Sêşem, 19 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulten Akgul piştî 31 sal hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!
Kurdistan

Karayilan: Li ser xeta Rêber Apo em ê bi ser bikevin!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di peyama xwe de ya ji bo Newrozê şandî, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got, "Li ser xeta Rêber Apo û şopdariya şehîdên leheng em ê di vê dema dîrokî de bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Mûrat Karayilan ji bo Newroza 2024’an peyamek weşand. Peyama Karayilan bi vî rengî ye:

 

“Gelê me yê hêja, silav ji bo we hemûyan. Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be. Bi navê Rêveberiya Tevgera me cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Em silav, rêzdarî û girêdana xwe pêşkêş dikin. Em cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê, dayikên şehîdan, gelên herêmê, mirovatiya pêşverû, li tevahiya hevalan, xebatkaran pîroz dikin. Di sala nû de ji bo her kesî em serketinê dixwazin. Di van rojên pîroz de tevahiya şehîdên şoreşê, şehîdên Newrozê di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de bi bîr tînin, li hemberî bîranînên wan serê xwe ditewînin, soza me dane wan em dubare dikin.

Cejna Newrozê di dîroka gelên herêmê de û gelê me de cihekî xwe yê girîng heye. Lê di dîroka tevger, têkoşîna me de cihekî xwe yê hîn girîng û taybet heye. Beriya vê bi 51 salan Rêber Apo roja Newrozê kete rê. Ji wê demê heta niha Rêber Apo li Kurdistanê ji bo agirê Newrozê geş bibe, ruhê Newrozê xurt bibe gelek hewldanên girîngbiha bi pêş xist. Di Newrozê de di şert û mercên zindana Amedê de li hemberî zilmê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan çalakiya mezin kir. Piştre keçên Kurd ên azad Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin, bi vî rengî bûn şopdarên Mazlûm Doganan. Li Kurdistanê li Cizîra Botan û li Nisêbînê di serî de li gelek deverên Kurdistanê gelê me fedakariyeke mezin bi cesareteke mezin gelek şehîd dan, bi sedan qehreman dan, bi vî rengî agirê Newrozê geş kirin. Newroz bi vî rengî gihîşt wateya xwe ya dîrokî, ruhekî neteweyî, têkoşîn ava kir.

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavek hate ragihandin ji aliyê dostên enteransyonal ve. Ev pêngav her diçe bi pêş ve diçe û em bawer in bi vê Newrozê re ev pêngav wê geş bibe û xurt bibe. Hemû kesên beşdarî vê pêngavê bûne em silav dikin. Bi taybetî dostên enterasyonal silav dikin. Çalakvanên li zindanan di greva birçîbûnê de ne em silav dikin. Dayikên di Nobedên Edaletê de ne em hemûyan silav dikin. 12 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê li Strasboûrgê nobedarên ku Nobeda Azadiyê ya Rêber Apo digirin em silav dikin. Demeke dirêj e li wargeha Şehîd Rustem Cûdî welatparêzên ku Nobeda Azadiyê digirin em wan hemûyan pîroz dikin.

Newroza 2024 ne Newrozeke ji rêzê ye. Em di serdemeke dîrokî de Newroza 2024’an pêşwazî dikin. Ya girîng ev Newroz saziyên nûneriya gelê Kurd dikin û dostên gelê Kurd weke Newroza azadiya Rêber Apo îlan kirin. Ev tiştekî pir girîng û bi wate ye. Yekemcar e bi vî rengî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo û bijî Serok Apo’ vê Newrozê bi coş li qadan bi milyonan, bi deh milyonan mirovên me vê dirûşmê bilind dikin. Çi dixwazin? Azadiya Rêber Apo dixwazin. Gelê me azadiya Rêber Apo weke nasnameya xwe ya azad dibîne. Ji ber wê li qadan bang dikin. Divê dengê gelê Kurd bibihîzin. Bibihîzin qîrîna azadiya Rêber Apo. Ev komplogerên bê wijdan ên bê bext divê bibihîzin. Em bang dikin, hemû hêzên eleqedar, hêzên cîhanî, hêzên komploger bes e êdî, piştgiriyê nedin terora dewleta Tirk a li ser gelê Kurd. Bes e êdî ji bo berjewendiyên xwe paşeroja gelê Kurd tarî nekin û guh bidin banga gelê Kurd. Azadiya gelê Kurd azadiya gelê Kurd êdî mafekî xwezayî ye. Divê hûn li hemberî vê rastiyê erka xwe ya exlaqî û mirovahî pêk bînin.

Girîngiya Newrozê ya duyem jî weke hûn dizanin, 10 rojên din li Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî heye. Di hilbijartinên xwecihî de gelê me hevşaredarên xwe hildibijêre, lê rejîma AKP-MHP’ê îradeya gelê me nas nake û qeyûman diavêje. Tiştekî bi vî rengî di hiqûqa gerdûnî de nîne. Bi şêwazekî fermî îradeya gelê me binpê dike. Naxwaze nas bike. Ji ber wê divê bi ruhê Newroza 2024 tevahiya gelê me, tevahiya dostên gelê me, kesên sosyalîst û demokrasîxwaz li Tirkiyeyê her kes li hemberî vê siyasetê bêdeng nemînin, beşdarî hilbijartinan bibin, îradeya xwe nîşan bidin. Nîşan bidin ku em li îradeya xwe xwedî derdikevin. Em vê siyaseta qeyûm nas nakin. Ji bo vê divê gelê me vê hilbijartinê ne tenê weke hilbijartina hin kesan tenê bibîne, divê weke eşkerekirina îradeya xwe li pêş cîhanê, li pêş dost û dijminan îradeya xwe nîşan bide biçin dengdanê, dengê xwe bidin.

