Komîsyona Ewropayê di lêpirsîna li hemberî Metayê meşandî de, ragihand ku berpirsyariya xwe ya ji bo parastina zarokan binpê dike.
Li gorî Komîsyonê, tevî quralên platforman jî, li seranserî Ewropayê zarokên di bin temenê 13 salî de, ji sedî 10 û 12’ê wan Instagram yan jî Facebookê bi kar tînin. Hat destnîşankirin ku ev rewş zarokan rû bi rûyê naverokên bi zirar û neguncaw dihêlê.
Tê diyarkirin ku dibe Komîsyon cezayekî giran ê pereyan li şîrketê bibire.

