MAK’ê (Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê) daxuyaniyek weşand û got, “30’ê Adarê saet di 20:00 de li kolana Cûmhûriyetê ya Nisêbînê li hemberî dagirkerên li ber deriyê bingehîn ê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê nobedar bûn, me êrişek pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên dagirker piştî êrişê ji tirsa li derdorê reşandin û hate gotin, “Piştî êrîşê ambûlansek kete hundirê qereqolê. Bi qasî ku diyar bû, dijminek di encama çalakiya me de birîndar bû. Milîsên me bi serketî vegeriyan wargehên xwe.”