Ya sêyemîn em di serdemeke girîng de ne. Ev rojên em tê de ne, weke ku hemû gelê me, dostên me dişopînin, dewleta AKP-MHP û Ergenekon niha di hewldanên amadekariyeke nû de ne. Ji bo ku li hemberî, li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li hemberî destketiyên gelê Kurd êrîşekê bikin. Ji bo wê ev trafîka dîplomasiyê li herêmê û asta cîhanê dike. Em zanin amadekariyên xwe hene. Lê belê êdî wan fêhm kirine ku bi tena xwe, bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikarin. Ji bo wê niha ketine hewldanên ji bo xwe hevalbendan bibînin. Kesên ku karibin tevlî wan li hemberî gerîla şer bikin bibînin. Niha li pey vê ketine. Em zanin nêta wan xerab e, bi feraseta Osmaniya nû, bi hişmendiyeke Tûranîst nijadperest dixwazin hemû destketiyên gelê me tine bikin, Mîsakî Mîllî dagir bikin, li Iraq û Sûriyeyê gelê Ereb di bin serweriya xwe de bikin. Bi esas nêta wan ev e. Lê vê yekê bi dek û dolaban vedişêrin û wisa dixwazin ji xwe re hevalbendan çêbikin.

Dewleta Tirkiyeyê niha, rejîma niha ya faşîst ji Kurdistanê re dibêje terorîstan. Bi taybetî ji azadkirî re dibêje terorîstan. Binihêrin, li van deveran ew bi xwe çi dike, terorê dike. Mirovan sûîqest dikin, bi destê sîxuran dide kuştin. Bi balafirên bê mirov qetil dike. Îro dewleta Tirkiyeyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê, Şengalê, Rojavayê Kurdistanê terorê dimeşîne. Weke eşqiya her kesî dike hedef, şantajan dike. Yên ku dixwazin hovîtiya dewleta Tirkiyeyê nas bikin bila li Efrînê binihêrin. Ka li Efrînê çi dikin? Weke dewleteke eşqiya, hov dixwaze derdorê bitirsîne û wisa xwe serwer bike. Em ê li hemberî vê nêzîkatiyê qet û qet paşve gavê neavêjin. Divê dostên me jî baş zanibe, gelê me zanibe em di vê serdemê de amade ne ku berxwedaneke dîrokî bikin. Em bi xwe bawer in. Çima? Em bawer in ku gelê me bi me re ye. Hêza herî mezin gel bi xwe. Em ê bersiva pêwîst bidin destdirêjiya wan. Divê her kes bi vê zanibe.

Tiştê niha hewceya gelê me pê heye, doza azadiyê ya Kurdistanê hewceyî pê heye, yekîtiya neteweyî ye. Ango stratejiyeke neteweyî ye. Divê di vê serdema dîrokî de stratejiya gelê Kurd a neteweyî hebe. Ji bo vê em weke rêxistin bang dikin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî. Yên nayên bila neyên, yên welatparêz divê di nava xwe de teqez bigihêjin hev, stratejiyeke hevbeş a neteweyî ava bikin. Pêwîste her kes zanibe, di vê serdema girîng, dîrokî de ji bo gelê me li ser xaka Mezopotamyayê, li herêma Rojhilata Navîn bi şêwazekî azad bijî, çi ji destê me were weke tevger em ê bikin. Di vê mijarê de kûrbûna me ya stratejîk û taktîk heye. Tecrûbeya me heye, serweriya me li ser taktîk û teknîk heye. Ji bo wê em ê li ber xwe bidin. Em ne şerxwazin, lê belê yên şer bikin em ê bersiva pêwîst bidin. Divê dinya alem her kes bi vê zanibe. Lê belê li vir banga me heye, ji bo her kesî ye. Dewleta Tirkiyeyê li ser welatê me terorê dimeşîn, dixwaze siyaseta qirker serwer bike, li ser Rêberê me tecrîdeke giran dimeşîne, ev hemû ne mirovahî ne, hovîtî ye. Ti kes vê hovîtî û qetlîamê Tirkiyeyê re nebe şirîk. Banga me ji bo hêzên NATO’yê ye, banga me ji bo hemû hêzên piştevaniya Tirkiyeyê dike. Divê her kes zanibe ku meşa me meşeke adîl e, meşeke rast e. Daxwaziyên me daxwaziyên xwezayî ne. Em ê ji bo van her tiştî bikin û em ê bi ser bikevin. Em îro ji her demê bêhtir ji serketinê bawer in. Em ji xwe, gelê xwe û dostên xwe bawer dikin û em ê di bin ronahiya xeta Rêber Apo de, di şopdariya şehîdên qehreman de di vê serdema dîrokî de bi ser bikevin. Li ser vî esasî ez careke din Newroza we hemûyan pîroz dikim, di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de ji bo her kesî serketinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 21’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Koçer: Bi mezinkirina pêngav û berxwedanê em dikarin tecrîdê bişikînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser: Em ê projeya demokratîk a 19’ê Tîrmehê bi ser bixînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di komxebata tenduristiyê de guhdarî girtiyên hatine berdan, hate kirin

Di roja duyemîn a "Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" de guhdarî girtiyên hatine berdan, hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zamîr: Xeze wê di nava du mehan de bê valakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji bo agirbestê pêşniyareke nû li Hamasê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?