcên li dijî Kurdan piştrast kir û ev agahî da: “Piştî ku QSD’ê xwe ji van herêman vekişand, valahiya ewlekariyê rû da. Xizmetên bingehîn di asteke bilind de nebaş bû, xizmet ji gel re nehate dayin û ev yek jî bû sedema protestoyên berfireh. Mînak li Reqayê di bin navê ‘razemenî’ û ‘jinûve avakirinê’ de biryar hate dayin ku bi hezaran xanî bêne hilweşandin. Li ser vê yekê çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin û li gelek herêman belav bûn.
GIRTIN, DESTESERKIRIN Û TALAN
Ez dixwazim rewşa ku Kurd lê rast tên bi taybetî vebêjim. Li van herêman gelek binpêkirin li hemberî Kurdan hate kirin. Tenê meha Nîsanê li Reqayê 15 Kurd, li Dêrazorê jî Kurdek hate girtin. Rewş bi taybetî li Reqayê metirsîdar e. Meha derbasbûyî 7 mal û 5 dikan hatin desteserkirin, hate xwestin ku ev milk di nava 20 rojî de bêne valakirin. Her wiha ocaxeke xîzê, febrîqeyeke kaxizan, restorantek û firnek hatin desteserkirin. Li Xaçerêya Hazimeyê bi dehan malên Kurdan bi îdîaya ku ‘ne li gorî pîvanên avadaniyê ye’ hatin hilweşandin. Li dibistanan belgeyên perwedeyê, agahiyên ezmûnan û arşîv ji xwendekarên Kurd re nehate dayin, destûra xwegihandina agahiyan nehate dayin. Her wiha hin wesayet jî hatin dizîn. Bi sedan şervanên Ereb ên ku berê di nava QSD’ê de bûn hatin girtin. Lê belê me nekarî xwe bigihînin daneyeke şênber a girtinê.”
TÊKILÎ BI HELEBÊ RE QUT BÛYE
Me rewşa taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji Abdurrahman pirsî ku QSD’ê xwe jê vekişandibû. Abdurrahman got, “Li taxên Kurdan mirov bi rehetî nikarin bigerin. Tê gotin hin rê û nuqteyên derbasbûnê yên li nava bajêr hatine girtin. Sivîl têne binçavkirin, elektrîk, av û xizmetên bingehîn ji taxan re nayên dayin. Ji ber ku medya nikare xwe bigihîne van herêman, belgekirina bûyeran bi kêmasî ne. Dawiya dawî ev jî tê wê wateyê ku binpêkirin zêde ye.
SMO LI QADÊ YE
Dema ku mirov bala xwe didin ser sûcên li dijî Kurdan têne kirin, di nava komên çete yên HTŞ’ê de El Emşat (Sûltan Suleyman Şah) û El Hamza derdikevin pêş. Ev komên ku di bin sîwana Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) de bi salan sûc kirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin perwerde û biçekkirin, niha bi rengekî fermî di bin sîwana Tumena 76 û Tumena 62 a artêşa Sûriyeyê de kar dikin. Li şûna darizandina van koman ku qaşo ketine ber “pêkanînên navneteweyî” ev kom her roj sûcên nû dikin.
Rami Aburrahman bi taybetî ragihand ku wan sûcên binçavkirina kêfî, êşkence û wergirtina pereyan bi zorê ya ji aliyê çeteyên Hamza bi belge kirine û got, “Ev kom di nava avaniyeke leşkerî ya berfireh de hatibe destnîşankirin jî dema ku mirov bala xwe didin ser pratîka wan a li qadê, tê dîtin ku bi rengekî cuda tevdigere. Lewma ev jî nîşan dide ku otorîteya navendî nikare vê komê kontrol bike. Her wiha ji ber ku mekanîzmaya hesabdayinê nîne sûc bêhtir tê teşwîqkirin.”
ŞERÊ EŞÎR Û ÇETEYAN
Li herêmên ku di bin kontrola HTŞ’ê de ne mehên dawî di navbera eşîrên Ereb û rejîmê de “şerê hêzê” diqewime. Abdurrahman anî ziman ku rageşî zêde dibe û li ser sedema wê jî got, “Ji ber ku xizmeta bingehîn nayê dayin, ewlekarî nîne, dizî û kuştin zêde bûye, krîz giran bûye. Bi taybetî li Reqa û Tebqayê hin eşîrên Ereb dixwazin di rêvebirina herêmên xwe û temsîliyetê de roleke hîn mezintir ji wan re bê dayin. Hêzên hikumeta demkî ku kontrol xistiye destê xwe, li gel kêmasiya xwe ya ji aliyê pêkanîna ewlekariyê hewl didin ku bandora xwe ya leşkerî û ewlekariyê biparêzin. bi giştî li herêmên Ereb eşîrên weke Egêdat, Begara, Cibûr, Ni’êm, Tey û Şemmer plan dikin ku sûdê ji rewşa li qadê werbigirin û li qada leşkerî û siyasî hîn bi bandor bin. Rewşa li Idlibê jî ji rewşa giştî ya Sûriyeyê ne cudatir e. Li gel vê yekê hebûna komên milîs ên biyanî yên li gelek gund û herêma bejahî, ji aliyê bidestxistina van herêman û neçareserkirina pirsgirêkên li kampên penaberan ve dibe sedema krîzeke cuda.”
Li gel vê yekê li Dêrazor, Reqa, Hûms û Hamayê kaosa ewlekariyê û rewşeke tevlîhev heye. Ev jî zemînê dide zêdebûna binpêkirinan. Mînak; mehên dawî li van herêman me sûcên qaçaxçitî û diziya petrolê belge kir. Li gel vê yekê desteserkirina zeviyên çandiniyê yên sivîlan, revandina mirovan ji bo fîdyeyê, şêlandina bi çekê, şantaj û kuştin jî rû dan.”
PAŞEROJ NEDIYAR E
Rami Abdurrahman bal kişand ser tinehesibandina serweriya hiqûqê, nebûna sîstema dadgeriyê ya bi bandor û kontrola komên çekdar a li qadê û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Dewamiya gotinên nijadperest û parçebûna siyasî, nebûna mekanîzmaya hesabpirsînê û zêdehiya aktorên derve û hundir paşeroja Sûriyeyê nediyar dike.”

