Li bajarê Hesekê xwendekar û mamoste li dibistana Ibn Rişd a taxa El Mişêrfe kom bûn û daxuyanî dan. Pankartên li ser hatibû nivîsandin “Ji mafê me ye em fêrî zimanê kurdî bibin”, “Zimanê kurdî hebûna me ye”,”Bê ziman jiyan nabe” û “Dema ku li Sûriyeyê zimanê kurdî mîna zimanê erebî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê wê demê ronesans dest pê dike” hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekar Hedla Xelef û bi erebî jî xwendekar Hêmin Hiso ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em xwendekarên dibistana Ibn Rişd a bajarê Hesekê biryarên ku hikûmet derdixe dişopînin. Qebûlnekirina meteryalên kurdî û heftê tenê 3`ê saet zimanê kurdî sînordar kirin binpêkirina mafên me yên hiqûqî û neteweyî ye. Em vê biryarê red diin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de got: “Bi sedhezaran xwendekarên dibistana seretayî, navîn û amadeyî bi zimanê kurdî dixwendin. Ji refa yekemîn a dibistanê me bi zimanê kurdî xwend û ev biryar dê ziyanê bide xwendin û siberoja me. Em ji hikûmeta veguhêz daxwaz dikin ku vê biryarê rawestînê û em li herêmên xwe meteryalên xwe yên bi zimanê kurdî bixwînin û dikarin fêrî zimanê erebî jî bibin. Sûriyeyê welatê hemû pêkhateyan e (Ereb, Ermenî, Kurd û Suryan) û nabe ku mafên wan ên çand û ziman were binpêkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê daxwaza mafê xwe bikin, mafê fêrbûyîna bi zimanê dayîkê mafekî di qanûnên navneteweyî de heye. Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. Nabe ku aqûbeta bi hezaran xwendekaran were têkeve talûke. Belê, ji perwerdeya bi zimanê kurdî. Em daxwaza mafên ziman û çandî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin. Em rêz didin pirrengiya ziman û çandê ya Sûriyeyê.”

