Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Kurdistan

YBŞ’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Fermandariya YBŞ’ê Cejna Êzidiyan pîroz kir û got, “Em bang dikin ku gelê me vê Cejnê bike wesîleya yekitî, tifaq û hevgirtina xwe û li hember hewildana têkbirina destkeftiyên Êzidiyan şiyar be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya Cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Di berbanga vê roja pîroz de ku xweza bi rengên nûbûnê xwe xemilandî û giyan bi wateyan geş dibe, bi helkefta sersala Êzidiyan ‘Serê Salê’ cejna jiyan û nasnameyê, cejna ji nû ve jidayikbûna hêviyan, em pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelê xwe yê Êzidî û dostên wan dikin.

Em vê roja pîroz û biwate di serî de, li malbatên Cangoriyên xwe, li her dayika ku birînên xwe hilgirtibûn û wek xelata rûmetê pêşkêşî xak û doza me kirî, her bavê ku dilê wî li ser gorekê lerizî û neşikestî, her zarokek sêwî ku hîna navê bavê xwe wekî sirûdekê di dilê xwe de bi bîr tîne û her kesê ku hesreta xwe veguherand agirê ku rêya me ronî dike, pîroz dikin.

Divê neyê jibîrkirin ku bêyî fedekariya van Cangoriyan me nekarîbû van rojan bijîn û ne jî me karîbû van rêûresm û edetên pîroz ên ku nasname û hebûna me îfade dikin, biparêzin. Ew di wijdanê demê de zindî ne, di hûrguliyên me de hene û divê ew di wijdanê me de wekî nebzek bêrawestan û alayek ku qet nakeve bimînin.

Cejna ‘Serê Salê’ di salnameya demê de ne rêûresmeke derbasbûyî ye, belkî şansek e ku em girêdana xwe ya kûr a bi koka xwe re destnîşan bikin û peymana xwe ya bi xakê re, bi bîranînê re, bi kesên ku bi Cangoriyan rabûn re nû bikin, da ku ev gel bi serbilind bijî. Ev Cejna serketina li bemberî  jibîrkirinê ye, sekna li hemberî qirkirinê ya ku bi dengekî bilind dibêje; Em li vir in, em ê hebin, em ê bimînin û em li ber xwe didin.

Bi vê boneyê em silav û rêzên xwe yên taybet ji Rêber Apo re pêşkeş dikin, ku ramana xwe ya azadîxwaz û geş rêyên gelên bindest ronî kir û bi xwe naskirin, birêxistinkirina civakî û vegerandina îradeyê re hişyariyek nû da me. Projeya wî ne tenê referanseke siyasî ye, di heman demê de pergalek exlaqî û nêzîkatiya azadiyê ye ku îlhamê dide mirovên azad û baweriya me ya çarenûsa hevpar xurt dike.

Şengal, ew xaka ku şahidî ji ceribandinên herî dijwar û qehremaniyên herî mezin re kiriye, ne parçeyek erdnîgarî ya jibîrbûyî ye, dilê dozek zindî ye û sembola sekna mirovatiyê ye, li hember hemû hewldanên qirkirin û tinebûnê ye. Em weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê teqez dikin ku parastina Şengalê û îradeya gelê wê ne vebijarkek e, erkek pîroz û xeta sor a bêdestûr e.

Her wiha, li hember hewildanên dubare yên xwe ferzkirin û kişandina Şengalê di nav projeyên gumanbar ên ku xizmeta ajandeyên biyaniyan dikin, em bi eşkere radigihînin: Em rê nadin careke din îradeya gelê me were kuştin û em derfetê nadin wan kesên ku dixwazin aramî û ewlahiya herêma me têk bibin û hewla perçekirina tevna berxwedana me didin.

Dîsa, bi boneya vê roja pîroz em bang dikin ku gelê me vê Cejnê bike wesîleya yekitî, tifaq û hevgirtina xwe û li hember hewildana têkbirina destkeftiyên Êzidiyan şiyar be.

Û em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka serdemek nû ji bo hemû pêkhate û gelên herêmê û bi hev re jiyan kirina bi awayekî aştiyane ya li ser esasê xwişk-biratiya gelan.

Di vê kêliya dîrokî û vê roja pîroz de, em soza xwe ji gelê xwe re, li ber xwîna Cangoriyan û ji bo her dayik û bavên dilşewat nû dikin: Em ê dilsozê vê meşa birûmet bin û em ê xeyalên Cangorî û xelkê xwe bikin pêşerojeke bi rûmet.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dikana xwe bi alavên kevneşop xemilandiye
Nûçeya Pişt re HPG’ê gerîlayên şehîd Mûnzûr, Erdal û Çiyager bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kesên li komîsyonê axivîn: Divê komîsyon li Birêz Ocalan guhdarî bike

Hevserokê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz û Dayika Aştiyê Nezahat Teke yên li komîsyonê axivîn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Di civîna Erdogan û Şara de ‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ hate nîqaşkirin

Hate ragihandin ku di civîna Tayyîp Erdogan û Ahmet El Şara de Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Qetilkirina rojnamevanên Kurd qetilkirina heqîqet û mirovahiyê ye

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?