Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tîmek ji tîmekî zêdetir: Amedspor
Kurdistan

Tîmek ji tîmekî zêdetir: Amedspor

Amedspor ku ji roja ava bûye û vir ve dibe hedefa êrîşên nijadperestî, ceza, êrîş û gefê, îro li deplasmanê tê pêşkberî Somasporê. Eger bi serketinê ji qadê vegere, wê gelekî nêzî şampiyoniyê bibe ku 12 sal in bi hesreta wê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Amedspor ku li Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) têdikoşe, di 18’ê Tebaxa 1976’an de weke Melîkahmetspor ava bû. Melîkahmetspor di sala 1990’î de bû Diyabakir Belediyespor, di sala 1996’an de bû Diyarbakir Buyukşehîr Belediye Dîskîspor. Bi piştgiriya şaredariyê serketinên mezin bi dest xist.

Tîm yek bi yek ji kom û lîgan derbas bû, di sala 2010’an de weke Kulûba Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesporê têkoşîna xwe ya li qada futbolê dewam kir.

Di 28’ê Cotmeha 2014’an de di Civata Giştî ya Awarte de navê kulûbê bi hevdengiyê bû Amed Sportîf Faaliyetler. Kulûbê navê Kurdî yê bajêr li xwe kir, serlêdana guhertina nav ji TFF’ê re ragihand, lê timî bêbersiv ma. Dawiya dawî TFF’ê di Tebaxa 2015’an de piştî salekê navê Amedsporê pejirand.

BI HEZARAN ÊRÎŞÊN NIJADPERESTÎ Û CEZA LI AMEDSPORÊ HATIN BIRÎN

Bi taybetî ji sala 2015’an û pê ve cihêkarî û kiryarên li dijî hiqûqê yên li hemberî Amedsporê zêde bûn. Tîm bû hedefa aktorên siyasî û di hemû maçên deplasmanê de êrîşê fîzîkî li hemberî rêveber û lîstikvanên tîm hatin kirin. Alîgir bi giranî hatin binçavkirin, her wiha li tîm hate qedexekirin û alîgir biçin deplasmanê. Bi armancên siyasî bi hezaran ceza li tîm hatin birîn.

Tîm di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bi navê Amedsporê êdî hate naskirin. Di 31’ê Çileya 2016’an de Bûrsapor û Amedspor di Kûpa Tirkiyeyê ya Zîraatê de hatin hemberî hev. Di dema maçê de tim û tim êrîşên nîjadperestî li lîstikvanên Amedsporê hatin kirin. Trîbunên Amedsporê gotin, “Bila zarok nemirin, karibin bêne maçê”, li aliyê din alîgirên Bûrsayê timî digotin, “Şehîd namirin, welat parçe nabe”. Spîkerê sporê yê A-Haberê ku pêşkêşiya maçê dikir, ji bo nebêje Amedspor gelekî hewl da û timî ji bo lîstikvanên Amedsporê digot ‘ew’. Li gel êrîşên nijadperstî jî Amedspor di maçê de bi ser ket.

Di sala 2016’an de di maça Ankaragucu de bi çoyên ji hesin êrîş li trîbuna protokolê ya rêveberên Amedsporê hate kirin. Berdevkê Çapemeniyê yê Kulûbê û parêzer Haldî Soran Mizrak ji pêlika bi 2.5 metreyî hate avêtin.

Di 5’ê Adara 2023’an de di maça hefteya 23’an a Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a TFF’ê de li Bûrsayê Bûrsaspor û Amedspor hatin hemberî hev. Beriya maçê dikandarên Bûrsayê bi fîzîkî û devkî êrîş birin ser lîstikvanên Amedsporê. Beriya maç destpê bike alîgirên Bûrsasporê ketin Arenaya Tîmsah û aleke Tirk a bi dehan metre dirêj daliqandin û dirûşm qîriyan. Futbolvanên Bûrsasporê jî dema ku ji bo xwe germ bikin daketin qadê li ber strana ‘Ne mûtlû Turkum diyene’ derketin qadê.

Her wiha dema ku lîstikvanên Amedsporê daketin qadê dirûşmên nijadperestî qîriyan. Êrîşên nijadperestî piştre veguherî êrişên fîzîkî. Tevî ku li derdora qadê gelek polîs hebûn jî êrîş li lîstikvanên Amedsporê hate kirin. Di dema êrîşê de li trîbunan bi hezaran alîgirên Bûrsasporê gotin ‘lê bixin, lê bixin’. Li aliyê din alîgirên êrîşkar, pankartek ji wêneyên Mahmût Yildirim bi navê kod ‘Yeşîl’ û ‘Toros a Spî’ hildan ku Yeşîl endamê JÎTEM’ê û toros a spî jî ew wesayit bûn ku di salên 1990’î de bi hezaran Kurd û welatparêz hatin revandin û qetilkirin. Piştî maçê rêveberiya Amedsporê daxuyaniyek da û diyar kir ku li korîdorên odeya guhertina kincan Emîrê Ewlekariya Taybet a Bûrsasporê, personelên kulûbê, wezîfedarên emniyetê êrîşî lîstikvanên wan kirin.

Her wiha par beriya maça bi Aksaraysporê de lîstikvanên Amedsporê dema ji bo xwegermkirinê daketin qadê strana ‘Olurum Turkiye-Dimirim ji bo Tirkiyeya min’ hate lêxistin. Dayika lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin Fatma Aydin û di maçên cuda de gelek alîgir ji ber ku di dema xwendina sirûda dewleta Tirk de rabûn ser piyan hatin binçavkirin. Cezayên hatin birîn, êrîş, gef nekarî Amedsporê bisekinîne.

GAVEK BER BI ŞAMPIYONIYA BI SALAN LI BENDÊ YE

Di vê sezonê de Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de ye ji 34 maçan 23 maç qezenç kir, di 8 maçan de jî wekhev ma. Du hefte beriya bidawîbûna lîgê xwedî 77 pûanan e. Di deplasmanê de wê bê hemberî Somasporê. Eger Amedspor di vê maçê de bi ser bikeve wê şampiyoniya xwe ya ku 12 sal in bi hesreta wê ye hema bibêje misoger bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî bersiv da gefan: Weke li Wanê em ê rê nedin wan
Nûçeya Pişt re Dozger xwest doza der barê Emîne Şenyaşar bê redkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê coşa 4’ê Nîsanê

Li wargeha Mexmûrê 17’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi tecrîdê êşkence li girtiyê bi nexweşiya giran Erbey tê kirin

Mehmet Erbey tevî ku girtiyê bi nexweşiya giran e, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li rojnamevan Oznûr Deger cezayê girtîgehê hate birîn

Di rûniştina doza ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger lê dihat darizandin de 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?