Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Polîsan êrîş bir ser meşa karkeran: 2 sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xeyala xwe ya serketinê û armanca xwe ji hevrêyên xwe re mîrate hişt
Kurdistan

Xeyala xwe ya serketinê û armanca xwe ji hevrêyên xwe re mîrate hişt

Mesken Nisêbîn a evîndara welatê xwe, sala 2023’yan li Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Gerîla Mesken heta nefesa xwe ya dawî têkoşîneke bênavber meşand û xeyala xwe ya serketinê û armanca xwe ji hevrêyên xwe re mîrate hişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Welatê me îro ji her demê zêdetir di nava berxwedaneke mezin û biwate de ye. Dibêjin berxwedan rêya serketinê ye, lê bêyî serketin bêyî berdêl nabe. Eger tu hebî, divê tu bibî şervan û çeka xwe bigirî; ji ber ku eger welatê te dîlgirtî be, hêrs û nefret têrê nake. Xeyalên te wê ewqasê mezin bin ku tu dê her tiştî li pey xwe bihêlî û xwe bexşî şer bikî. Jixwe ji dervey wê tu dê çawa di nava rehetiyê de jiyana xwe dewam bikî? Eger şer û komkujî hebe, jiyan bêwate dimîne. Lewma her ciwanekî Kurdistanê, azadiya welatê xwe yê pîroz dixwaze. Bêyî welatekî azad ne nefes standin, ne jî jiyaneke bi rûmet ne pêkan e.

Mesken Nisêbîn jî êşa welatê xwe hîs kir û dema ev yek ferq kir, berê xwe da jiyana rast. Zeynep Kaya di nava tevgerê de bi navê Mesken Nisêbîn tê naskirin û ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye. Zeynep a ku li Mêrdînê ji dayik dibe, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Tevlîbûn û şehadetên di nava malbata wê de, karakter û armanca wê diyar dike. Zeynep hîna di zarokatiyê de êş û zehmetiyên welatê xwe dijî. Mîna her zarokek Kurd bi zextan re mezin dibe û lewma demildest dikeve ser rêya şervan û şoreşgeriyê. Hingî ku mezin dibe, êdî ti kes li ber xwesteka wê nasekine. Ji ber ku şehadetên di nava malbata wê de jê re dibin astengiyek. Lê belê jiyana ku sîstemê lê ferz kirî, qebûl nake. Bi biryardariyeke mezin, dixwaze tevlî nafa refên azadiyê bibe.

Di sala 2015’an de ji bo bigihije xeyala xwe ya jiyaneke azad û bi rûmet, bi rê dikeve. Cil û bergên gerîla li xwe dike, çeka xwe dihilgire û berê xwe dide çiyayan. Navê Mesken Nisêbîn digire û dest bi rêwîtiya xwe ya şoreşê dike. Bi perwerdeyên wergirtî re, timî mezin dibe û pêş dikeve. Ji jiyan heta şer berpirsyartiya her tiştî digire. Ji perwerdeyên teorîk hîn wêdetir, têkoşîna wê ya pratîkî jî bi lez mezin dibe û tecrube bi dest dixe. Destpêkê li herêma Avaşîn pratîk dimeşîne. Şer çiqasê zehmet be bila bibe, gerîla Mesken pêdiviya fêrbûna her cure çekê ferq dike. Lewma, ji bo derbeyên hîn xurttir li dijmin bixe û çalakiyên bi bandor lidar bixe, berê xwe dide perwerdeya çekên giran. Di vê pêvajoyê de hewldaneke zêde dide. Êdî berpirsyariya wê hîn girantir e. Lewma bi hemû hêza xwe ji bo hevrêyên xwe têdikoşe û li ser esasê nirxên partiyê xwe pêş dixe.

EGER ŞER HEBE, FEDAKARÎ JÎ HEYE

Eger şer hebe, fedakarî jî heye û Mesken di refên herî pêş ên şer de bi roleke aktîf radibe. Li Kurdistanê şerekî mezin hebû, bi taybetî her roj li dijî çiyayên azad êrîşên nû pêk dihatin û berdêlên pir giran hatin dayîn. Gerîla Mesken di vê pêvajoyê de berê xwe dide çeperê şerê giran. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê stratejiya şer çêdike. Di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de, rolên krîtîk û berpirsyariyên mezin digire ser xwe û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike. Tecrubeyên ku di vê pêvajoya şer de bi dest xistî, wê digihîne serketinên mezin. Piştî têkoşîna xwe ya di salên 2022-2023’yan de, derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan dibe. Di vê akademiya leşkerî de bi taybetî li ser fermandarî û zanebûna partiyê xwe pêş dixe. Di tevahiya perwerdeyê de ji pêvajoyên rexne û rexnedayînê derbas dibe û tecrube qezenc dike.

Êdî Mesken bi nasnameya jina azad weke fermandarekê wezîfe digire ser xwe, diçe qadên têkoşînê û di refên pêş de şer dike. Gerîla Mesken diçe çeperê berxwedanê Metînayê û têkoşîna xwe didomîne. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Metînayê, dibe xwedî hêrseke mezin. Lewma bi israr dixwaze bibe parçeyek vê berxwedanê. Gerîlayên leheng li dijî êrîşên li ser çiyayên azad her roj berxwedaneke destanî raber dikin û têkoşîna xwe hîn mezintir dikin. Çalakiyên gerîla derbeyeke mezin li dijmin dixin. Gerîla Mesken jî di nava şer de bi hevrêyên xwe re mil bi mil, li Metînayê stranên azadiyê digot. Dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyan e’ bi dengê Mesken û hevrêyên wê dihat berzkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo serketinê veguherîne destkeftiyên mezin, têdikoşin.

Hingî ku şer dewam kir, dilên leheng jî derketin holê. Dijmin jî li hemberî berxwedana gerîla bêçare dimîne û ti encamê bi dest naxe. Gerîla Mesken bi ruhê Apoyî mezin bûye, bi tarzê fedayî şer kiriye û jiyan kiriye. Ji şervantî heta fermandariya xwe, ji Avaşîn heta Metînayê carekê jî nesekinî. Hingî ku şer mezin dibû, Mesken jî bi germiya dilê xwe ber bi armanca xwe ve diçû. Ji bo azadiyê tercîheke zanebûn kir û lewma bû gerîla, bû şervan, bû milîtana PKK-PAJK’ê. Mesken Nisêbîn a evîndara welatê xwe, di sala 2023’yan de li herêma Metîna dema li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû. Şehîd Mesken xeyala xwe ya serketinê û armanca xwe ji hevrêyên xwe re mîrate hişt. Wê sozên ku bi rûmeta xwe daye û wezîfeyên xwe bi cih anî û di nava lehengên azadiyê yên di rûpelên dîrokê de cih girt.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK’ê Cejna Remezanê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Li Myanmarê hejmara miriyan ji hezarê derbas kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk gundê Bakirmanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Bakirman ê navçeya Amediyê ya Dihokê du caran bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Danişîna qetilkirina Narînê wê sibê bidome

Danişîna doza der barê qetilkirina Narîn Guranê de wê sibê bidome.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Hesen Zaza hat binçavkirin

Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikûmeta demkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Roket li gundekî Helebceyê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?