Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:
“Ji fermandarên YJA Starê û milîtana pêşeng a PAJK’ê hevrêya me Nûjiyan Amed 23’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Nûjiyan bila serê gelê Kurd ê welatparêz û malbatên şehîdan sax be. Em soz didin ku bidin ser şopa armancên hevrêya xwe Nûjiyan û wan armancan pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Nûjiyan Amed bi vî rengî ne:
Nasnav: Nûjiyan Amed |
Hevrêya me Nûjiyan Amed sala 1970’î li gundê Kubeyşî yê navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû. Mîna li hemû herêmên Kurdistanê, li nava derdoreke welê de mezin bû ku debara xwe bi çandinî û keda xwe dikir. Ji ber pirsgirêkêna boriyê yên malbata wê di sala 1984’an de tevlî malbata xwe koçî navçeya Tarsûs a Mersînê kir. Di pêvajoya serhildanê ya salên 1990-1992’an de berxwedana li Kurdistanê bandoreke mezin li malbata wê kir. Ji ber vê yekê jî hîn bêhtir bi wezîfe û berpirsyariyên xwe hesiya û gihîşt asteke bilind a hişmendiya welatparêziyê. Lewma ji malbata hevrê Nûjiyan gelek tevlîbûn û şehadet çêbûn. Di dema ciwantiyê de şahidî ji êrîşên faşîst û qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd re kir. Rastiya dijmin kuk bi rengekî hovane êrîşî gelê me dike, bi çavên xwe dît. Vê yekê kir ku hêrsa di dilê hevrêya me Nûjiyan a li dijî dijminê dagirker hîn mezin bibe. Lewma li hemberî kuştin, girtin, kuştinên kiryar nediyar, valakirina gundan; li hemberî rastiya dijminê hov û dagirker weke jineke ciwan gelekî bi hêrs bû. Lê belê di heman demê de berxwedan û sekna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî siyaseta înkar û îmhayê û serhildanên ku her roj mezin dibûn, didît. Van hemûyan bandoreke mezin li hevrêya me Nûjiyan kir. Tevî ku li metropolê Tirkiyeyê li Mersînê dima, dilsozî û hezkirina wê ya ji bo xaka wê ti carî kêm nebû. Ji ber vê yekê jî her tim li wê derfetê geriya ku xwe bigihîne xaka lê ji dayik bûye. Bi vê dilsozî û hezkirina xwe her tim bûyerên li Kurdistanê dişopand. Di heman demê de ji siyaseta asîmîlasyon û bêçandhiştinê ya dijmin a li metropolan jî hîn bêhtir şahidî kir. Li hemberî vê siyaseta asîmîlasyonê cewhera xwe ya xwezayî parast. Ti carî neket nava sekneke welê ku sîstema dewleta Tirk a dagirker hêjayî zarokên Kurd didît. Berevajî vê yekê weke keçeke Kurd her tim li ser koka xwe bi çand û zimanê xwe jiya, kete nava hewldana vê yekê. Tevî ku hîn biçûk bû bi vî rengî bersiveke xurt da dagirkeran. Bersiva wê ya herî mezin a li dijî dijmin jî wê ew bûya ku berê xwe bida çiyayên Kurdistanê.
Ji ber bûyerên ku di sala 1993’an de li Kurdistanê qewimîn di serî de Bakur ji her devera Kurdistanê ciwanan pêl bi pêl berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Nûjiyan jî bi bandora karên ERNK’ê di sala 1993’an de tevlî bû. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê Tevgera Apoyî diakre bersivê bide hêviyên jin, ciwan û gelên bindest. Weke jineke ciwan siyaseta qirkirinê qebûl nekir, serê xwe li ber polîtîkayên dijmin netwand û ji ber vê jî berê xwe da refên azadiyê yên Kurdistanê. Di sala 1993’an de ji navçeya Tarsûs a Mersînê bi îdîa û daxwazeke mezin dest bi meşa xwe ya şoreşê kir.
Hevrêya me Nûjiyan ji perwerdeya destpêkê ya li çiyê gelek tişt hîn bû. Di heman demê de di şexsê gelek hevrêyên jin ên şoreşger û pêşeng de bû xwedî tecrûbeya têkoşînê ya xurt. Bi bandora ji sekna Şehîd Bêrîtan-Gulnaz Karataş û gelek hevalê wê demê şehîd bûn, soza bûyîna miroveke bi rûmet da. Ji bo karibe di xeta azadiya jinê de xwe kûr bike, di perwerdekirina xwe de israr kir. Bi kesayetiya xwe ya durust, dilsoz, ji dil û fedakar her tim li gorî cewhera milîtaniyê tevlî bû. Bi vî rengî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Tiştên ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, ji hevrêyan û jiyanê hîn bû, hewl da hînî hevrêyên xwe bike. Ji bo perwerdekirin û pêşvebirina hevrêyên xwe kedeke mezin da. Di dîroka Tevgera Jinê ya Azad de sala 1993’an demeke taybet e. Ji bo bîranîna şehadeta hevrê Bêrîtan-Gulnaz Karataş, Rêber Apo di sala 1993’an de ji bo xurtkirin û mezinkirina Tevgera Jinê ya Azad artêşbûna jinê afirand. Hevrêya me Nûjiyan jî wê salê ji bo pêşvebirina artêşbûna jinê kedeke mezin da. Weke jineke ji xwe bawer bi îradeyeke mezin li qada gerîla fermandarî kir.
Hevrêya me Nûjiyan bi ruhekî neteweyî li hemû herêmên Kurdistanê kar kir, têkoşiya. Li çar aliyên Kurdistanê pêşengî ji karên perwerde û rêxistiniyê kir, ev yek ji xwe re kir wezîfeya sereke û li gorî vê yekê tevlî bû. Bi paradîgmaya nû re hevrêya me Nûjiyan bi giranî tevlî nava karên gel bû. Bi têgihiştina ku li ser bingeha paradîgmaya nû divê nûbûn pêk were her tim tevlî têkoşînê bû. Li ser vê bingehê li qada civakî kedeke mezin da.
Hevrêya me Nûjiyan li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina şoreşê kedeke mezin da. Bi taybetî piştî destpêkirina êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê derbasî vê qadê bû, kar kir û ji bo pêşîgirtina li êrîşên çeteyan bi sedan ciwan perwerde kir. Ji aliyekî ve ciwan ji bo parastinê perwerde kir, li aliyê din jî ji bo birêxistinkirina sîstema neteweya demokratîk bi sedan kes perwerde kir.
Hevrêya me Nûjiyan ku milîtana PAJK’ê ya pêşeng û fermandara YJA Starê bû, di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû cihê baweriyê. Ji ber vê yekê jî li gelek qadan karên stratejîk meşand. Li ku derê pêwîstî pê hebûya li wê derê kar dikir, pêşniyar dikir û diçû wê qadê. Ji bo biçe qada şerê giran timî pêşniyar dikir. Ji ber vê yekê jî ji aliyê civakî, siyasî û leşkerî ve kedeke mezin da. Heta kêliya şehadetê bi tecrûbe û danheviya xwe bê navber kar kir, têkoşiya. Ji ber vê yekê hevrêya me Nûjiyan bû sembola hevrêtî û fedakariyê, bû milîtaneke Apoyî ya mînak.
Em careke din sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Nûjiyan û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Çawa ku tevgera me li ser bîranîna şehîdên me pêngavên mezin pêk anî, em careke din dibêjin ku bi van şehîdên xwe em ê serketinên mezin bidest bixin.”