Dema îfadeya Serokê Şaredariya Esenyûrtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ê ji CHP’ê li dozgeriyê dewam dike, çapemeniya nêzî desthilatdariyê ragihand ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê Qaymeqamê Beşîktaşê Oguzhan Bingol wekî qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kiriye.
Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk jî li ser medyaya dijîtal ev daxuyanî da: “Min bi meqamên fermî yên li Stenbolê re hevdîtin kir, tu nivîs û agahiyeke fermî der barê tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Esenyûrtê nîne.”
Alîkarê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Alî Ekber Comert jî îdiayên ku tê gotin qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hatiye kirin derewand û got: “Niha ji bo tayînkirina qeyûmê zemîn tê çêkirin.”