Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç beriya civîna komê ya AKP’ê ya li Meclîsê bersiv da pirsên rojnamevanan. Têkildarî pirsa li ser hevdîtina bi Rêber Apo re Wezîrê Edaletê Tûnç anî ziman ku Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) beriya niha 2 caran li Girava Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û got, “Eger serlêdaneke nû bê kirin em ê vê binirxînin û destûrê bidin.”
Wezîrê Edaletê: Eger ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bê kirin, em ê destûrê bidin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li ser pirsa, gelo wê heyeta DEM Partiyê biçe Îmraliyê ya na, bersiveke bi vî rengî da: "Eger serlêdan bê kirin wê bê nirxandin û em ê destûrê bidin."

Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike