Saziya Ziman û Perwerda Êzîdxanê, bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. SZPÊ, da xuyakirin ku di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal di encama berxwedaneke mezin û dîrokî de hatiye rizgarkirin û got ku pêşengiya vê berxwedanê gerîlayên azadiyê û yekîneyên berxwedana Şengalê kirin.
SZPÊ, bi vê wesîleyê qehremanên mezin ên di pêngava rizgarkirina Şengalê de cih girtine û gihiştine şehadetê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û soza Şengalek xweser û azad dubare kir.
SZPÊ, wiha domand, “PDK a ku digot ez Şengal bi 12 hezar pêşmergeyên xwe diparêz im, Şengal di nava lepên çeteyên DAÎŞ’ê de hêla û reviya. Ev xiyanet bû sedema ferman û qirkirineke mezin. Gerîlayên azadiye li ser banga Reber Apo xwe gihandin Şengal û pêşiya fermanê girtin.
Xiyaneta PDK’ê wê neyê jibîrkirin. Berxwedanî û helwesta fedaîtiyê ya ku şehîdên me raber kirine, wê tu carî neyê ji bîrkirin. Ji ber ku Şengal bi xwîna şehîdan carek din şîn bu. Şengal kolan bi kolan bi berxwedaniyê hate rizgar kirin û avdan.
Dîsa bi pêşengtiya şehîdên mîna şehîd Berxwedan, Zerdeşt, Seid Hesen, Dijwar û Mam Zekî ev berxwedanî hate pêş xistin. Armanca DAÎŞ’ê ya bi vê qirkirina hovane re ew bu ku civaka Ezidî tine bike. Di vê fermanê de bi hezaran mirov qetil kirin, bi hezaran kes revandin û hê ji aqûbeta gelek kesan nediyare.
Di vê fermanê de bi sedan jin û zarok hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Di encama van êrîşên qirkirinê de herî zêde jin û zarok ji mafê xwe yê azadiyê dûr ketin û bi sedan zarok ji mafê xwe yê xwendin bêpar man û berê xwe dan koçberiyê.
Bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re, Şengal ji nû ve avabûye û di dîrokê de cara yekê ye ku civaka Êzidî piştî fermanê vedigere ser axa xwe. Bi saziyên xwe yên parastinê heta perwerdehiya xwe bi xwe rêve dibe, çand, ol, ziman û axa xwe dıparêze. Ji ber ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem ji xeta xiyanetê her tim hebû. Ev xeta xiyanetê di nava civaka me ya Êzidî de baş hate naskirin. Tevî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê, civaka me ti carî teslîm nebû di encama berxwedaneke mezin de Şengal hat rizgarkirin.
Em 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengal carek din li tavahiya gelê xwe pîroz dikin. Em bi Şengalek xweser û azad li ziman, çand û ola xwe xwedî derbikevin û carek din wan şehidên qehreman bibîr tînin.”